KILAM 77
Ronahiya li Dinyaya Reş û Tarî
1. Rojên me reş û tarî ne,
dinya pir xerab e.
Lê belê, wext hindik maye,
roja nû nêzîk e.
(DÎSGOTIN)
Wek tîrêjên rojê,
mizgîna me ronahî
û hêviyê dide,
mîna şewqa tavê
di nava tariyê de
dibiriqe.
2. Yehowa dixwaze ku em
vê xeberê bidin.
Em diçin ba kesên dilpak
ku wan hişyar bikin.
(DÎSGOTIN)
Wek tîrêjên rojê,
mizgîna me ronahî
û hêviyê dide,
mîna şewqa tavê
di nava tariyê de
dibiriqe.
(Li van ayetan jî binêre: Yûh. 3:19; 8:12; Rom. 13:11, 12; 1. Ptr. 2:9)