Qisim 1 Pêşgotin
Kitêba Pîroz bi vê yekê dest pê dike ku Yehowa Xwedê çawa ezman û erd çêkirine. Peyva Xwedê çavê me ji bo tiştên ku wî çêkirine vedike. Eger zarokên we hebin, alî wan bikin ku ew vê yekê bibînin: Xwedê hemû tişt xweşik û rengîn xuliqandine. Nîşanî wan bidin ku Xwedê mirov wisa çêkirine ku ew di ser heywanan re ne. Mirov dikarin xeber bidin, bifikirin, tiştên nû çêkin, bistirên û dua bikin. Alî zarokên xwe bikin ku ew qîmetê bidin qudret, hîkmet û bi xisûsî jî hezkirina Yehowa. Ew ji me û ji hemû tiştên ku wî çêkirine hez dike.