BEŞA PAZDEHEMÎN
Riya Rast Kîjan e?
1. Kî dikare ji me re bibêje ku riya rast kîjan e?
PIRANIYA dîn û baweriyan dibêjin ku riya wan, riya rast e. Lê belê, ne mumkin e ku ew hemû rast bin, çimkî fikir û ramanên wan li ser Xwedê û li ser îbadetê ji hev cuda ne. Em çawa dikarin bizanibin ku gerek em çawa îbadetê bikin? Tenê Yehowa dikare ji me re bibêje ku riya rast kîjan e.
2. Em çawa dikarin bielimin ku gerek em çawa îbadetê bikin?
2 Yehowa Kitêba Pîroz daye me ku em bielimin ku gerek em ji wî re çawa îbadetê bikin. Eger em Kitêba Pîroz hûr û kûr bixwînin, Yehowa wê alî me bike ku em ji gotinên wî feydeyê bistînin, çimkî ew ji me pir hez dike (Îşaya 48:17).
3. Xwedê dixwaze ku em çi bikin?
3 Hinek dibêjin ku Xwedê hemû dîn û baweriyan qebûl dike, lê Îsa Mesîh wisa nedifikirî. Wî wisa gotibû: “Ne ku her kesên ji min re dibêjin: ‘Ya Xudan, ya Xudan’ wê bikevin Padîşahiya Ezmanan! Bi tenê yên ku daxwaza Bavê min ê li ezmanan dikin, wê bikevinê.” Yanî, lazim e ku em daxwaza Xwedê bielimin û bînin cih. Ev yek meseleyeke pir muhîm e. Îsa Mesîh gotibû ku kesên ku guhdariya Xwedê nakin, “neheqiyê dikin” (Metta 7:21-23).
4. Îsa Mesîh behsa kîjan du riyan kiribû?
4 Îsa Mesîh em hişyar kiribûn ku eger em dixwazin daxwaza Xwedê bînin cih, emê rastî tengasiyan bên. Wî wisa gotibû: “Di deriyê teng re derbas bibin. Çimkî deriyê ku dibe helakê fireh e, riya ku diçe wê rihet e û yên ku pê ve diçin gelek in. Lê deriyê ku dibe jiyanê teng e, rê jî dijwar e û yên ku wê dibînin hindik in” (Metta 7:13, 14). Riya teng – yanî îbadeta rast – ber bi jiyana herheyî ve dibe. Lê belê, riya fireh – yanî îbadeta nerast – ber bi mirinê ve dibe. Xwedê naxwaze ku kesek helak bibe. Ji ber vê yekê, ew fersendê dide her kesî ku wî nas bike (2. Petrûs 3:9).
ÎBADETA RAST
5. Em çawa dikarin tê derxin ku kî di riya rast de ne?
5 Îsa Mesîh gotibû ku em dikarin tê derxin ku kî di riya rast de ne. Gelo çawa? Gerek em hem li gotinên wan hem jî li kirinên wan binêrin. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Hûnê wan ji berê wan nas bikin.” Belê, wek Îsa Mesîh gotibû, “her dara qenc berê qenc ... dide” (Metta 7:16, 17). Ev nayê maneya ku kesên ku ji Xwedê re îbadetê dikin, bi temamî bêqisûr in. Dîsa jî, xizmetkarên Xwedê her tim xîret dikin ku ew ji rastiyê şaş nebin. Niha emê bibînin ku em çawa dikarin kesên ku di riya rast de ne, nas bikin.
6, 7. Îbadeta rast çima gerek li ser esasê gotinên Kitêba Pîroz saz be? Emsala Îsa Mesîh çi rêyî me dide?
6 Gerek îbadeta me, li ser esasê gotinên Kitêba Pîroz saz be. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê, da ku mirovê Xwedê, ji bo her karê qenc bêkêmahî û rapêçandî be” (2. Tîmotêyos 3:16, 17). Pawlosê şandî ji şagirtên Îsa Mesîh re wisa nivîsandibû: “Çaxê we ji me peyva Xwedê bihîst, we ew ne wek peyva mirovan, lê wek peyva Xwedê qebûl kir. Bi rastî jî wusa ye” (1. Selanîkî 2:13). Belê, îbadeta rast tenê li ser gotinên Kitêba Pîroz saz bûye. Îbadeta rast li ser esasê fikrên însanî, li ser esasê adetan an li ser tiştekî din saz nebûye.
7 Hemû gotinên Îsa Mesîh bi Peyva Xwedê ve girêdayî bûn (Yûhenna 17:17 bixwîne). Wî gelek caran behsa Nivîsarên Pîroz dikir (Metta 4:4, 7, 10). Xizmetkarên Xwedê yên rastîn Îsa Mesîh ji xwe re emsal digirin û her tim li gor Kitêba Pîroz dipeyivin.
8. Îsa Mesîh gotibû ku gerek em ji Yehowa re çawa îbadetê bikin?
8 Gerek em tenê ji Yehowa re îbadetê bikin. Zebûr 83:18 (NWT) wisa dibêje: “Tu – ku navê te Yehowa ye – li ser tevahiya erdê yê herî bilind tenê tu yî.” Îsa Mesîh dixwest ku însan bizanibin ku Xwedê bi rastî kî ye. Ji ber vê yekê, wî ji her kesî re behsa navê Xwedê dikir (Yûhenna 17:6 bixwîne). Îsa Mesîh wisa gotibû: “Gerek tu ji Xwedayê xwe Yehowa re îbadetê bikî û tenê ji wî re xizmeta pîroz bikî” (Metta 4:10, NWT). Eger em dixwazin ji Xwedê re xizmet bikin, gerek em Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin. Gerek em tenê ji Yehowa re îbadetê bikin, navê wî bînin zimên û ji kesên din re behsa navê Xwedê û mexsedên wî bikin.
9, 10. Em çawa dikarin îsbat bikin ku em ji hevdû hez dikin?
9 Gerek em ji mirovan ji dil hez bikin. Îsa Mesîh emir dabû şagirtên xwe ku gerek ew ji hevdû hez bikin (Yûhenna 13:35 bixwîne). Rewşa mal û milk, kok û kultura me ji hev çi qas cuda be jî, gerek em ji hevdû hez bikin û wek xwişk û birayên hev di yekîtiyê de bin (Kolosî 3:14). Ji bo vê, em şer nakin û tu kesî nakujin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Zarokên Xwedê û zarokên Îblîs bi vê yekê ji hev kifş dibin: Her kesê ku rastdariyê nake ne ji Xwedê ye û yê ku ji birayê xwe hez nake jî ne ji Xwedê ye.” Paşê wisa dibêje: “[Gerek] em ji hevdû hez bikin. [Gerek] em ne wek Qayîn bin ê ku ji Yê Xerab bû û birayê xwe kuşt” (1. Yûhenna 3:10-12; 4:20, 21).
10 Lazim e ku em wext, qewet û îmkanên xwe di oxira hevdû de xerc bikin û cesaretê bidin hevdû (Îbranî 10:24, 25). Gerek “em ji hemûyan re ... qenciyê bikin” (Galatî 6:10).
11. Em çima Îsa Mesîh wek riya ku ber bi Xwedê ve dibe, dibînin?
11 Gerek em guhdariya Îsa Mesîh bikin, çimkî riya ku ber bi Xwedê ve dibe, ev e. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xilasî bi tu kesî din tune; çimkî di bin ezmên de, di nav mirovan de, navekî din nehatiye dayîn ku em bikarin pê xilas bibin” (Karên Şandiyan 4:12). Li beşa 5emîn, em elimîbûn ku Yehowa Kurê xwe Îsa Mesîh şandibû, da ku ew canê xwe ji bo mirovên ku guhdariya Xwedê dikin wek fîdye bide (Metta 20:28). Îsa Mesîh ji aliyê Yehowa ve hatiye hilbijartin ku ji ezmanan li ser erdê hikum bajo. Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz dibêje ku eger em dixwazin heta bi hetayê bijîn, gerek em guhdariya Îsa Mesîh bikin (Yûhenna 3:36 bixwîne).
12. Em çima ji siyasetê dûr disekinin?
12 Gerek em tev li siyasetê nebin. Îsa Mesîh tev li siyasetê nedibû. Gava ew hat dîwan kirin, wî ji waliyê Romayî Pîlatos re wisa got: “Padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhenna 18:36 bixwîne). Wek Îsa Mesîh, em piştgiriya Padîşahiya ezmanî dikin, û ji ber vê yekê, em li hemû dinyayê ji siyasetê dûr disekinin. Dîsa jî, Kitêba Pîroz emir dide ku em guhdariya “hukûmeta li ser xwe” bikin (Romayî 13:1). Em qanûnên welatê ku em tê de dijîn, tînin cih. Lê eger qanûnek li hemberî qanûnên Xwedê be, em wek şandiyên Îsa Mesîh dikin: “Divê em ji mirovan bêtir bi ya Xwedê bikin” (Karên Şandiyan 5:29; Marqos 12:17).
13. Padîşahiya Xwedê wê çi bike?
13 Em bawer dikin ku tenê Padîşahiya Xwedê dermanê problemên dinyayê ye. Îsa Mesîh gotibû ku ‘Mizgîna Padîşahiyê’ wê li seranserê dinyayê bê belav kirin (Metta 24:14 bixwîne). Hikûmetên dinyayê her çi qas xîret bikin jî, ew nikarin bi qasî Padîşahiya Xwedê xêrê bikin (Zebûr 146:3). Wek Îsa Mesîh nîşan dabû, gerek em ji bo Padîşahiya Xwedê wisa dua bikin: “Bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, bila li ser rûyê erdê jî bê cih” (Metta 6:10). Kitêba Pîroz dibêje ku Padîşahiya Xwedê wê hemû hikumdariyên vê dinyayê tune bike û “tenê ewê heta bi hetayê bimîne” (Danîêl 2:44, NWT).
14. Bi dîtina te, kî li ser riya rast in?
14 Niha tu li ser van pirsan çi difikirî: “Gotinên kê li gor Kitêba Pîroz in? Kî behsa navê Xwedê dikin? Kî bi rastî ji hevdû hez dikin û bawer dikin ku Xwedê Kurê xwe Îsa Mesîh şand ku me bifilitîne? Kî ji siyasetê dûr disekinin? Kî dibêjin ku tenê Padîşahiya Xwedê dermanê problemên me ye?” Tenê Şahidên Yehowa! (Îşaya 43:10-12).
TUYÊ ÇI BIKÎ?
15. Eger em dixwazin ku Xwedê îbadeta me qebûl bike, gerek em çi bikin?
15 Helbet lazim e ku em bawer bikin ku Xwedê heye, lê ev ne bes e. Îblîs û cinên wî jî bawer dikin ku Xwedê heye, lê ew guhdariya wî nakin (Aqûb 2:19). Eger em dixwazin ku Xwedê îbadeta me qebûl bike, gerek em hem bawer bikin ku ew heye hem jî guh bidin wî.
16. Gerek em çima ji dînê sexte dûr bisekinin?
16 Ji bo ku Xwedê îbadeta me qebûl bike, gerek em ji dîn û baweriyên sexte dûr bisekinin. Îşaya pêxember wisa gotibû: “Ji hûndirê wê ve derkevin; . . . xwe paqij bikin!” (Îşaya 52:11; 2. Korîntî 6:17). Ji ber vê yekê, gerek em ji her tiştê ku bi dînê sexte ve girêdayî ye, dûr bisekinin.
17, 18. “Babîla Mezin” çi ye, û çima muhîm e ku em jê dûr bisekinin?
17 Dînê sexte çi ye? Hemû dîn û baweriyên ku gotinên Kitêba Pîroz bi awayekî rast hîn nakin, sexte ne. Kitêba Pîroz, hemû dînên sexte wek “Babîla Mezin” bi nav dike (Peyxam 17:5). Gelo çima? Piştî Tofana Nûh, gelek baweriyên sexte di bajarê Babîlê de dest pê kir. Ev baweriyên sexte paşê li hemû dinyayê belav bûn. Mesela, xelkê Babîlê ji komên sê xwedayan re îbadet dikir. Îro jî gelek dîn û bawerî dibêjin ku Xwedê ji sê kesan pêk tê, lê Kitêba Pîroz bi eşkereyî nîşan dide ku Xwedê yek e, navê wî Yehowa ye, û Îsa Mesîh jî Kurê wî ye (Yûhenna 17:3). Wekî din, xelkê Babîlê bawer dikir ku piştî mirinê, ruh sax dimîne û carinan di cehenemê de êşê dikişîne. Ev yek ne rast e (bnr. Not 14, 17 û 18).
18 Xwedê ji berê de gotibû ku di demeke nêzik de, hemû dîn û baweriyên sexte wê bên helak kirin (Peyxam 18:8). Gelo tu fehm dikî ku çima muhîm e ku em ji dînê sexte zû derkevin? (Peyxam 18:4).
Wexta ku tu bi xizmetkarên Yehowa re ji Xwedê re xizmet bikî, tuyê aîdî malbateke cîhanî bibî
19. Çaxa ku tu dixwazî ji Yehowa re xizmet bikî, ewê çawa alî te bike?
19 Gava tu dixwazî ji dînê sexte derkevî û ji Yehowa re xizmet bikî, dibe ku hin meriv an hevalên te fehm nekin ku tu çima dixwazî tiştekî wisa bikî. Ji ber vê yekê, dibe ku ew te aciz bikin. Lê Yehowa wê te tu caran tenê nehêle. Li seranserê dinyayê, bi milyonan xizmetkarên Xwedê hene. Ew bi rastî ji hevdû hez dikin û wek malbateke cîhanî ne. Tu jî dikarî aîdî vê malbatê bibî û di dinyaya nû de heta bi hetayê bijî (Marqos 10:28-30). Wekî din, dibe ku hin meriv û hevalên te, yên ku niha naxwazin ku tu ji Yehowa re xizmet bikî, paşê dest bi hînbûna Kitêba Pîroz bikin – kî dizane?
20. Çima muhîm e ku em li ser riya rast bimeşin?
20 Di demeke nêzik de, Xwedê wê hemû xerabiyê ji holê rake, û Padîşahiya wî wê li seranserê dinyayê hikum bajo (2. Petrûs 3:9, 13). Wê wextê emê gelek kêfxweş bibin! Êdî her kes wê li gor daxwaza Yehowa îbadetê bike. Ji ber vê yekê, gerek tu niha qerara xwe bidî û li ser riya rast bimeşî.