KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Aqûb Mîrasê Distîne
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Aqûb sênîkeke xwarinê dide Esaw ji bo ku heqê nixurîtiyê jê bistîne

      DERS 12

      Aqûb Mîrasê Distîne

      Îshaq û Rebeka bi kurên xwe yên cêwî Aqûb û Esaw re

      Gava Îshaq 40 salî bû, ew bi Rebekayê re zewicî. Wî pir ji wê hez dikir. Piştî demekê, du kurên wan ên cêwî çêbûn.

      Navê yê mezin Esaw û yê biçûk jî Aqûb bû. Esaw ji jiyana li derve hez dikir. Ew nêçîrvanekî jêhatî bû. Lê Aqûb hez dikir ku li malê bimîne.

      Di zemanên berê de gava di malbatê de bav dimir, mal, erd û pere herî zêde ji kurê mezin re diman. Ji vê re mîras dihat gotin. Di malbata Îshaq de, di nav vê mîrasê de sozên ku Yehowa dabûn Birahîm jî hebûn. Esaw qîmet nedida van sozan, lê Aqûb dizanibû ku ev sozên Xwedê pir muhîm in.

      Aqûb û Esaw

      Rojekê Esaw piştî nêçîreke dirêj hat malê. Ew pir westiyayî bû. Aqûb xwarin çêdikir. Bêhna vê xwarina xweş çû Esaw. Esaw ji Aqûb re got: ‘Ez dikim ji birçînan bimirim! Ji vê xwarina sor hinekî bide min!’ Aqûb got: ‘Ezê bidim te, lê pêşî soz bide min ku tuyê mîrasa xwe bidî min.’ Esaw got: ‘Mîras ne xema min e! Bila ji te re be. Ez tenê dixwazim bixwim.’ Li gor te, gelo ev tiştê ku Esaw kir tiştekî baş bû? Na, ne baş bû. Esaw tiştekî pir biqîmet ji bo sênîkeke xwarinê da.

      Îshaq pir kal bûbû. Êdî wext hatibû ku bereketê bide kurê xwe yê mezin. Lê Rebekayê alî kurê xwe yê biçûk Aqûb kir ku ew bereketê bistîne. Gava Esaw bi vê yekê hesiya, ew pir qehirî û bi hêrs ket. Wî qerar da ku birayê xwe bikuje. Îshaq û Rebekayê dixwest Aqûb biparêzin, îcar wan jê re got: ‘Here cem birayê diya xwe Laban. Heta bêhna birayê te fireh bibe, li wir bimîne.’ Aqûb guh da şîreta dê û bavê xwe. Ji bo ku canê xwe xelas bike, reviya û çû wê derê.

      “Eger mirovek temamiya dinyayê bi dest bixe, lê jiyana xwe winda bike, ma çi feydeya wî heye? Gelo mirov dikare çi bide ku jiyana xwe bi dest bixe?” (Marqos 8:36, 37).

      Pirs: Esaw yekî çawa bû? Lê Aqûb yekî çawa bû? Çima Aqûb di şûna Esaw de bereket stand?

      1. Mûsa 25:20-34; 27:1–28:5; Îbranî 12:16, 17

  • Aqûb û Esaw di Nav Xwe de Aştiyê Çêdikin
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Aqûb serê xwe ditewîne û Esaw ber bi wî ve baz dide

      DERS 13

      Aqûb û Esaw di Nav Xwe de Aştiyê Çêdikin

      Yehowa soz da Aqûb ku ewê wî wek Birahîm û Îshaq biparêze. Aqûb li bajarê Haranê ma û li wê derê zewicî. Niha malbateke wî ya mezin hebû û ew pir dewlemend bû.

      Piştî demekê Yehowa ji Aqûb re got: ‘Vegere welatê xwe.’ Ji ber vê yekê, Aqûb û malbata wî ketin rêyeke dûr û dirêj. Di rê de xulamên Aqûb hatin cem wî û wan ji wî re got: ‘Birayê te Esaw tê û 400 zilam bi wî re ne!’ Aqûb tirsiya ku Esaw tiştekî bîne serê wî û malbata wî. Wî ji Yehowa re dua kir: ‘Ji kerema xwe re min ji destê birayê min biparêze.’ Roja din Aqûb gelek mî, bizin, çêlek, deve û ker wek diyarî ji birayê xwe re şandin.

      Wê şevê wexta ku Aqûb bi tena serê xwe bû, wî melekek dît! Melek bi wî re gulaş girt. Wan heta serê sibê gulaş girt. Aqûb birîndar bû, lê dîsa jî wî dev ji melek berneda. Melek got: ‘Min berde ez herim.’ Lê Aqûb got: ‘Heta ku tu min bibereket nekî, ez te bernadim.’

      Dawiya dawî melek Aqûb bibereket kir. Niha Aqûb dizanibû ku Yehowa bi wî re ye û nahêle ku Esaw tiştekî bîne serê wî.

      Piştî ku roj hat hilatin, Aqûb ji dûr ve birayê xwe Esaw û 400 zilamên wî dîtin. Aqûb li pêşiya malbata xwe çû û heft caran serê xwe li ber birayê xwe tewand erdê. Esaw baz da cem Aqûb û ew hembêz kir. Her du bira bi dilşewatî bi hev re giriyan û li hev hatin. Tu çi difikirî, gava Yehowa dît ku Aqûb ev mesele çawa safî kir, gelo Yehowa ev yek çawa dît?

      Piştre Esaw vegeriya mala xwe. Aqûb jî di rêya xwe de çû. 12 kurên Aqûb hebûn. Navên wan Rûbên, Şîmûn, Lêwî, Cihûda, Dan, Neftelî, Gad, Aşêr, Îssexar, Zebûlon, Ûsiv û Benyamîn bûn. Yehowa yek ji wan, yanî Ûsiv bi kar anî ku miletê xwe xelas bike. Tu dizanî çawa? Ka em binêrin.

      “Ez ji we re dibêjim: Bi dewamî ji dijminên xwe hez bikin, û ji bo yên ku zilmê li we dikin, dua bikin. Bi vî awayî hûn nîşan didin ku hûn zarokên Bavê xweyî ezmanî ne” (Meta 5:44, 45).

      Pirs: Çima Aqûb bereket stand? Aqûb û birayê xwe çawa li hev hatin?

      1. Mûsa 28:13-15; 31:3, 17, 18; 32:1-29; 33:1-18; 35:23-26

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne