KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Dawid û Golyat
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Dawid kevirekî davêje Golyat

      DERS 40

      Dawid û Golyat

      Yehowa ji Samûyêl re got: ‘Rabe here mala Yêşay. Kurekî wî wê paşê bibe padîşahê nû yê xelkê Îsraîl.’ Loma Samûyêl rabû çû mala Yêşay. Gava Samûyêl kurê wî yê mezin dît, ew wisa fikirî: ‘Yehowa ev xort hilbijartiye.’ Lê Yehowa ji Samûyêl re got: ‘Ev xort ne ew e. Ez ne tenê li şiklê mirov, lê li kûrahiya dilê wî jî dinêrim.’

      Samûyêl Dawid tayîn dike

      Yêşay şeş kurên xwe yên din jî anîn cem Samûyêl. Lê Samûyêl got: ‘Yehowa yek jî ji wan hilnebijartiye. Kurên te yên din hene?’ Yêşay got: ‘Belê, kurê min ê herî biçûk jî heye. Navê wî Dawid e. Ew li ber pezê me ye.’ Gava Dawid hat, Yehowa ji Samûyêl re got: ‘Min ev xort hilbijartiye!’ Samûyêl zeyt li ser serê Dawid rijand û ew wek padîşahê pêşerojê tayîn kir.

      Golyat

      Piştî demekê Îsraîlî bi Filîstiyan re di şer de bûn. Di nav Filîstiyan de şervanekî wek dêwekî hebû. Navê wî Golyat bû. Golyat roj bi roj derdiket meydanê û henekê xwe bi Îsraîliyan dikir. Wî bang dikir û digot: ‘Zilamekî ku bi min re şer bike bişînin. Eger ew zora min bibe, emê bibin koleyên we. Lê eger ez zora wî bibim, hûnê bibin koleyên me.’

      Dawid rabû çû kampa eskerên Îsraîliyan. Birayên wî li wir esker bûn û wî xwarin ji wan re bir. Wî gotinên Golyat bihîstin û got: ‘Ezê bi wî re şer bikim!’ Lê Saûl Padîşah got: ‘Tu hê zarok î.’ Dawid cewab da: ‘Yehowa wê alî min bike.’

      Saûl zirxên xwe li Dawid kirin, lê Dawid got: ‘Di van zirxan de ez nikarim şer bikim.’ Loma wî ev zirx ji xwe kirin. Dawid rahişt berkaniya xwe û çû ber çemekî. Wî pênc kevirên baş neqandin û ew xistin tûrikê xwe. Piştre Dawid ber bi Golyat ve çû. Zilamê wek dêw bi qîrînî got: ‘Kurikê biçûk were vir. Ezê goştê te bidim teyrê ezmanan û heywanên çolê.’ Dawid netirsiya. Wî lê vegerand û got: ‘Tu bi şûr û rimekê têyî min, lê ez bi navê Yehowa têm te. Tu ne li dijî me, lê li dijî Xwedê şer dikî. Her kes wê bibîne ku Yehowa ji şûr û rimê xurttir e. Bi alîkariya Yehowa, emê zora we hemûyan bibin.’

      Dawid kevirek xist berkaniya xwe û ew bi hemû qeweta xwe avêt wî. Bi alîkariya Yehowa, kevir tam li eniya Golyat ket. Zilamê wek dêw ket erdê û mir. Wexta ku Filîstiyan ev yek dît, ew ji bo ku xelas bibin reviyan. Gelo tu jî wek Dawid bi Yehowa bawer dikî?

      “Ji bo mirovan ev yek nemumkin e, lê ne ji bo Xwedê, çimkî ji bo Xwedê her tişt mumkin e” (Marqos 10:27).

      Pirs: Yehowa kî wek padîşahê nû yê xelkê Îsraîl hilbijart? Dawid çawa zora Golyat bir?

      1. Samûyêl 16:1-13; 17:1-54

  • Dawid û Saûl
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Dawid ber bi kampa Saûl ve bang dike

      DERS 41

      Dawid û Saûl

      Piştî ku Dawid Golyat kuşt, Saûl Padîşah ew kir fermandarê ordiya xwe. Dawid di gelek şeran de bi ser ket û ew pir bi nav û deng bû. Her cara ku Dawid ji şer vedigeriya, jin direqisîn û stran digotin: ‘Saûl kuşt bi hezaran û Dawid kuşt bi deh hezaran!’ Ji ber vê yekê, Saûl hesûdiya Dawid dikir û dixwest ku wî bikuje.

      Dawid pir baş li çengê dixist. Rojekê dema ku Dawid ji Saûl re li çengê dixist, padîşah ji nişka ve rima xwe avêt wî. Dawid zû xwe ji ber da alî û rim li dîwêr ket. Piştî vê yekê Saûl gelek caran dixwest ku Dawid bikuje. Di dawiyê de Dawid reviya çû xwe li çolê veşart.

      Dema ku Saûl di xewê de ye, Dawid rima wî dibe

      Saûl 3.000 esker bi xwe re birin û bi dû Dawid ket. Ew bêyî ku hay jê hebe ket şikefta ku Dawid û zilamên wî xwe tê de veşartibûn. Zilamên Dawid bi pistepist gotin: ‘Niha fersend ketiye destê te ku tu Saûl bikujî.’ Dawid hêdî hêdî nêzîkî Saûl bû û ji dawa xiftanê wî parçeyek jê kir. Saûl pê nehesiya. Lê Dawid xemgîn bû ku wî hurmet neda padîşahê ku Yehowa hilbijartiye. Wî îzin neda ku zilamên wî hicûmî Saûl bikin. Piştî ku Saûl ji şikeftê derket, Dawid bangî wî kir û got ku eger wî bixwesta, wî dikaribû ew bikuşta, lê wî ev yek nekir. Gelo Saûl fikra xwe ya li ser Dawid guhert?

      Na. Saûl hê jî bi dû Dawid diket. Şevekê Dawid û xwarziyê wî Abîşay bi dizîka ketin kampa eskerên Saûl. Abnerê ku Saûl diparast di xewê de bû. Abîşay got: ‘Ev fersenda me ye! Bihêle ez wî bikujim.’ Dawid got: ‘Yehowa wê di heqê Saûl de bê der. Were em tenê rima wî û şerbikê wî yê avê bigirin û biçin.’

      Dawid hilkişiya ser çiyayekî nêzîk û li kampa eskerên Saûl mêze kir. Ji wir wî bang kir û got: ‘Abner, te çima padîşahê xwe neparast? Ka binêre şerbik û rima Saûl li ku derê ne?’ Saûl dengê Dawid nas kir û got: ‘Te dikaribû ez bikuştama, lê te ev yek nekir. Ez dizanim ku tuyê bibî padîşahê nû yê Îsraîlê.’ Saûl vegeriya qesra xwe. Lê di malbata Saûl de yekî ku ji Dawid pir hez dikir hebû.

      “Eger mumkin be, heta ku ji destê we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin. Delalno, heyfa xwe nestînin, lê rê bidin xezeba Xwedê” (Romayî 12:18, 19).

      Pirs: Saûl çima dixwest Dawid bikuje? Lê Dawid çima nedixwest Saûl bikuje?

      1. Samûyêl 16:14-23; 18:5-16; 19:9-12; 23:19-29; 24:1-15; 26:1-25

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne