WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Gava Mirov Pesnê Te Didin, Dilnizm Be
Carinan, mirovên li derdora me pesnê me didin. Pesnê ku ji dil û bi niyeteke baş tê dayîn dikare me teşwîq bike (Mtl 15:23; 31:10, 28). Lê belê, gerek em hay ji xwe hebin ku em seba pesnan nebin mirovên pozbilind yan qure.
LI VÎDEOYA MÎNA ÎSA AMIN BIN, ÇAXÊ PAYÊ WE DIDIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Mirov dikarin ji bo çi pesnê me bidin?
Bira ji bo çi pesnê Sêrgêy dida?
Pesnê ku wan da wî çima ne minasib bû?
Tu ji cewaba Sêrgêy çi dersan digirî?