KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb21 Îlon r. 3-16
  • Li Xizmetê Kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! Bi Kar Bîne

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Li Xizmetê Kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! Bi Kar Bîne
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
  • Malzemeya Eleqedar
  • Kursên Kitêba Pîroz bi Destê Weşana “Heta bi Hetayê Dilşad Be!” Çawa Tên Derbaskirin.
    Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
  • Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ew Bin Av Bibin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • Kursên Kitêba Pîroz, ên ku ber bi Binavbûnê ve Diçin – Qisim 1
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Kursên Kitêba Pîroz, ên ku ber bi Binavbûnê ve Diçin – Qisim 2
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
Zêdetir Bibîne
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
mwb21 Îlon r. 3-16
Jin û mêrek bi destê broşûra Heta bi Hetayê Dilşad Be! bi zilamekî re sohbet dikin.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Li Xizmetê Kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! Bi Kar Bîne

Em pir dilşad in ku ji bo îdarekirina kursên Kitêba Pîroz broşûr û kitêbeke nû hene! Bi saya bereketa Yehowa, emê bikaribin alî gelek kesên nû bikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh (Mt 28:18-20; 1Kr 3:6-9). Gelo em çawa dikarin van hacetên nû bi kar bînin?

Ev broşûr û kitêb gerek bi metodeke nû bên bi kar anîn. Wê baş be ku tu xwe li gor rêberiya jêrîn ji bo kursê hazir bikî û kursê îdare bikî.a

  • Malzemeyê bixwîne û li ser pirsan sohbetê bikin

  • Ayetên ku wek “bixwîne” îşaretkirî ne, bixwîne, û alî xwendekar bike ku ew wan fehm bike

  • Vîdeoyan vêxe û bi saya pirsên nîşankirî sohbetê bikin

  • Eger mumkin be, her dersê di carekê de derbas bike

Li xizmetê, pêşî broşûrê pêşkêş bike, da ku tu têderxî ka mirov eleqedar e yan na (li çarçoveya “Em Çawa Dikarin Broşûra Heta Bi Hetayê Dilşad Be! li Ziyareta Pêşîn Pêşkêş Bikin?” binêre). Eger we ev broşûr xelas kiriye û xwendekar dixwaze berdewam bike, ji wî re kitêbê pêşkêş bike û bi dersa 04 dest pê bike. Eger te bi kitêba Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? yan jî Di Hezkirina Xwedê de Bimîne dest bi kursê kiriye, derbasî kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be! bibe û qerarê bide ku tu bi kîjan dersê berdewam bikî.

Eynî jin û mêr bi destê kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! bi wî zilamî re kursa Kitêba Pîroz li mala wî derbas dikin.

LI VÎDEOYA TU BI XÊR HATÎ KURSA KITÊBA PÎROZ! TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Gelo xwendekar wê ji kitêba nû çi hîn bibin?

  • Wê çima baş be ku tu vê vîdeoyê nîşanî xwendekarên nû bidî?

  • Wê baş be ku tu alî xwendekar bikî ku ew ji xwe re kîjan hedefan deyne? Li çarçoveya “Armanc û Hedefên Her Qismî” binêre.

a NOT: Em ne mecbûr in ku qismê “Zêdetir Hîn Bibe” li wexta kursê derbas bikin. Dîsa jî, wê baş be ku gava em xwe ji bo kursê hazir dikin, em li çavkaniyên nîşankirî binêrin. Bi vî awayî, em dikarin têderxin ku kîjan malzeme wê ji bo xwendekarê me bifeyde be. Li versiyona elektronîk, ji bo vîdeo û malzemeyên din lînk hene.

ARMANC Û HEDEFÊN HER QISMÎ

 

DERS

ARMANC

HEDEFÊN XWENDEKAR

1

01-12

Gelo Kitêba Pîroz çawa dikare alî te bike? Tu çawa dikarî Xwedê baştir nas bikî?

Xwendekarê xwe teşwîq bike ku ew Kitêba Pîroz bixwîne, ji bo kursê haziriyê bike û bê civînan

2

13-33

Ka bibîne ku Xwedê ji bo me çi kiriye. Gelo Xwedê ji kîjan dîn û baweriyê razî ye?

Daxwaza wî zêde bike ku ew mizgînê belav bike û bibe mizgînvan

3

34-47

Ka bala xwe bidê ku gerek em çawa ji Xwedê re îbadetê bikin.

Alî xwendekarê xwe bike ku ew jiyana xwe bide destê Yehowa û bin av bibe

4

48-60

Tu çawa dikarî di hezkirina Xwedê de bimînî?

Wî hîn bike ku çawa xerabiyê ji rastiyê cihê bike û ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve here

EM ÇAWA DIKARIN BROŞÛRA HETA BI HETAYÊ DILŞAD BE! LI ZIYARETA PÊŞÎN PÊŞKÊŞ BIKIN?

Mîna belavokên me, li pişta rûyê broşûrê pirseke balkêş heye. Ka biceribîne:

  • Pirsekê bipirse û 3 cewabên nîşankirî rêyî mirov bide

  • Cewaba Kitêba Pîroz ji Zebûr 37:29 bixwîne

  • Nuqteyên li bin para “Çi Feydeya Van Gotinan ji bo Te Heye?” bixwîne. Eger wext hebe, ayetan jî bixwîne û bala mirov bikişîne ser resiman

  • Teklîf bike ku hûn li ser pirsa ku li jêrê nivîsî ye, sohbet bikin û dest bi dersa pêşîn bike

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne