WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
“Xeman Nexwin”
Li demên berê, Yehowa alî kesên feqîr dikir. Gelo li rojên me, ew çawa alî xizmetkarên hewcedar dike?
Ew me hîn dike ku em li ser pere nêrîneke rast bi pêş bixin (Lq 12:15; 1Tîm 6:6-8)
Ew alî me dike ku em qîmeta xwe bizanin (Ey 34:19)
Ew me hîn dike ku em bi xîret îşê xwe bînin cih û dev ji mijûliyên bizerar berdin (Mtl 14:23; 20:1; 2Kr 7:1)
Wî em kirine pareke malbata xwe (Yh 13:35; 1Yh 3:17, 18)
Ew hêviyê dide me (Zb 9:18; Îş 65:21-23)
Halê me çi qas xerab be jî, ne lazim e ku em bitirsin (Îş 30:15). Eger em bi dewamî li Padîşahiya wî bigerin, ewê hewcedariyên me yên madî tedarek bike (Mt 6:31-33).
LI VÎDEOYA HIZKIRIN TU CAR KUTA NABE WÎ ÇAXÎ JÎ ... HERGÊ RASTÎ TUNEBÛNÊ TÊN; KONGO (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Xwişk û birayên ku nêzîkî cihê civîna mezin dijiyan, çawa mêvanheziya xwe ji kesên ku ji dûr ve dihatin re, nîşan dida?
Ev vîdeo çawa nîşan dide ku Yehowa ji feqîran hez dike?
Mal û milkê me hindik be jî, em çawa dikarin Yehowa ji xwe re emsal bigirin?