WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Gelo Tu li ser Înternetê bi Kê re Hevaltiyê Dikî?
Li gor ferhengekê, peyva “dost” tê maneya “kesekî ku bi kesekî din ve girêdayî ji ber ku ew ji wî hez dike yan qedrê wî digire”. Mesela, piştî ku Dawid Golyat kuşt, ew û Yonatan bûn dostên hev (1Sm 18:1). Her du jî xwediyê sifetên baş bûn, û bi saya vê yekê, ew pir nêzîkî hev bûn. Belê, ji bo ku hevaltiya di nav du kesan de xurt be, gerek ew hevdû rind nas bikin. Lê ji bo ku hevdûnaskirinê, helbet pir wext û xîret lazim e. Lê belê, îro bi navgîniya torên civakî, mirov bi hêsanî dikarin bibin “hevalên” hev. Ji bo vê tenê lazim e ku ew hevdû bişopînin. Li ser Înternetê, pir hêsan e ku mirov xisûsiyetên xwe veşêre û xwe bi gotin û hereketên xwe wek kesekî baş nîşan bide. Loma, wê baş be ku tu pêşî bifikirî ka tu kîjan mirovan dixwazî bişopînî û bikî hevalên xwe. Gava kesek ji te re teklîfa hevaltiyê dişîne lê tu wî rind nas nakî, netirse ku ewê bixeyîde eger tu teklîfa wî red bikî. Hin kesan qerar da ku tu torên civakî bi kar neynin, da ku ew rastî talûkeyên wisa neyên. Lê eger te qerar daye ku torên civakî bi kar bînî, wê baş be ku tu çi ji bîr nekî?
LI VÎDEOYA MALPERÊN SOSYAL BI BÎLANÎ BIDE XEBATÊ (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Pêşiya ku tu resim yan nivîsekê biweşînî, gerek tu li ser çi bifikirî?
Çima muhîm e ku tu “hevalan” li ser Înternetê bi dîqat hilbijêrî?
Gerek tu çima sînoran daynî ku çi qas wext li ser torên civakî xerc bikî? (Ef 5:15, 16)