KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb20 Hezîran r. 5
  • Xwişk û Birayên Bitecrûbe ji Xwe re Bike Emsal

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Xwişk û Birayên Bitecrûbe ji Xwe re Bike Emsal
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
  • Malzemeya Eleqedar
  • Di bin Qedexeyan de Dev ji Xizmeta Yehowa Bernede
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
  • Yehowa Rêberiya Teşkîlata Xwe Dike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Baweriya Te Çi Qas Xurt e?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
mwb20 Hezîran r. 5
Xwişkeke ciwan destê xwişkeke extiyar digire.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Xwişk û Birayên Bitecrûbe ji Xwe re Bike Emsal

Di civatên me de, xwişk û birayên ku bi dehan salan ji Yehowa re xizmet dikin hene. Em dikarin ji baweriya wane xurt gelek dersan bistînin. Mesela, em dikarin ji wan di heqê tarîxa teşkîlata Yehowa de pirsan bipirsin. Wekî din, em dikarin bipirsin ka wan çawa bi alîkariya Yehowa serî bi tengasiyên xwe re derxistiye. Ji xeynî vê, em dikarin xwişk û birayên wisa ji bo Îbadeta Malbatê dawet bikin ku guh bidin tecrûbeyên wan.

Eger tu mizgînvanekî bitecrûbe yî, wê baş be ku tu bi kesên ciwan re di heqê serpêhatî û ceribandinên xwe de bipeyivî. Aqûb û Ûsiv ji zarokên xwe re behsa tecrûbeyên xwe dikir (1Mû 48:21, 22; 50:24, 25). Wekî din, Yehowa tembîh da serên malbatê ku ew ji zarokên xwe re behsa kirinên wî bikin (5Mû 4:9, 10; Zb 78:4-7). Îro jî, dê û bav û xwişk û birayên din dikarin ji zarok û ciwanan re behsa serkeftinên teşkîlatê bikin.

LI VÎDEOYA WEDÊ QEDEXEKIRINA, YEKTIYÊ XWEY DIKIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Buroya Awistiryayê çawa alî xwişk û birayên li welatên ku îşê Padîşahiyê li wê derê qedexe bû, kiriye?

  • Xwişk û birayên li van welatan çawa baweriya xwe xwedî kir?

  • Hin mizgînvanên li Romanyayê çima ji teşkîlata Yehowa derketin, û ew paşê çawa vegeriyan?

  • Ev serpêhatî çawa baweriya te xurt dikin?

Resim: Sehneyên ji vîdeoya ‘Maintaining Unity Under Ban.’ 1. Xerîteya ku welatên Awrûpaya Rojhilat nîşan dide, yên ku îşê me li wê derê qedexe bû. 2. Mîmeograf. 3. Xwişk û birayên ji Romanyayê hevdû hembêz dikin.

Ji xwişk û birayên bitecrûbe xezîneyên ruhî bi dest bixe!

Lê eger piraniya xwişk û birayên di civata te de nû hatin bin av kirin, tu dikarî çi bikî? Tu dikarî serpêhatiyên Şahidên bitecrûbe li ser jw.org li kategoriya “Vîdeo” yan li ser KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê bibînî.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne