KILAM 39
Li ber Xwedê Navekî Baş Qazanc Bike
(Waiz 7:1)
1. Di emrê me de, daxwaza me ev e
ku li ber Xwedê, navê me baş bibe.
Eger em hewl bidin ku tiştên baş bikin,
emê dilê wî tim şa bikin.
2. Mirov nikare bibe dostê Xwedê
eger nemîne dûrî vê dinyayê.
Dostaniya Xwedê gelek biqîmet e,
tiştekî xweştir qet tune ye.
3. Dostên Yehowa nayên jibîrkirin,
ewê bistînin xelateke mezin.
Eger em nêzîkî Yehowa bimînin,
emê tu caran poşman nebin.
(Li van ayetan jî binêre: 1. Mû. 11:4; Mtl. 22:1; Malx. 3:16; Pey. 20:15)