KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lmd ders 10
  • Biqerar Be ku Tu Mirovan Bikî Şagirt

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Biqerar Be ku Tu Mirovan Bikî Şagirt
  • Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Îsa Mesîh Çi Kir?
  • Em Dikarin ji Îsa Mesîh Çi Bielimin?
  • Wek Îsa Mesîh Bike
  • Alî Xwendekarê Xwe Bike ku Ew Bibe Xizmetkarê Yehowa
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Kursên Kitêba Pîroz, ên ku ber bi Binavbûnê ve Diçin – Qisim 1
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • ‘Herin, Mirovan Bikin Şagirt’
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ew Bin Av Bibin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
Zêdetir Bibîne
Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
lmd ders 10

MIROVAN BIKE ŞAGIRT

Îsa nîvê şevê bi Nîkodêmos re di hewşê de sohbetê dike.

Yûhena 3:1, 2

DERS 10

Biqerar Be ku Tu Mirovan Bikî Şagirt

Prensîp: “Me dixwest em ne bi tenê Mizgîniya Xwedê bidin we, lê jiyana xwe jî bi we re leva bikin, çimkî hûn bûbûn hezkiriyên me” (1. Selanîkî 2:8).

Îsa Mesîh Çi Kir?

Îsa nîvê şevê bi Nîkodêmos re di hewşê de sohbetê dike.

VÎDEO: Îsa Nîkodêmos Hîn Dike

1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Yûhena 3:1, 2 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:

  1. Gelo Nîkodêmos çima nîvê şevê hat cem Îsa? (Li Yûhena 12:42, 43 binêre.)

  2. Îsa nîvê şevê Nîkodêmos qebûl kir ku bi wî re sohbet bike. Vê yekê çawa nîşan da ku ew biqerar bû ku mirovan bike şagirt?

Em Dikarin ji Îsa Mesîh Çi Bielimin?

2. Em ji dil dixwazin alî mirovan bikin ku ew bibin şagirt, çimkî em ji wan hez dikin.

Wek Îsa Mesîh Bike

3. Kursê li cih û wexta ku ji bo xwendekarê te minasib e, derbas bike. Belkî, ew bixwaze kursê her hefte tim di eynî wextê de derbas bike. Belkî, ji bo kursê cihê karê wî, mala wî yan cihekî din hê rihettir be. Eger mumkin be, bernameya xwe li gor wî eyar bike.

4. Kursê her hefte derbas bike. Gava tu herî derekê, kursê betal neke. Li şûna vê:

  1. Gelo tu dikarî kursê di wê heftiyê de rojeke din derbas bikî?

  2. Gelo tu dikarî kursê bi destê telefonê yan vîdeokonferansê derbas bikî?

  3. Gelo tu dikarî ji xwişk an birayekî din bixwazî ku ew kursê li şûna te derbas bike?

5. Ji bo nêrîneke rast dua bike. Dibe ku xwendekarê te nikare her hefte li kursê hazir be. Belkî ew nikare tiştên ku hîn dibe di jiyana xwe de zû bîne cih. Îcar ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu dev ji xwendekarê xwe bernedî (Flp. 2:13). Bê guman, gelek sifetên wî yên baş hene. Ji bo ku tu wan bibînî, dua bike.

LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE

Mtl. 3:27; Kar. 20:35; 2. Kor. 12:15

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne