WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Qîmetê Bide Dostaniya Yehowa
Şahidên Yehowa xwediyê îmtiyazeke mezin in. Ji ber ku me jiyana xwe daye destê Yehowa û bin av bûn, em dikarin nêzikî Xudanê xwe Yehowa bibin. Bi navgîniya Kurê xwe, Yehowa me kişandiye ba xwe (Yh 6:44). Ew guh dide duayên me (Zb 34:15).
Gerek em çi bikin ku dostaniya me ya bi Xwedê re xera nebe? A pêşîn, gerek em hay ji xwe hebin ku em wek Îsraêliyan ji riya rast dernekevin. Çendek piştî ku wan bi Yehowa peymanek girêda, wan golikê zêrîn çêkir û ji wî re îbadet kir (2Mû 32:7, 8; 1Kr 10:7, 11, 14). Wê baş be ku em ji xwe bipirsin: “Gava ez rastî ceribandinê têm, ez çi dikim? Gelo hereketên min nîşan didin ku ez qîmetê didim dostaniya Yehowa?” Eger em ji dil ji Bavê xweyî ezmanî hez dikin, emê ji tiştên ku ew ji wan nefret dike, birevin (Zb 97:10).
LI VÎDEOYA GUARD YOUR RELATIONSHIP WITH JEHOVAH (KL 3:5) (E) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Çavbirçîtî çi ye?
Gerek em çima ji çavbirçîtî û pûtperestiyê birevin?
Bêexlaqî û pûtperestî çawa bi hev ve girêdayî ne?
Çima muhîm e ku kesên ku mesûliyetên wan ên teokratîk hene, hewcedariyên malbatên xwe ji bîr nekin?