-
Eyûb Kî Bû?Dersên ji Kitêba Pîroz
-
-
DERS 16
Eyûb Kî Bû?
Li welatê Ûsê zilamekî bi navê Eyûb hebû. Wî ji Yehowa re îbadet dikir. Ew yekî pir dewlemend bû û malbata wî pir mezin bû. Eyûb yekî dilrehm bû. Wî alî feqîran dikir. Wî alî jinên ku zilamên wan miribûn û zarokên ku dê û bavê wan tune bûn dikir. Eyûb tiştên ku rast bûn dikirin. Gelo ev yek dihat maneya ku tu carî bela wê neyên serê wî?
Eyûb nizanibû ku Îblîs Şeytan li wî mêze dike. Yehowa ji Îblîs re got: ‘Gelo te bala xwe daye xulamê min Eyûb? Li dinyayê kesekî wek wî tune ye. Ew guh dide min û ya rast dike.’ Îblîs cewab da: ‘Helbet Eyûb guh dide te. Tu wî diparêzî û bibereket dikî. Te mal û milk û heywan dane wî. Gava tu her tiştê wî jê bistînî, ewê êdî ji te re îbadetê neke.’ Yehowa got: ‘Tu dikarî wî biceribînî. Lê gerek tu wî nekujî.’ Yehowa çima hişt ku Îblîs Eyûb biceribîne? Yehowa dizanibû ku Eyûb wê ji wî re dilsoz bimîne.
Şeytan dest bi ceribandina Eyûb kir. Wî gelek bela anîn serê Eyûb. Pêşî wî mirovên ji miletê Sebayî şandin ku ga û kerên wî bidizin. Paşê agir bi pezên Eyûb ket û hemû pezên wî mirin. Komeke Kildaniyan jî deveyên wî dizîn. Xulamên ku li ber heywanan bûn jî hatin kuştin. Piştre belaya herî mezin hat. Gava zarokên wî bi hev re xwarin dixwar, xanî bi ser wan de ket. Hemû zarokên Eyûb mirin. Eyûb çi qas perîşan bû jî, wî dev ji îbadeta Yehowa berneda.
Îblîs dixwest Eyûb hê bêtir êşê bikişîne. Loma wî di her dera bedena Eyûb de birînên xerab derxistin. Eyûb êşeke pir giran dikişand. Wî nizanibû çima ev tişt hatin serê wî. Lê Eyûb dîsa jî ji Yehowa re îbadet dikir. Xwedê her tişt didît û ew ji Eyûb pir razî bû.
Piştre Şeytan sê kes şandin ku Eyûb biceribînin. Wan ji wî re got: ‘Bê guman te guneh kiriye û tu gunehê xwe vedişêrî. Ji bo vê yekê, Xwedê te ceza dike.’ Eyûb got: ‘Min tiştekî şaş nekiriye.’ Lê ew difikirî ku Yehowa ev bela anîne serê wî û neheqî lê kiriye.
Zilamekî ciwan ê bi navê Elîhû guh dida xeberdana wan. Dûre wî xeber da û got: ‘Tiştên ku hûn dibêjin ne rast in. Yehowa ji fehmkirina me mezintir e. Ew qet xerabiyê nake. Ew her tiştî dibîne û alî kesên ku di tengasiyê de ne dike.’
Paşê Yehowa bi Eyûb re peyivî. Wî got: ‘Dema ku min erd û ezman çêkirin tu li ku derê bûyî? Çima tu dibêjî ku ez neheqiyê li te dikim? Tu xeber didî, lê tu nizanî çima ev tişt çêdibin.’ Eyûb şaşiya xwe qebûl kir û got: ‘Ez şaş im. Heta niha min li ser te tenê bihîstibû, lê niha ez bi rastî te nas dikim. Tu dikarî her tiştî bikî. Ji ber tiştên ku min gotine min efû bike.’
Eyûb di van ceribandinan de dilsoz ma. Ji ber vê yekê, Yehowa siheta wî dîsa baş kir û ew ji berê zêdetir bibereket kir. Eyûb jiyaneke xweş û emrekî dirêj derbas kir. Çi qas zor bû jî, Eyûb guh dida Yehowa. Loma Yehowa ew xelat kir. Gelo tu jî dixwazî wek Eyûb çi bê serê te jî her tim ji Yehowa re îbadetê bikî?
“We ragirtina Eyûb bihîst û we dît ku Xudan di dawiyê de ji bo wî çi kir” (Aqûb 5:11, Mizgînî).
-
-
Mûsa Qerar Da ku ji Yehowa re Xizmetê BikeDersên ji Kitêba Pîroz
-
-
DERS 17
Mûsa Qerar Da ku ji Yehowa re Xizmetê Bike
Bi zeman re malbata Aqûb li Misrê wek Îsraîlî dihat naskirin. Piştî mirina Aqûb û Ûsiv, Fîrawûnekî nû dest bi hukimdariyê kir. Ew ditirsiya ku Îsraîlî ji Misriyan xurttir bibin. Loma Fîrawûn Îsraîlî kirin koleyên xwe. Wî zor li wan dikir ku ew kerpîçan çêkin û di nav zeviyan de karên zehmet bikin. Gava Misriyan tehde li wan dikir ku ew karên giran bikin, Îsraîlî hê zêdetir dibûn. Ji ber ku kêfa Fîrawûn ji vê yekê re nehat, wî emir da ku hemû kurên Îsraîliyan, ên ku nû çêbûbûn, bên kuştin. Gelo tu dikarî xeyal bikî ku Îsraîlî çi qas tirsiyan?
Jineke Îsraîlî ya bi navê Yoxeved kurekî xweşik anî dinyayê. Ji bo ku ew wî biparêze, wê ew xist selikekê û di nav zilên çemê Nîlê de veşart. Xwişka bebek Mîryam li cihekî nêzîk sekinî û dixwest bibîne ka wê çi bibe.
Keça Fîrawûn hat ku di çem de xwe bişo û selikek dît. Gava devê selikê vekir, bebek digiriya û gunehê wê pê hat. Mîryamê pirsî: ‘Gelo ez herim ji te re jineke ku şîr bide vî bebekî bînim?’ Keça Fîrawûn got erê. Îcar Mîryam çû diya xwe Yoxeved anî. Keça Fîrawûn jê re got: ‘Vî zarokî bibe, ji bo min şîr bidê û ezê heqê te bidim te.’
Gava kurik mezin bû, Yoxevedê ew ji keça Fîrawûn re bir. Wê navê kurik kir Mûsa û ew wek kurê xwe mezin kir. Mûsa wek prensekî mezin dibû û çi bixwesta dikaribû bi dest bixista. Lê Mûsa tu carî Yehowa ji bîr nekir. Wî dizanibû ku ew bi eslê xwe ne Misrî, lê Îsraîlî bû. Mûsa qerar da ku ji Yehowa re xizmetê bike.
Wexta ku Mûsa 40 salî bû, wî dixwest alî miletê xwe bike. Rojekê wî dît ku zilamekî Misrî çawa li koleyekî Îsraîlî dixist. Îcar Mûsa derbeke ew qas giran li wî zilamî xist ku ew mir. Mûsa ew di nav qûmê de veşart. Gava Fîrawûn bi vê yekê hesiya, wî xwest Mûsa bikuje. Lê Mûsa reviya û çû welatê Mîdyanê. Li wir Yehowa li wî xwedî derket.
“[Mûsa] bi baweriyê red kir ku jê re kurê keça Firewn bê gotin. … Wî bi gelê Xwedê re cefakişandin bijart” (Îbranî 11:24, 25, Mizgînî).
-