KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb23 Çile r. 5
  • Baweriya Xwe ya bi Peyva Xwedê Xurttir Bike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Baweriya Xwe ya bi Peyva Xwedê Xurttir Bike
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Malzemeya Eleqedar
  • Xwe Bispêre Yehowa û Qerarên Baş Bide
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Her Roj Kitêba Pîroz Bixwîne û li Hîkmetê Bigere
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Bi Dilnizmî Qebûl Bike ku Tu Her Tiştî Nizanî
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • “Peyvê Bînin Cih”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
Zêdetir Bibîne
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
mwb23 Çile r. 5
Albûm: Xwişkeke ciwan Kitêba Pîroz dixwîne û lêkolîn dike. 1. Ew li ser lewheyekê ji xwe re dinivîse ku kesên di Kitêba Pîroz de kengê dijiyan. 2. Ew li ser jw.org çapa lêkolînê ya “Wergera Dinyaya Nû” dixwîne. 3. Ew li xerîteyeke herêmên Kitêba Pîroz dinêre. 4. Ew resmekî serokkahîn çêdike û kincên wî bi nav dike.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Baweriya Xwe ya bi Peyva Xwedê Xurttir Bike

Peyva Xwedê dikare jiyana me xweştir bike (Îbr 4:12). Lê ji bo ku em ji rêberî û şîretên wê feydeyê bistînin, gerek em bawer bikin ku ew bi rastî “peyva Xwedê” ye (1Se 2:13). Em çawa dikarin baweriya xwe ya bi Kitêba Pîroz xurttir bikin?

Her roj qismekî ji Kitêba Pîroz bixwîne. Gava tu dixwînî, li îsbatên ku nivîskarê Kitêba Pîroz Yehowa ye, bigere. Mesela, şîretên di kitêba Methelokên Silêman de lêkolîn bike û bala xwe bidê ku gotinên wê çi qas bihîkmet in û ji bo xêra me ne (Mtl 13:20; 14:30).

Ji xwe re meseleyekê lêkolîn bike. Îsbatên ku Kitêba Pîroz ji îlhama Xwedê ye, baş nas bike. Di Rêberiya Lêkolînê ya Şahidên Yehowa de di nava qismê “Kitêba Pîroz” de li “Ji Îlhama Xwedê” mêze bike. Wekî din, tu dikarî Pêveka A3 ya di Wergera Dinyaya Nû de lêkolîn bikî û bi vî awayî baweriya xwe xurt bikî ku Kitêba Pîroz nehatiye guhertin.

LI VÎDEOYA SEBEBÊN BAWERIYA ME YA BI … PEYVA XWEDÊ TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Dîwarê perestgehekê yê li Karnakê (Misir) çawa îsbat dike ku Kitêba Pîroz rast e?

  • Em ji ku dizanin ku Kitêba Pîroz nehatiye guhertin?

  • Tu çi dibêjî, ev yek ku Kitêba Pîroz heta îro hatiye parastin çawa îsbat dike ku ew Peyva Xwedê ye? (Îşaya 40:8 bixwîne).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne