KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Şeş Belayên Din
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Komeke mezin a kuliyan

      DERS 20

      Şeş Belayên Din

      Mûsa û Harûn çûn cem Fîrawûn ku vê xebera Xwedê ji wî re bibêjin: ‘Eger tu îznê nedî ku xelkê min here, ezê kermozan bişînim welatê te.’ Ji ber ku Fîrawûn nehişt ku ew biçin, komên mezin ên kermozan ketin malên Misriyan. Ha feqîr ha dewlemend ferqa wan tune bû. Temamiya welatê Misrê di bin kermozan de ma. Lê li herêma Goşenê ku Îsraîlî lê dijiyan kermoz tune bûn. Her sê belayên pêşîn tesîr li Îsraîliyan jî dikir, lê vê belaya çaran û belayên din zerar dida tenê Misriyan. Fîrawûn got: ‘Xelkê te dikare ji Misrê derkeve. Ji Yehowa rica bikin ku ew me ji van kermozan xelas bike.’ Lê gava Yehowa kermoz ji wan dûr xistin, Fîrawûn fikra xwe guhert. Gelo wê ew roj bihata ku Fîrawûn ji van belayan ders bistanda?

      Yehowa got: ‘Eger Fîrawûn nehêle ku xelkê min here, heywanên Misriyan wê nexweş bikevin û bimirin.’ Roja din heywanên wan mirin. Lê heywanên Îsraîliyan nemirin. Dîsa jî Fîrawûn dev ji serhişkiya xwe berneda.

      Piştre Yehowa ji Mûsa re got ku gerek ew dîsa here cem Fîrawûn û xweliya tifikê li ber çavê wî ber bi ezmanan ve hilbavêje. Xwelî bû toz û li Misrê li her derê belav bû. Ji ber vê tozê di bedena hemû Misriyan û heywanên wan de birînên bi êş derketin. Lê vê carê jî Fîrawûn îzin neda ku Îsraîlî biçin.

      Di Misrê de belayên 4 heta 6an: Kermoz, mirina heywanan, kunêr

      Yehowa dîsa Mûsa şand cem Fîrawûn ku vê xeberê bidê: ‘Gelo tu hê jî naxwazî xelkê min berdî? Sibê ezê zîpikan li welatê te bibarînim.’ Roja din Yehowa zîpik, birûsk û agir şandin. Ev bela belaya herî xerab bû ku heta niha li Misrê nehatibû dîtin. Ji xeynî herêma Goşenê, li her derê hemû dar û şînahî xera bûn. Fîrawûn got: ‘Ji Yehowa rica bikin ku ew vê belayê bisekinîne! Wê çaxê hûn dikarin herin.’ Lê gava ev bela sekinî, Fîrawûn wek her car fikra xwe guhert.

      Piştre Mûsa got: ‘Niha kulî wê têkevin welatê te û hemû tiştên ku ji ber zîpikan mane wê bixwin.’ Bi milyonan kuliyan hemû tiştên ku li nav zeviyan û li ser daran jî mabûn xwarin. Fîrawûn got: ‘Ji Yehowa rica bikin ku ew kuliyan ji me dûr bixe.’ Îcar Yehowa ew ji kuliyan xelas kirin, lê Fîrawûn hê jî serhişk bû.

      Yehowa ji Mûsa re got: ‘Tu destê xwe ber bi ezmanan ve dirêj bike.’ Hema di cih de ezman bi temamî reş û tarî bû. Misriyan nikaribû sê rojan ne tiştek ne jî kesek bidîta. Tenê li cihê ku Îsraîlî lê diman ronahî hebû.

      Di Misrê de belayên 7 heta 9an: zîpik, kulî, tarîtî

      Fîrawûn ji Mûsa re got: ‘Xelkê xwe bibe û here. Lê gerek heywanên we li vir bimînin.’ Mûsa got: ‘Gerek em heywanên xwe bi xwe re bibin. Emê wan ji Xwedayê xwe re bikin qurban.’ Fîrawûn pir qehirî û bi qîrînî got: ‘De ji ber çavê min herin! Eger ez te careke din bibînim, ezê te bikujim.’

      “Hûnê dîsa ferqa di navbera kesên rast û xerab de fêm bikin. Hûnê hay ji wan kesan hebin ku xulamiya Xwedê dikin an na” (Maleyaxî 3:18).

      Pirs: Yehowa kîjan belayên din anîn serê Misriyan? Ev bela çima ne wek sê belayên pêşîn bûn?

      2. Mûsa 8:20–10:29

  • Belaya Dehan
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Zilamekî Îsraîlî xwînê li deriyê xwe dide

      DERS 21

      Belaya Dehan

      Mûsa soz da Fîrawûn ku ewê careke din dernekeve pêşiya wî. Berî ku ew çû, wî ji Fîrawûn re got: ‘Di nîvê şevê de her zarokê pêşîn ê li Misrê ji kurê Fîrawûn bigire heta kurên koleyan wê bimirin.’

      Yehowa ji Îsraîliyan re got ku gerek ew xwarineke xisûsî çêkin. Wî got: ‘Berx an nêriyekî yeksalî serjê bikin. Hinek xwîna wan li ser û li kêleka deriyên xwe bixin. Goşt biqelînin û bi nanê şkeva re bixwin. Kinc û çaroxên xwe li xwe bikin. Ji bo çûyînê hazir bin. Îşev ezê we azad bikim.’ Tu dikarî xeyal bikî ku ew çi qas biheyecan bûn!

      Di nîvê şevê de melekê Yehowa çû her maleke li Misrê. Zarokê pêşîn ê her mala ku xwîn li deriyê xwe nexistibû mir. Lê gava melek didît ku xwîn li ser û li kêleka derî heye, ew di ber wê malê re derbas dibû. Her malbateke Misrî ha feqîr ha dewlemend zarokekî xwe winda kir. Lê tu zarokekî Îsraîliyan nemir.

      Kurê Fîrawûn jî mir. Dilê wî pir êşiya. Wî di cih de gazî Mûsa û Harûn kir û ji wan re got: ‘Rabin ji vir herin û ji Xwedayê xwe re îbadetê bikin. Heywanên xwe jî bi xwe re bibin!’

      Şeva ku Îsraîlî ji Misrê derketin hîv bi temamî ronahî bû. Ew li gor eşîr û malbata xwe kom bi kom derketin. 600.000 zilamên Îsraîlî û gelek jin û zarok jî hebûn. Gelek kesên din jî bi wan re çûn. Wan jî dixwest ji Yehowa re îbadetê bikin. Di dawiyê de Îsraîlî azad bûn!

      Ji bo ku Îsraîlî bînin bîra xwe ku Yehowa ew azad kirine, wan her sal eynî xwarina xisûsî çêdikir. Ji vê cejnê re Cejna Derbasbûnê dihat gotin.

      Îsraîlî ji Misrê derdikevin

      “Di ayetekê de Xwedê ji Fîrawûn re got: ‘Min tu sax hiştî, da ku ez qudreta xwe li ser te nîşan bidim û navê xwe li seranserê dinyayê bidim naskirin’” (Romayî 9:17).

      Pirs: Belaya dehan çi bû? Ji bo ku Îsraîlî xwe ji belaya dehan biparêzin, lazim bû ku ew çi bikin?

      2. Mûsa 11:1–12:42; 13:3-10

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne