KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lmd ders 4
  • Dilnizm Be

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Dilnizm Be
  • Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Pawlos Çi Kir?
  • Em Dikarin ji Pawlos Çi Bielimin?
  • Wek Pawlos Bike
  • Yehowa Qîmetê Dide Xizmetkarên Xwe yên Dilnizm
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
  • Sifatên Baş Eyan Bike: Dilnizmî
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2017
  • “Zêdetir li ser Xwe Nefikire”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Bi Hurmet Xeber Bide
    Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
lmd ders 4

DEST BI SOHBETÊ BIKE

Pawlosê şandî bi zincîran bi nobedarekî re girêdayî ye, ew bi qedrê bi Egrîpa Padîşah, Fêstos Walî û Bernîkê re xeber dide.

Karên Şandiyan 26:2, 3

DERS 4

Dilnizm Be

Prensîp: “Bila bi nefsbiçûkî her yek ji we yên din di ser xwe re bigire” (Filîpî 2:3).

Pawlos Çi Kir?

Pawlosê şandî bi zincîran bi nobedarekî re girêdayî ye, ew bi qedrê bi Egrîpa Padîşah, Fêstos Walî û Bernîkê re xeber dide.

VÎDEO: Pawlos Mizgînê Dide Egrîpa Padîşah

1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Karên Şandiyan 26:2, 3 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:

  1. Gava Pawlos bi Egrîpa Padîşah re xeber da, wî çawa dilnizmî nîşan da?

  2. Pawlos çawa bala mirovan ne li ser xwe, lê li ser Yehowa û Nivîsarên Pîroz kişand? (Li Karên Şandiyan 26:22 binêre).

Em Dikarin ji Pawlos Çi Bielimin?

2. Gava em bi dilnizmî û bi hurmet xeber didin, xebera xêrê dikare hê zêdetir bala mirovan bikişîne.

Wek Pawlos Bike

3. Bi hurmet xeber bide. Wisa xeber nede qey kesên din tu tiştî nizanin, lê tu her tiştî dizanî.

4. Nîşan bide ku her tiştê ku tu hîn dikî li ser esasê Kitêba Pîroz e. Gotinên Xwedê dikarin li ser dil û fikrên mirovan tesîr bikin. Gava em Kitêba Pîroz bi kar tînin em îmana wan li ser esasê rast ava dikin.

5. Her tim sernerm be. Tim li ser gotinên xwe nesekine. Em naxwazin bi kesên din re minaqeşe bikin. Dilnizm be, her tim rihet bimîne û wexta çûyînê bizanibe (Mtl. 17:14; Tît. 3:2). Eger tu bi nermî xeber bidî, belkî carekê din mirov wê hazir bin ku guh bidin mizgînê.

LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE

Rom. 12:16-18; 1. Kor. 8:1; 2. Kor. 3:5

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne