KILAM 99
Xwişk û Birayên Biqîmet
(Peyxam 7:9, 10)
1. Xwişk û birayên biqîmet
çi qas gelek bûne!
Her yek ji wan dilsoz e,
şahidiyê dike.
Elaleteke mezin
ji hemû miletan
pesnê Yehowa Xwedê dide
her roj bi dil û can.
2. Xwişk û birayên biqîmet
li ber textê Xwedê
navê wî îlan dikin
li hemû dinyayê.
Îşê wan hêsan nîne,
lê ew sebat dikin.
Îsa Mesîh alî wan dike,
da ku ew newestin.
3. Xwişk û birayên biqîmet
jîr û jêhatî ne.
Ew di îşê Xwedê de
kar dikin tevî me.
Xwedê me diparêze
û qewetê dide.
Yehowa em hilbijartine
wek hevalkarên xwe.
(Li van ayetan jî binêre: Îşa. 52:7; Met. 11:29; Pey. 7:15)