KILAM 85
Hevdû Qebûl Bikin
1. Dostên Yehowa, hûn bi xêr hatin!
Peyva Xwedê pev re hîn bibin!
Em rastiyê ji Xwedê distînin,
hemû gotinên wî dilê me şa dikin.
2. Em şikurdar in ji Yehowa re
ji bo van xwişk û birayên me.
Wan dilê xwe fireh vekiriye,
wan em di nava xwe de qebûl kirine.
3. Yehowa gazî mirovan dike,
ji wan re ew derî vedike.
Madem em hatine qebûlkirin,
lazim e ku em jî hevdû qebûl bikin!
(Li van ayetan jî binêre: Yûh. 6:44; Flp. 2:29; Pey. 22:17)