KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • th ders 14 r. 17
  • Derxistina Fikrên Sereke

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Derxistina Fikrên Sereke
  • Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe
  • Malzemeya Eleqedar
  • Fikrên Sereke di ber Çavan re Derbas Bike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Dawiya Bitesîr
    Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe
Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe
th ders 14 r. 17

DERS 14

Derxistina Fikrên Sereke

Ayet

Îbranî 8:1

BI KURTASÎ: Gotara xwe li gor rêzeke bimantiq pêşkêş bike û nîşan bide ku fikrên sereke bi armanca gotarê ve çawa girêdayî ne.

ÇAWA:

  • Armancekê deyne. Bifikire ku armanca gotara te çi ye: Gelo tu dixwazî guhdaran agahdar, îqna an teşwîq bikî? Paşê, gotara xwe li gor vê armancê hazir bike. Muhîm e ku hemû fikrên sereke bi vê armancê ve girêdayî bin.

    Pêşniyaz

    Ji xwe bipirse: “Li ser vê mijarê, dibe ku kîjan pirs an îtirazên guhdaran hebin? Bi îhtimaleke mezin, ewê pirsên xwe li gor kîjan rêzê bipirsin?” Paşê, fikrên sereke li gor vê rêzê pêşkêş bike ku guhdar karibin gotinên te bi hêsanî fehm bikin û qebûl bikin.

  • Mijara gotarê zelal bike. Li tevahiya gotarê gelek caran behsa mijarê bike.

  • Fikrên sereke bi awayekî hêsan pêşkêş bike. Tenê fikrên ku bi rastî bi mijarê ve girêdayî ne, hilbijêre. Hesab bike ku tu li wexta tayînkirî karibî çend fikran bi awayekî bitesîr pêşkêş bikî. Bi zêdeyî fikrên sereke pêşkêş neke. Her yek ji fikrên sereke bi zelalî bîne zimên. Fikrên sereke yek bi yek nîşan bide û bi awayekî herikî ji fikrekê derbasî fikra din bibe.

    Pêşniyaz

    Eger tu di destpêkê de behsa fikrên sereke bikî, guhdar wê bi rihetî karibin mijarê bişopînin. Wekî din, tu dikarî fikrên sereke li dawiyê bibêjî ku guhdar van fikran ji bîr nekin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne