Qisim 6 Pêşgotin
Di dawiyê de Îsraîlî gihîştin Welatê Sozdayî. Konê îbadetê bû merkeza îbadeta rast. Kahînan Qanûn hîn dikir û hakiman rêberiya milet dikir. Ev qisim nîşan dide ku qerar û kirinên kesekî dikarin tesîreke çi qas mezin li kesên din bikin. Lazim bû ku her Îsraîliyek ji Yehowa û mirovên din re rast û durist bin. Nîşan bidin ku çi tesîra Debora, Naomî, Yêşû, Hanna, keça Yeftah û Samûyêl li ser kesên din hebû. Zelal bikin ku kesên ji miletên din jî fehm kir ku Xwedê bi Îsraîliyan re bû. Ji ber vê yekê, Rehab, Rût, Yael û Gîbeoniyan qerar da ku ewê li aliyê Îsraîliyan bisekinin.