Zanînên Zêde
1. “Babîla Mezin” Çi ye?
Em çawa dizanin ku “Babîla mezin” hemû dînên sexte temsîl dike? (Peyxam 17:5). Bala xwe bide van sebeban:
Ew li ser temamiya dinyayê tesîr dike. Li ser Babîla Mezin tê gotin ku ew li ser ‘elalet û miletan’ rûniştiye. Hukmê wê “li ser padîşahên dinyayê heye” (Peyxam 17:15, 18).
Ew ne hêzeke siyasî yan ticarî ye. “Padîşahên dinyayê” û “bazirganên” dinyayê di dema tunekirina Babîla Mezin de sax dimînin (Peyxam 18:9, 15).
Ew di heqê Xwedê de derewan dibêje. Ji wê re fahîşe, yanî jineke laşfiroş, tê gotin, çimkî ew ji bo pere û karên xwe bi hukûmetan re hevalbendiyê ava dike (Peyxam 17:1, 2). Ew însanên ji hemû gel û miletan dixapîne û ji bo mirina gelek kesan mesûl e (Peyxam 18:23, 24).
2. Mesîh wê Kengê Bihata?
Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku gerek heta hatina Mesîh 69 hefte derbas bibûna (Danîêl 9:25 bixwîne).
Wan 69 hefteyan kengê dest pê kir? B.M. di sala 455an de. Wê salê, Nehemyayê Walî “bona avakirina Orşelîmê” hat wî bajarî (Danîêl 9:25; Nehemya 2:1, 5-8).
Ew 69 hefte çi qas dirêj bûn? Li gor hin pêxembertiyên Kitêba Pîroz, rojek salekê temsîl dike (4. Mûsa 14:34; Hêzekîêl 4:6). Yanî, her hefteyek tê hesabê heft salan. Di vê pêxembertiyê de, 69 hefte dibin 483 sal (69 x 7).
Ew 69 hefte kengê bi dawî bûn? Eger em B.M. ji sala 455an ve dest pê bikin û 483 salan bijimêrin, emê bigihîjin P.M. sala 29an.a Tam di vê salê de, Îsa bin av bû û bû Mesîh! (Lûqa 3:1, 2, 21, 22).
3. Tedawiyên Tibî yên ku bi Xwînê ve Girêdayî ne
Xizmetkarên Yehowa neqla xwînê qebûl nakin û xwîna xwe bexş nakin, yanî nadin kesî. Eger xwîna kesekî ji bo tedawiyeke tibî bê bikaranîn, gelo ew dikare vê yekê qebûl bike? Belkî xwîna kesekî berî emeliyatê bê kişandin û depokirin. Xizmetkarên Xwedê vê yekê qebûl nakin (5. Mûsa 15:23).
Lê belê, hin tedawiyên din dikarin bên qebûlkirin. Mesela, yên wek testa xwînê, hemodiyalîz, hemodilusyon, bikaranîna makîneya xelaskirina hucreyan (cell-salvage) yan jî makîneya dil-pişikê. Her xizmetkarekî Xwedê bixwe gerek qerarê bide ku gerek xwîna wî di dema emeliyat, testên tibî, yan tedawiyekê de çawa bê bikaranîn. Belkî her doktorek van tedawiyên tibî bi awayekî cuda çêdike. Ji ber vê yekê, berî qebûlkirina emeliyateke cerahî, testeke tibî yan tedawiyekê, gerek her xizmetkarekî Xwedê bi xwe tam fehm bike ka xwîna wî wê çawa bê bikaranîn. Bala xwe bide van pirsan:
Eger di dema tedawî yan emeliyatê de hinek xwîna te ji bedena te bê kişandin û herikîna wê belkî ji bo demekê bê sekinandin, gelo wijdanê te wê qebûl bikira ku ev xwîn hê perçeyekî bedena te ye, û hewce nake ku ‘li ser erdê bê rijandin’? (5. Mûsa 12:23, 24).
Eger di dema tedawî yan emeliyatê de hinek xwîna te bê kişandin, edilandin û rasterast vegere bedena te, gelo teyê ev tedawî qebûl bikira yan wijdanê te wê nerihet bibûya?
4. Cihêbûna Jin û Mêr
Xwedê naxwaze ku jin û mêr ji hev cihê bibin, û cihêbûna wan qet heq nade wan ku ew bi kesekî din re bizewicin (1. Korîntî 7:10, 11). Lê belê, di hin hal û rewşan de hin xizmetkarên Xwedê qerar da ku ji hev cihê bibin.
Kesek bi qesdî debara malê nake: Zilamek red dike ku ji aliyê madî ve debara mala xwe bike; jina wî û zarokên wî bê hewcedariyên esasî yên jiyanê dimînin (1. Tîmotêyos 5:8).
Kesek şideta giran li malbatê dike: Şidet siheta ferdên malbatê yan jiyana wan dixe xeter û talûkeyê (Galatî 5:19-21).
Kesek îbadeta ji Yehowa re nemumkin dike: Jin yan mêrek qet nahêle ku yek ji wan ji Yehowa re îbadetê bike (Karên Şandiyan 5:29).
5. Eyd û Cejn
Xizmetkarên Xwedê eyd û cejnên ku Yehowa ji wan ne razî ye, pîroz nakin. Lê di hin hal û rewşan de gerek her xizmetkarekî Xwedê li gor Kitêba Pîroz û li gor wijdanê xwe qerarê bide ka ew çawa hereket bike. Bala xwe bide van mîsalan.
Kesek ji te re dibêje, “Eyda te pîroz be!”. Belkî tu dikarî bes bibêjî, “Zor spas”. Eger ew kes bixwaze vê meseleyê fehm bike, tu dikarî ji wî re şîrove bikî ku tu çima wê cejnê pîroz nakî.
Jin yan mêrê te ne yek ji Şahidên Yehowa ye, ew dixwaze ku hûn di roja cejnê de bi merivan re xwarinê bixwin. Eger wijdanê te vêya qebûl bike, ji wî yan wê re şîrove bike ku eger adeteke ne li gor Kitêba Pîroz hebe, wê çaxê tu nikarî tev lê bibî.
Serkarê te di dema cejnekê de xelatekê dide te. Gelo gerek tu vê xelatê red bikî? Na, ne şert e. Ka li ser van pirsan bifikire: Gelo serkarê te dixwaze şikurdariya xwe ji bo karê teyî baş nîşan bide? Yan jî, eger tu vê xelatê qebûl bikî, gelo serkarê te wê bifikire ku tu vê cejnê pîroz dikî?
Kesek di dema cejnekê de eydaniyê dide te. Belkî ew kes bibêje: “Ez dizanim ku tu vê cejnê pîroz nakî, lê dîsa jî ez dixwazim dilê te şa bikim.” Berî ku tu qerarê bidî ka tu eydaniyê qebûl bikî yan na, ji xwe bipirse: “Gelo niyeta wî tenê ev e ku qenciyekê bike? Yan jî, gelo ew dixwaze biceribîne ka ez bi rastî li gor îmana xwe dimeşim?” Gava em qeraran didin, em dixwazin ji Yehowa re dilsoz bimînin û bibin xwediyê wijdanekî rihet (Karên Şandiyan 23:1).
6. Nexweşiyên ku Belav Dibin
Ji ber ku em ji însanan hez dikin, em pir dîqat dikin ku nexweşiyek derbasî kesekî din nebe. Eger em bi nexweşiyeke ku dikare belav bibe, bikevin, yan eger em texmîn dikin ku nexweşiyeke wisa bi me re heye, gerek em hay ji xwe û kesên din hebin. Bi vî awayî, em li gor vî emrê Xwedê hereket dikin: “Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike” (Romayî 13:8-10).
Gelo em çawa dikarin li gor vê hezkirinê bimeşin? Yê ku nexweş e, gerek di navbera xwe û kesên din de mesafeyê bigire, dest nede wan, û wan hembêz yan maç neke. Eger kesên din ji bo parastina malbata xwe te dawetî mala xwe nekin, gerek tu nexeyîdî. Yê ku dixwaze bin av bibe, gerek ji koordînatorê koma rîspiyan re bibêje ku nexweşiyeke wî ya wisa heye. Bi vî awayî, rîspî wê binavbûna te wisa eyar bikin ku nexweşiya te derbasî kesekî din nebe. Berî ku tu kesekî ji bo zewacê nas bikî: Eger îhtimala nexweşiyeke ku kesên din dikarin pê bikevin bi te re hebe, testa xwînê çêke. Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku em ji kesên din hez dikin û guh didin van gotinên Kitêba Pîroz: ‘Bila her yek ji we ne tenê li kara xwe, lê belê li kara yên din jî binêre’ (Filîpî 2:4).
7. Meseleyên Hiqûqî û Ticarî
Eger em li ser hemû meseleyên ku bi kar û pere ve girêdayî ne peymanan çêkin, heta bi xwişk û birayan re jî, emê ji gelek derdan dûr bimînin (Yêremya 32:9-12). Lê dîsa jî, dibe ku xwişk û bira di van meseleyan de carinan li hev nekin. Gerek xwişk û birayên me van meseleyên wisa zû bi hev re safî bikin û aştiya xwe biparêzin.
Eger di van meseleyên giran de îftira yan xapandin çêbe, gerek em çi bikin? (Meta 18:15-17 bixwîne). Îsa Mesîh got ku gerek em li gor van sê gavan bimeşin:
Xîret bike ku hûn meseleya xwe di nav hev de safî bikin. (Li ayeta 15an binêre.)
Eger mesele safî nebû, yek yan du xwişk û birayên gihîştî bi xwe re bibe. (Li ayeta 16an binêre.)
Eger mesele dîsa jî safî nebû, alîkariyê ji rîspiyan bixwaze. (Li ayeta 17an binêre.)
Heta ku mumkin be, gerek em li hemberî xwişk û birayên xwe li mehkemeyê dozê venekin. Çimkî ev yek dikare bibe sebeb ku kesên din li ser Yehowa û civata wî bi awayekî xerab bifikirin (1. Korîntî 6:1-8). Lê carinan belkî hewce dike ku hin mesele li ber mehkemeyê bên safîkirin, mesela yên wek hevberdan, heqê mezinkirina zarokan, dayîna nefeqeyê, meseleyên sîgorta, îflas yan wesyetnameyê. Eger xwişk yan birayek van meseleyan li ber mehkemeyê bi awayekî aştiyane safî bike, ev yek ne li hemberî Kitêba Pîroz e.
Eger xwişk yan birayek ji ber sûcên giran, mesela yên wek tecawiza cinsî, destdirêjiya cinsî ya zarokan, diziya giran, birîndarkirin yan kuştina însanekî li cihên resmî giliyê kesekî din bike, ev yek ne li hemberî Kitêba Pîroz e.
a Ji 455ê B.M. ve heta 1ê B.M. dibe 454 sal. Ji 1ê B.M. ve heta 1ê P.M. dibe tenê salek (yanî sala sifir tune ye). Û ji 1ê P.M. ve heta 29ê P.M. dibe 28 sal. Ev gişt bi hev re dike 483 sal.