KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Îbadetgeheke ji bo Yehowa
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Yehowa ji ezmanan agir dişîne û qurbanên li ser qurbangehê dişewitîne

      DERS 44

      Îbadetgeheke ji bo Yehowa

      Silêman Padîşah dua dike

      Piştî ku Silêman bû padîşahê Îsraîlê, Yehowa ji wî pirsî: ‘Tu dixwazî ez çi bidim te?’ Silêman got: ‘Ez pir ciwan im û tecrûbeya min tune ye. Ji kerema xwe re hîkmetê bide min ku ez li xelkê te xwedî derkevim.’ Yehowa got: ‘Ji ber ku te hîkmet xwest, ezê te bikim zilamê herî bihîkmet ê dinyayê. Wekî din, ezê te pir dewlemend bikim. Û eger tu bi ya min bikî, ezê emrekî dirêj bidim te.’

      Silêman dest bi avakirina îbadetgehê kir. Wî zêr, zîv, darên herî baş û kevirên biqîmet bi kar anîn. Bi hezaran jin û mêrên hoste li ser îbadetgehê şixulîn. Piştî heft salan, îbadetgeh hazir bû ku ji Yehowa re bê dayîn. Li wir li ser qurbangehê qurban hebûn. Silêman li ber qurbangehê çû ser çokan û dua kir: ‘Ya Yehowa, mezinahî û xweşikahiya vê îbadetgehê têra te nake, lê ji kerema xwe re îbadeta me qebûl bike û guh bide duayên me.’ Gelo Yehowa îbadetgeh û duaya Silêman eciband? Wexta ku Silêman duaya xwe xelas kir, agir ji ezmanan daket û qurbanên li ser qurbangehê şewitandin. Bi vî awayî Yehowa nîşan da ku wî îbadetgeh qebûl kir. Gava Îsraîliyan ev yek dît, ew kêfxweş bûn.

      Yehowa ji ezmanan agir dişîne û qurbanên li ser qurbangehê dişewitîne

      Silêman Padîşah li Îsraîlê û li welatên din jî bi hîkmeta xwe dihat naskirin. Mirov ji bo safîkirina problemên xwe dihatin cem Silêman. Heta melîkeya Sebayê jî hat ku wî bi pirsên zehmet biceribîne. Gava wê cewabên wî bihîstin, wê got: ‘Min ji tiştên ku mirovan li ser te gotine bawer nedikir, lê niha ez dibînim ku hîkmeta te ji tiştên ku wan gotine hê mezintir e. Bi rastî jî bereketa Xwedayê te Yehowa li ser te ye.’ Îsraîliyan jiyaneke xweş û bihizûr derbas dikir. Lê halê wan li ber guhertinê bû.

      “Û va ye, yekî ji Silêman mezintir li vir e” (Meta 12:42).

      Pirs: Yehowa çima hîkmeteke pir mezin da Silêman? Yehowa çawa nîşan da ku ew îbadetgehê qebûl dike?

      1. Qiralan 2:12; 3:4-28; 4:29–5:18; 6:37, 38; 7:15–8:66; 10:1-13; 2. Dîrokan 7:1; 9:22

  • Padîşahî Bû Du Qisim
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Ahiya xiftanê xwe li ber Yeroboam diçirîne û dike 12 parçe

      DERS 45

      Padîşahî Bû Du Qisim

      Heta ku Silêman ji Yehowa re îbadet dikir, li Îsraîlê aştî hebû. Lê Silêman gelek jinên ji miletên din ji xwe re anîn. Wan jinan ji pûtan re îbadet dikir. Ji ber wan Silêman hêdî hêdî hat guhertin û wî jî dest bi îbadeta pûtan kir. Yehowa ji Silêman pir aciz bû û ji wî re got: ‘Ezê Padîşahiya Îsraîlê ji destê malbata te derxim û bikim du qisim. Ezê qismê mezin bidim xulamekî te. Lê malbata te wê tenê li ser qismê biçûk hukimdariyê bike.’

      Yehowa qerara xwe bi awayekî din jî zelal kir. Rojekê xulamekî Silêman ê bi navê Yeroboam di rê de bû û rastî Ahiya pêxember hat. Ahiya xiftanê xwe çirand û kir 12 parçe û ji Yeroboam re got: ‘Yehowa wê padîşahiya Îsraîlê ji malbata Silêman bistîne û li du qisiman parçe bike. Van deh parçeyan ji xwe re bigire ji ber ku tuyê li ser deh eşîran bibî padîşah.’ Dema ku Silêman Padîşah ev yek bihîst, wî xwest Yeroboam bikuje! Loma Yeroboam ji wir reviya çû Misrê. Piştî demekê Silêman mir û kurê wî Rehoboam bû padîşah. Piştre Yeroboam vegeriya Îsraîlê. Ew difikirî ku jiyana wî êdî ne di xeterê de ye.

      Gelek Îsraîlî qurbanan ji golikekî zêrîn re pêşkêş dikin ku ji aliyê Yeroboam ve hat çêkirin

      Rîspiyên Îsraîlê ji Rehoboam re gotin: ‘Eger tu ji xelkê re qenc bî, ewê ji te re dilsoz bimînin.’ Lê hevalên Rehoboam ên ciwan gotin: ‘Gerek tu ji xelkê re hişk bî! Gerek ew ji berê hê bêtir kar bikin!’ Rehoboam guh da şîreta hevalên xwe yên ciwan û zilm li xelkê kir. Ji ber vê yekê, xelkê serî hilda. Wan Yeroboam kir padîşahê deh eşîran. Ji van deh eşîran re padîşahiya Îsraîlê hat gotin. Lê her du eşîrên din ji Rehoboam re dilsoz man. Ji van her du eşîran re padîşahiya Cihûdayê hat gotin. Êdî 12 eşîrên Îsraîlê li du qisiman parçe bûn.

      Yeroboam nedixwest ku xelkê wî here Orşelîmê û li wir îbadetê bike. Tu dizanî çima? Ji ber ku Orşelîm qismê padîşahiya Rehoboam bû. Yeroboam ditirsiya ku miletê wî dev ji wî berde û ji Rehoboam re xizmetê bike. Loma wî du golikên zêrîn çêkirin û ji xelkê xwe re got: ‘Orşelîm pir dûr e. Hûn dikarin li vir jî îbadetê bikin.’ Ji ber vê yekê, xelkê dest bi îbadeta golikên zêrîn kir û dîsa Yehowa ji bîr kir.

      “Bi kesên nebawermend re nekevin bin eynî nîrî. Ma çi eleqeya rastdariyê bi neheqiyê re heye? … Yan ma çi para kesekî bawermend bi kesekî nebawermend re heye?” (2. Korîntî 6:14, 15).

      Pirs: Îsraîl çima bû du qisim? Rehoboam Padîşah û Yeroboam Padîşah çi tiştên xerab kirin?

      1. Qiralan 11:1-13, 26-43; 12:1-33

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne