WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Gelo Tu Dikarî Baweriya Xwe Îzah Bikî?
Eger kesek ji te bipirsiya ku tu çima bawer dikî ku hemû tişt hatiye afirandin, teyê çi bigota? Ji bo ku tu karibî cewabeke saxlem bidî, gerek tu van 2 tiştan bikî: Pêşî, gerek tu ji xwe re îsbat bikî ku fikra afirandinê rast e (Rm 12:1, 2). Paşê, gerek tu bifikirî ku tu çawa dikarî baweriya xwe ji kesekî din re îzah bikî (Mtl 15:28).
LI VÎDEOYÊN DOXDIRÊ HESTIYA BAWERIYA XWE ŞIROVEDIKE (RDU) Û ZANDARÊ ZOOLOJYAYÊ BAWERIYA XWE ŞIROVEDIKE (RDU) TEMAŞE BIKE Û BIBÎNE KU KESÊN DIN ÇIMA BI AFIRANDINÊ BAWER DIKIN. PAŞÊ, CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Irène Hof Laurenceau çima bi afirandinê bawer dike, ne bi peresanê?
Yaroslav Dovhanîç çima bi afirandinê bawer dike, ne bi peresanê?
Tu çawa dikarî ji kesekî din re îzah bikî ku tu çima bi afirandinê bawer dikî?
Bi zimanê te, kîjan weşanên teşkîlata Yehowa hene, ên ku ji te re û ji kesên din re îsbat dikin ku her tişt ji aliyê Xwedê ve hatiye afirandin?