KILAM 55
Ji Wan Netirsin
1. Xizmetkarên min ên hêja
mizgînê belav bikin.
Ji dijminan netirsin,
hûnê bên xelaskirin.
Bila her kes bibihîze
ku Îsa Padîşah e.
Rojên Îblîs hindik mane,
Îsa wê wî girêde.
(DÎSGOTIN)
Qet netirsin ji însanan,
çimkî ez li ba we me.
Ezê we tim biparêzim,
wek bîboka çavê xwe.
2. Dijminên we gelek bin jî,
qewî xuya bikin jî,
li ser we bikenin jî,
we biçûk bibînin jî,
ji bîr nekin ey berxên min
ku tenê ez im Xwedê.
Yên dilsoz wê bên parastin
heta roja zaferê.
(DÎSGOTIN)
Qet netirsin ji însanan,
çimkî ez li ba we me.
Ezê we tim biparêzim,
wek bîboka çavê xwe.
3. Hêz û mertalê we ez im,
biqerar û cesûr bin.
Ji mirinê netirsin,
ji dil bi min bawer bin.
Eger dijmin we bikujin,
ezê we dîsa rakim.
Heta dawiyê dilsoz bin,
ezê we xelat bikim.
(DÎSGOTIN)
Qet netirsin ji însanan,
çimkî ez li ba we me.
Ezê we tim biparêzim,
wek bîboka çavê xwe.
(Li van ayetan jî binêre: 5. Mû. 32:10; Nhy. 4:14; Zeb. 59:1; 83:2, 3)