KILAM 21
Pêşiyê Bala Xwe Bide Padîşahiya Xwedê
1. Padîşahiya ezmanî
bi destê Îsa Mesîh
wê hemû daxwazên Xwedê
û sozên wî bîne cih.
(DÎSGOTIN)
Pêşiyê bala xwe bide
Padîşahiya Xwedê.
Bi dilsozî xizmet bike
li ser rêya rastiyê.
2. Ji bo îhtiyacên sibê
tu caran xeman nexwe.
Yehowa bi xwe soz daye,
ew me birçî nahêle.
(DÎSGOTIN)
Pêşiyê bala xwe bide
Padîşahiya Xwedê.
Bi dilsozî xizmet bike
li ser rêya rastiyê.
3. Hêviyê bide mirovan,
mizgînê belav bike.
Padîşahiya Yehowa
wê bereketan bîne.
(DÎSGOTIN)
Pêşiyê bala xwe bide
Padîşahiya Xwedê.
Bi dilsozî xizmet bike
li ser rêya rastiyê.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 27:14; Met. 6:34; 10:11, 13; 1. Ptr. 1:21)