KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Yonatanê Xurt û Dilsoz
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Yonatan û eskerê wî

      DERS 42

      Yonatanê Xurt û Dilsoz

      Yonatan kurê Saûl Padîşah ê mezin bû. Ew şervanekî xurt bû. Dawid got ku Yonatan ji teyr bileztir û ji şêrekî xurttir bû. Rojekê Yonatan 20 eskerên Filîstî li ser girekî dîtin. Wî ji eskerê bi xwe re got: ‘Tenê eger Yehowa nîşanekê bide me, emê hicûmî wan bikin. Eger Filîstî bêjin werin hilkişin jor, emê biçin bi wan re şer bikin.’ Filîstiyan bang kir û got: ‘Werin em şer bikin!’ Loma Yonatan û eskerê bi wî re hilkişiyan ser gir û zora 20 eskerên Filîstî bir.

      Yonatan hin tiştên xwe yên şexsî dide Dawid

      Ji ber ku Yonatan kurê Saûl ê mezin bû, heqê wî hebû ku piştî bavê xwe bibe padîşah. Lê Yonatan dizanibû ku Yehowa Dawid hilbijartiye ku bibe padîşahê nû yê Îsraîlê. Dîsa jî wî hesûdiya Dawid nedikir. Yonatan û Dawid bûn dostên hev. Wan soz da hev ku ewê hevdû biparêzin û alî hev bikin. Yonatan wek nîşana hevaltiyê xiftan, şûr û kevana xwe dan Dawid.

      Gava Dawid ji Saûl direviya, Yonatan rabû çû cem wî û jê re got: ‘Xurt be û netirse! Yehowa tu hilbijartiye ku tu bibî padîşah. Bavê min jî bi vê yekê dizane.’ Ma tu jî dixwazî ku hevalekî teyî baş yê wek Yonatan hebe?

      Yonatan ji bo ku alî dostê xwe bike gelek caran jiyana xwe xist xeterê. Wî dizanibû ku Saûl Padîşah dixwest Dawid bikuje, loma wî ji bavê xwe re got: ‘Bavo, Dawid tiştekî xerab nekiriye. Eger tu wî bikujî, tuyê guneh bikî.’ Saûl ji Yonatan pir aciz bû. Piştî çend salan, Saûl û Yonatan bi hev re di şer de mirin.

      Piştî ku Yonatan mir, Dawid li Mefîboşetê kurê Yonatan geriya. Gava Dawid ew dît, wî ji Mefîboşet re got: ‘Ji ber ku bavê te dostê min bû, ezê heta dawiya emrê te li te xwedî derkevim. Tuyê li qesra min bijî û li ser sifreya min bixwî.’ Dawid dostê xwe Yonatan qet ji bîr nekir.

      “Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin. Ji hezkirina ku kesek ji bo xatirê dostên xwe canê xwe bide, hezkirineke mezintir tune ye” (Yûhena 15:12, 13).

      Pirs: Yonatan çawa nîşan da ku ew yekî xurt bû? Yonatan çawa nîşan da ku ew dostekî dilsoz bû?

      1. Samûyêl 14:1-23; 18:1-4; 19:1-6; 20:32-42; 23:16-18; 31:1-7; 2. Samûyêl 1:23; 9:1-13

  • Dawid Padîşah Guneh Kir
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Natan pêxember şîretê dide Dawid Padîşah

      DERS 43

      Dawid Padîşah Guneh Kir

      Gava Saûl mir, Dawid di 30 saliya xwe de bû padîşah. Piştî çend salan, şevekê wî ji ser qesra xwe jineke xweşik dît. Dawid pê derxist ku navê wê Bat-Şeba bû û ew bi eskerekî re zewicî bû. Navê wî Ûriya bû. Dawid Bat-Şeba anî qesra xwe. Ew bi hev re raketin û Bat-Şeba bihemle ma. Dawid dixwest tiştê ku wî kiribû veşêre. Wî ji fermandarê xwe re got: ‘Ûriya bişîne rêza herî pêşîn a şer û alî wî nekin.’ Bi vî awayî Ûriya di şer de hat kuştin û Dawid bi Bat-Şebayê re zewicî.

      Dawid Padîşah ji bo efûkirinê dua dike

      Lê Yehowa her tişt dît. Gelo wî çi kir? Yehowa Natan pêxember şand cem Dawid. Natan ji wî re ev çîrok got: ‘Gelek pezên zilamekî dewlemend hebûn, lê tenê berxeke zilamekî feqîr hebû û wî pir jê hez dikir. Zilamê dewlemend berxa zilamê feqîr jê stand.’ Dawid pir qehirî û got: ‘Ew zilamê dewlemend mirinê heq dike!’ Natan ji Dawid re got: ‘Ew zilamê dewlemend tu yî!’ Dawid pir xemgîn bû û ji Natan re got: ‘Min li ber Yehowa guneh kir.’ Ji ber vî gunehî, Dawid gelek bela anîn serê xwe û malbata xwe. Yehowa Dawid ceza kir, lê ji ber ku ew durist û dilnizm bû, Xwedê hişt ku ew bijî.

      Dawid dixwest ji Yehowa re îbadetgehekê ava bike, lê Yehowa got ku kurê wî Silêman wê îbadetgehê çêke. Dawid ji berê ve dest bi haziriyê kir û got: ‘Îbadetgeha Yehowa gerek mezin û xweşik be. Silêman pir ciwan e, lê ezê alî wî bikim û ji bo wî her tiştî hazir bikim.’ Dawid gelek malê xwe ji bo karê avakirinê bexş kir. Wî xebatkarên jêhatî dîtin. Wî zîv û zêr kom kirin û darên sedrê ji bajarên Sûr û Saydayê anîn. Di dawiya emrê xwe de, Dawid planên ji bo avakirina îbadetgehê dan Silêman. Wî got: ‘Yehowa ev tişt bi destê min ji bo te dan nivîsandin. Yehowa wê alî te bike. Netirse. Xurt be û dest bi kar bike.’

      Dawid bi Silêmanê ciwan re li ser planên ji bo avakirina îbadetgehê dipeyive

      “Kesê neheqiyên xwe vedişêre, bi ser nakeve, lê kesê li wan mikur tê û dev ji wan berdide, wê rehmê bibîne” (Methelokên Silêman 28:13).

      Pirs: Dawid çi guneh kir? Dawid ji bo ku alîkariya kurê xwe Silêman bike çi kir?

      2. Samûyêl 5:3, 4, 10; 7:1-16; 8:1-14; 11:1–12:14; 1. Dîrokan 22:1-19; 28:11-21; Zebûr 51:1-19

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne