KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb21 Çile r. 5
  • Zewaca Xwe Biparêze

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Zewaca Xwe Biparêze
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
mwb21 Çile r. 5
Jin û mêrek bi kêfxweşî bi hev re kincan dişon.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Zewaca Xwe Biparêze

Ji bo Yehowa, sonda zewacê pir muhîm e. Ew dixwaze ku jin û mêr di yekîtiyê de bin (Mt 19:5, 6). Di nav xizmetkarên Xwedê de gelek zewacên baş hene. Dîsa jî, zewaceke bêqisûr tune. Problem carinan dikarin bên meydanê. Gelek mirovên vê dinyayê difikirin ku eger problem hebin, jin û mêr dikarin hev berdin. Lê belê, em wisa nafikirin. Gelo şagirtên Îsa çawa dikarin zewaca xwe biparêzin?

Bala xwe bide van pênc gavên muhîm:

  1. Dilê xwe biparêze. Flort neke û xwe ji fîlm û resmên bêexlaq dûr bigire, çimkî tiştên wisa dikarin zewacê xera bikin (Mt 5:28; 2Pt 2:14).

  2. Dostaniya xwe ya bi Xwedê re qewîtir bike û di zewaca xwe de dilê wî şa bike (Zb 97:10).

  3. Bi dewamî şexsiyeta nû li xwe bike. Roj bi roj, nazik be û alîkariya jin û mêrê xwe bike (Kl 3:8-10, 12-14).

  4. Bi awayekî hurmetkar xeber bide (Kl 4:6).

  5. Heqê zewacê bi hezkirin û şefqet bide (1Kr 7:3, 4; 10:24).

Gava şagirtên Îsa qîmetê didin zewacê, ew qîmetê didin Yehowa, yê ku zewaca pêşîn saz kiribû.

LI VÎDEOYA EM GEREKÊ BI SEBIR BIREVIN; XWE LI GORA QEYDÊN LECÊ BIGIRIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Em Gerekê bi Sebir Birevin; Xwe li gora Qeydên Lecê Bigirin’. Xwişka Calou û birayê Calou piştî gotara zewacê dilxweş in.

    Zewacek her çi qas di destpêkê de baş be jî, çi cure çetinahî dikarin bên meydanê?

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Em Gerekê bi Sebir Birevin; Xwe li gora Qeydên Lecê Bigirin’. Xwişka Calou û birayê Calou bi awayekî sakîn di heqê çetinahiyên xwe de xeber didin. Li ser maseyê, Kitêba Pîroz heye.

    Prensîpên Kitêba Pîroz çawa dikarin alî kesên ku di zewaca xwe de bextewar nînin, bikin?

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Em Gerekê bi Sebir Birevin; Xwe li gora Qeydên Lecê Bigirin’. Birayê Calou ji pîreka xwe û du qîzên xwe re ji kitêba ‘Serpêhatiyên Kitêba Pîroz’ dixwîne.

    Ji bo ku zewaca te bextewar be, prensîpên Kitêba Pîroz bi kar bîne

    Yehowa ji bo zewacê çi rêberî daye?

  • Ji bo ku zewac serkeftî be, gerek jin û mêr çi bikin?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne