DERS 3
Bikaranîna Pirsan
Metta 16:13-16
BI KURTASÎ: Bi alîkariya pirsên nazik bala guhdaran bikişîne, bi wan re muhakeme bike û fikrên muhîm diyar bike.
ÇAWA:
Bala guhdaran bikişîne. Bi alîkariya pirsan alî wan bike ku ew zêdetir bifikirin û meraq bikin.
Li ser mijarekê muhakeme bike. Bi alîkariya pirsan alî guhdaran bike ku ew gotinên te gav bi gav fehm bikin.
Fikrên muhîm diyar bike. Ji bo diyarkirina fikreke sereke, pirseke balkêş bipirse. Piştî şêwirîna li ser fikreke muhîm an li dawiya gotar an sohbetê, pirsên dubarekirinê bi kar bîne.