WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Yehowa Hewcedariyên Me Dizane
Xulamê dilsoz û şehreza ‘di wextê de’ xwarinê dide me. Ev yek nîşan dide ku Yehowa, yê ku rêberiya vî xulamî dike, dizane ku hewcedariyên me yên ruhî çi ne (Mt 24:45). Mesela, civînên mezin û civîna Jiyan û Xizmetê nîşan didin ku Yehowa hewcedariyên me dizane.
LI VÎDEOYA 2017 HESABÊ KOMÎTÊYA HÎNKIRINÊ (RDU) TEMAŞE BIKE Û PAŞÊ CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Ji bo civînên mezin, ên ku di wextê de xwarina ruhî didin me, kî hêjayî pesnan e, û çima?
Haziriya ji bo civîna mezin kengê dest pê dike?
Mijarên ji bo civîna mezin çawa tên hilbijartin?
Ji bo civînên mezin çi hazirî tê kirin?
Metoda mekteba Gîleadê çawa di civîna Jiyan û Xizmetê de tê xebitandin?
Cure cure departman ji bo hazirkirina bernameya civînê çawa hevkariyê dikin?
Di heqê tedarekên ruhî de, tu çi difikirî?