WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Dê û Bavno, Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew Dilê Yehowa Xweş Bikin
Yehowa pir qîmetê dide ciwanan. Gava ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve diçin û sebrê nîşan didin, Yehowa pir bala xwe dide vê yekê (1Sm 2:26; Lq 2:52). Zarokên pir biçûk jî dikarin bi rabûn û rûniştina xwe ya baş dilê Yehowa xweş bikin (Mtl 27:11). Yehowa bi saya teşkîlata xwe hacetên pir baş dane destê dê û bavan. Bi alîkariya van hacetan ew dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew ji Yehowa hez bikin û bi ya wî bikin.
LI VÎDEOYA ZARNO: SEBIRA WE DILÊ YEHOWA ŞA DIKE! (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABA VAN PIRSAN BIDE:
Heta niha Yehowa çawa alîkarî û rêberî dida zarokan?
Îro, kîjan hacet ji bo alîkariya dê û bavan hene?
Ciwanno, Yehowa ji bo xêra we çi kiriye, û çima ev yek ji bo we bifeyde bû?