KILAM 25
Ew Aîdî Te ne
1. Xwedê ji nav însanan
kurên xwe yên meshkirî
top kirine ji xwe re,
wek kesên xisûsî.
(DÎSGOTIN)
Ew aîdî te ne,
navê te li ser wan e.
Ew pesnê te didin
û îlan dikin rûmeta te.
2. Miletekî pîroz in,
belav dikin rastiyê.
Ew bi hev re dimeşin
li ser rêya Xwedê.
(DÎSGOTIN)
Ew aîdî te ne,
navê te li ser wan e.
Ew pesnê te didin
û îlan dikin rûmeta te.
3. Îşê wan pir muhîm e,
ew top dikin miyên din.
Ew ji Berx re dilsoz in,
emrên wî pêk tînin.
(DÎSGOTIN)
Ew aîdî te ne,
navê te li ser wan e.
Ew pesnê te didin
û îlan dikin rûmeta te.
(Li van ayetan jî binêre: Îşa. 43:20b, 21; Malx. 3:17; Kol. 1:13)