KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Jina Lût Bînin Bîra Xwe
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Gava Lût û keçên wî ji Sodomê direvin, jina Lût dibe stûneke xwê

      DERS 10

      Jina Lût Bînin Bîra Xwe

      Lût li cem apê xwe Birahîm li welatê Kenanê dijiya. Gelek heywanên Birahîm û Lût çêbûn. Erdê ku ew lê diman êdî têra wan nedikir. Birahîm ji Lût re got: ‘Êdî em nikarin li cem hev bimînin. Ji kerema xwe re ka bêje tu dixwazî herî ku derê û ezê herim cihekî din. Eger tu herî aliyê çepê, ezê herim aliyê rastê.’ Birahîm ne tenê li ser xwe, lê li ser Lût jî difikirî, ma ne wisa ye?

      Lût li nêzîkî bajarê Sodomê cihekî xweşik dît. Li wir gelek av û şînahî hebûn. Ji ber vê yekê, ew û malbata xwe çûn wir.

      Bajarê Gomorayê nêzîkî bajarê Sodomê bû. Xelkê Sodom û Gomorayê kesên pir xerab bûn. Loma Yehowa qerar da ku van bajaran wêran bike. Lê Xwedê dixwest ku Lût û malbata wî sax bimînin. Ji ber vê yekê, wî du melek şandin ku wan hişyar bikin: ‘Ecele bikin! Zû ji vî bajarî derkevin! Yehowa wê vî bajarî wêran bike.’

      Lê Lût ecele nekir. Ew zû ji bajêr derneket. Ji ber vê yekê, melekan bi destê Lût, jina wî û her du keçên wî girtin û ew bi lez ji bajêr derxistin. Melekan ji wan re got: ‘Ji bo ku hûn sax bimînin, birevin! Li dû xwe nenêrin. Eger hûn li dû xwe binêrin, hûnê bimirin!’

      Agir û kewkurd li ser Sodom û Gomorayê dibarin

      Gava ew gihîştin bajarê Soarê, Yehowa agir û kewkurd li ser Sodom û Gomorayê barandin. Ev her du bajar bi temamî hatin wêrankirin. Îcar jina Lût guh neda Yehowa. Wê li dû xwe mêze kir û bû stûna xwê! Lût û keçên wî pir xemgîn bûn. Lê ji ber ku wan guh da Yehowa, tiştek bi wan nehat û ew sax man. Ew kêfxweş bûn ku wan bi ya Xwedê kir.

      “Jina Lût bînin bîra xwe” (Lûqa 17:32).

      Pirs: Yehowa çima bajarên Sodom û Gomorayê wêran kirin? Çima jina Lût bû stûna xwê?

      1. Mûsa 13:1-13; 19:1-26; Lûqa 17:28, 29, 32; 2. Petrûs 2:6-9

  • Îmana Birahîm Tê Ceribandin
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Birahîm û Îshaq diçin herêma Moriyayê

      DERS 11

      Îmana Birahîm Tê Ceribandin

      Birahîm kurê xwe Îshaq dielimand ku ew ji Yehowa hez bike û baweriya xwe bi hemû sozên Yehowa bîne. Gava Îshaq teqrîben 25 salî bû, Yehowa ji Birahîm xwest ku ew tiştekî pir zor bike. Gelo ev çi bû?

      Xwedê ji Birahîm re got: ‘Ji kerema xwe re kurê xwe yê yekta bibe û wî li erdê Moriyayê li ser çiyayekî bike qurban.’ Birahîm nizanibû ku çima Yehowa vê yekê ji wî dixwaze. Lê wî dîsa jî guh da Yehowa.

      Roja din serê sibê zû, Birahîm rabû Îshaq û du xulamên xwe birin û ketin rêya Moriyayê. Piştî sê rojan, wan çiyayên Moriyayê ji dûr ve didîtin. Birahîm ji xulamên xwe re got: ‘Hûn li vir bimînin. Ez û Îshaq emê herin qurbanekê pêşkêş bikin.’ Birahîm dar û êzing li milê Îshaq kir û kêrek bi xwe re bir. Îshaq got: ‘Bavo! Miya ku em bikin qurban ka li ku ye?’ Birahîm cewab da: ‘Kurê min Yehowa wê qurbanê peyda bike.’

      Dawiya dawî ew gihîştin çiyê. Wan qurbangehek çêkir. Piştre Birahîm dest û lingên Îshaq girêdan û ew danî ser qurbangehê.

      Îshaq li ser qurbangehê girêdayî ye û Birahîm kêrekê digire

      Birahîm kêr girt destê xwe. Tam di wê wextê de, melekê Yehowa ji ezmanan bang kir û got: ‘Birahîm! Tiştekî bi kurê xwe neke! Ji ber ku tu hazir î ku kurê xwe bikî qurban, niha ez dizanim ku îmana te bi Xwedê heye.’ Piştre Birahîm dît ku beranek bi qiloçên xwe di nav deviyê de asê maye. Wî zû dest û lingên Îshaq vekirin û li şûna wî beranek kir qurban.

      Ji wê rojê ve, Yehowa ji Birahîm re got: ‘Tu dostê min î.’ Tu dizanî çima? Ji ber ku Birahîm her tiştê ku Yehowa ji wî dixwest dikir, heta gava Birahîm nizanibû çima jî.

      Birahîm girêdana Îshaq vedike

      Yehowa soza xwe ji Birahîm re careke din got: ‘Ezê te bibereket bikim. Ezê zarok û zuriyeta te pir bikim.’ Yanî bi destê malbata Birahîm, Yehowa wê hemû mirovên baş bibereket bike.

      “Xwedê ji dinyayê ew qas hez kir ku wî Kurê xweyî yekta da, da ku her kesê ku baweriya xwe bi wî tîne, helak nebe, lê jiyana herheyî bi dest bixe” (Yûhena 3:16).

      Pirs: Birahîm çawa nîşan da ku ew baweriya xwe bi Yehowa tîne? Yehowa çi soz da Birahîm?

      1. Mûsa 22:1-18; Îbranî 11:17-19; Aqûb 2:21-23

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne