-
Gîdeon Zora Mîdyaniyan BirDersên ji Kitêba Pîroz
-
-
DERS 34
Gîdeon Zora Mîdyaniyan Bir
Bi zeman re Îsraîlî dîsa ji Yehowa dûr ketin û wan dest bi îbadeta îlahên sexte kir. Mîdyaniyan heft salan heywanên Îsraîliyan didizîn û zeviyên wan xera dikirin. Îsraîlî ji bo ku ji Mîdyaniyan birevin xwe di çiya û şikeftan de vedişartin. Wan ji Yehowa rica dikir ku ew wan xelas bike. Loma Yehowa melekê xwe şand cem xortekî bi navê Gîdeon. Melek ji wî re got: ‘Yehowa tu hilbijartiye ku tu bibî şervanekî xurt.’ Gîdeon pirsî: ‘Ez çawa dikarim Îsraîlê xelas bikim? Ma ez kî me?’
Gîdeon çawa fehm kir ku Yehowa ew hilbijartiye? Wî hinek hirî danî ser erdê û ji Yehowa re got: ‘Serê sibê eger hirî ji xunavê şil bibe, lê erd ziwa bimîne, ezê fehm bikim ku tu dixwazî ez Îsraîlê xelas bikim.’ Roja din serê sibê hirî şil bû û erd ziwa bû! Lê piştre Gîdeon tiştekî din xwest. Wî ji Yehowa rica kir ku hirî ziwa be û erd şil be. Roja din eynî wisa bû. Di dawiyê de Gîdeon tam bawer bû ku Yehowa ew hilbijartiye. Îcar ji bo ku bi Mîdyaniyan re şer bike, wî eskerên xwe kom kirin.
Yehowa ji Gîdeon re got: ‘Ezê Îsraîliyan di şer de bi ser bixim. Lê ji ber ku ew qas zêde eskerên te hene, belkî hûn bifikirin ku we bi qeweta xwe zora wan biriye. Kesên ku ditirsin bila biçin malê.’ Loma 22.000 esker vegeriyan malê û 10.000 esker man. Piştre Yehowa got: ‘Esker hê jî zêde ne. Wan bibe ber çem û ji wan re bêje avê vexwin. Tenê kesên ku di wexta vexwarinê de li dora xwe dinêrin ka dijmin hene yan na li cem xwe bihêle.’ Tenê 300 zilamî bidîqat av vexwar. Yehowa soz da ku tenê ev çend zilam wê zora 135.000 eskerên Mîdyanê bibin.
Wê şevê Yehowa ji Gîdeon re got: ‘Niha wext hatiye ku hûn hicûmî Mîdyaniyan bikin!’ Gîdeon hem borî hem cerên mezin, ên ku meşale tê de bûn, dan zilamên xwe. Wî ji wan re got: ‘Li min binêrin û her tiştê ku ez dikim hûn jî bikin.’ Gîdeon li boriya xwe xist, cera xwe şikand, meşaleya xwe hejand û bi dengekî bilind got: ‘Şûrê Yehowa û Gîdeon!’ 300 zilamên wî eynî wek wî kir. Mîdyanî pir tirsiyan û bi ecele ber bi her aliyekî ve reviyan. Di nav vê tevliheviyê de, wan hicûmî hev kir. Vê carê jî Yehowa alî Îsraîliyan kir ku ew zora dijminên xwe bibin.
“Mezinahiya zêde ya hêzê ne ji me ye, lê ji Xwedê ye” (2. Korîntî 4:7, Mizgînî).
-
-
Hanna ji bo Kurekî Dua DikeDersên ji Kitêba Pîroz
-
-
DERS 35
Hanna ji bo Kurekî Dua Dike
Du jinên zilamekî Îsraîlî yê bi navê Êlqana hebûn. Navên wan Hanna û Pennîna bûn. Êlqana ji Hannayê bêtir hez dikir. Zarokên Hannayê tune bûn, lê zarokên Pennînayê gelek hebûn. Ji ber vê yekê, Pennînayê her tim henekê xwe bi Hannayê dikir. Her sal Êlqana malbata xwe dibir konê îbadetê yê li Şîloyê. Carekê gava ew li wir bûn, wî dît ku hezkiriya wî Hanna pir xemgîn bû. Wî got: ‘Ji kerema xwe re negirî. Tu ne bêxwedî yî. Ez ji te hez dikim.’
Piştre Hanna çû bi tena serê xwe dua bike. Wê bi girî ji Yehowa rica dikir ku ew alî wê bike. Wê soz da: ‘Yehowa, eger tu kurekî bidî min, ezê wî bidim te. Ewê heta dawiya emrê xwe ji te re xizmetê bike.’
Kahînê Mezin Elî dît ku lêvên Hannayê diricifîn. Ew fikirî ku Hanna serxweş e. Hannayê ji wî re got: ‘Na efendiyê min, ez ne serxweş im. Derdê min derdekî giran e. Ez dilê xwe ji Yehowa re vedikim.’ Elî fehm kir ku fikra wî şaş e û ji wê re got: ‘Bila Xwedê tiştê ku tu dixwazî bide te.’ Dûre halê Hannayê baştir bû û ew ji wê derê çû. Piştî demekê kurekî wê çêbû û navê Samûyêl lê kir. Ka xeyal bike ku Hanna çi qas kêfxweş bû!
Hannayê soza ku dabû Yehowa ji bîr nekir. Piştî ku Samûyêl ji şîr hat vekirin, wê ew bir konê îbadetê. Wê ji Elî re got: ‘Min ji bo vî kurî dua kiribû. Ez wî didim Yehowa. Bila ew heta dawiya emrê xwe ji wî re xizmetê bike.’ Piştî vê yekê, Êlqana û Hanna her sal diçûn cem Samûyel û ji wî re xiftanek dibir. Yehowa du keç û sê kurên din jî dan Hannayê.
“Bi dewamî bixwazin û wê ji we re bê dayîn, bi dewamî lê bigerin û hûnê bibînin, bi dewamî li derî bixin û wê ji we re bê vekirin” (Meta 7:7).
-