-
Li ser Çiyayê Karmelê Çi Çêbû?Dersên ji Kitêba Pîroz
-
-
DERS 46
Li ser Çiyayê Karmelê Çi Çêbû?
Gelek padîşahên xerab ên padîşahiya deh eşîrên Îsraîlê hebûn, lê Ahab yek ji padîşahên herî xerab bû. Ew bi jineke xerab re zewicî. Navê wê Îzebel bû. Wê ji Baal re îbadet dikir. Ahab û Îzebelê welatê xwe bi îbadeta Baal ve tije kir û pêxemberên Yehowa kuştin. Gelo Yehowa çi kir? Wî Êlyas pêxember şand ku xeberekê bide Ahab.
Êlyas ji Ahab Padîşah re got ku ji ber xerabiya wî li Îsraîlê baran wê nebare. Zêdeyî sê salan baran nebarî, zevî şîn nebûn û xelk birçî ma. Dûre Yehowa dîsa Êlyas şand cem Ahab. Ahab got: ‘Te gelek bela anîn serê me! Ev hemû sûcê te ye.’ Êlyas cewab da: ‘Sebebê vê ziwatiyê ne ez im. Ji ber ku tu ji Baal re îbadetê dikî, ev tişt hatin serê te. Rabe milet û pêxemberên Baal li serê Çiyayê Karmelê li hev kom bike. Emê bibînin ku Xwedayê rast kî ye.’
Xelk li ser çiyê kom bû. Êlyas got: ‘Niha qerarekê bidin. Eger Yehowa Xwedayê rast be, ji wî re îbadetê bikin. Lê eger Baal be, jê re îbadetê bikin. Niha emê bibînin ku Xwedayê rast kî ye. Bila ew 450 pêxemberên Baal qurbanekê hazir bikin û bangî îlahê xwe bikin. Ezê jî qurbanekê hazir bikim û bangî Yehowa bikim. Yê ku bi agir cewabê bide Xwedayê rast ew e.’ Xelkê qebûl kir.
Pêxemberên Baal qurbanek hazir kir. Wan temamiya rojê bangî îlahê xwe kir û got: ‘Ya Baal, cewaba me bide!’ Gava Baal cewab neda, Êlyas henekê xwe bi wan kir û got: ‘Heta ku ji we tê bang bikin. Belkî ew ketiye xeweke giran û lazim e kesek biçe wî hişyar bike.’ Dema ku bû êvar jî, pêxemberên Baal hê jî bang dikir. Lê kesî cewab nedida.
Êlyas qurbana xwe danî ser qurbangehê û av li ser wê rijand. Piştre wî dua kir: ‘Ya Yehowa, ji kerema xwe re nîşanî xelkê bide ku tu Xwedayê rast î.’ Hema di cih de Yehowa ji ezmanan agir şand û qurban şewitand. Xelkê bang kir: ‘Yehowa Xwedayê rast e!’ Êlyas got: ‘Nehêlin ku pêxemberên Baal birevin!’ Wê rojê 450 pêxemberên Baal hatin kuştin.
Dema ku ewrekî biçûk li ser behrê xuya bû, Êlyas ji Ahab re got: ‘Hindik maye baran bibare. Erebeya xwe hazir bike û here malê.’ Ezman bi ewrên tarî tije bû, ba rabû û baraneke xurt dest pê kir. Di dawiyê de ziwatî xelas bû. Ahab erebeya xwe pir bilez diajot. Lê bi alîkariya Yehowa, Êlyas ji erebeya Ahab zûtir baz dida! Gelo Êlyas ji probleman xelas bû? Ka em binêrin.
“Bila mirov bizanin ku navê te Yehowa ye û tenê tu li ser hemû dinyayê yê herî bilind î.” (Zebûr 83:18, NWT).
-
-
Yehowa Êlyas Xurt KirDersên ji Kitêba Pîroz
-
-
DERS 47
Yehowa Êlyas Xurt Kir
Îzebelê tiştên ku hatin serê pêxemberên Baal bihîstin û ew pir qehirî. Wê ev xeber ji Êlyas re şand: ‘Sibê tuyê jî wek pêxemberên Baal bimirî.’ Êlyas pir tirsiya û reviya çolê. Wî dua kir: ‘Yehowa, êdî qeweta min nemaye. Ez bimirim çêtir e.’ Êlyas ew qas westiyayî bû ku ew di bin darekê de di xew re çû.
Melekekî ew hişyar kir û bi nermî got: ‘Rabe xwarinê bixwe.’ Êlyas nanekî pijiyayî li ser kevirên germ û cerekî avê dîtin. Wî xwar û vexwar û dîsa raket. Melek ew dîsa hişyar kir û got: ‘Bixwe. Ji bo rêwîtiya te ya dûr qewet ji te re lazim e.’ Loma Êlyas rabû hinekî din xwar. Piştre heta ku ew gihîşt Çiyayê Horebê ew 40 roj û 40 şevan meşiya. Li wir Êlyas ji bo ku rakeve ket şikeftekê. Lê Yehowa bi wî re xeber da û jê re got: ‘Êlyas, tu li vir çi dikî?’ Êlyas cewab da: ‘Îsraîliyan soza ku wan dabû te negirt. Wan qurbangehên te xera kirin û pêxemberên te kuştin. Niha dixwazin min jî bikujin.’
Yehowa ji wî re got: ‘Derkeve û li ser çiyê bisekine.’ Pêşî bayekî xurt li ber şikeftê rabû. Piştre erd hejiya. Piştre jî Êlyas agirekî mezin dît. Di dawiyê de Êlyas dengekî nizm û nerm bihîst. Wî rûyê xwe bi xiftanê xwe nixumand û derket derve û li ber şikeftê sekinî. Yehowa dîsa ji wî pirsî ku ew çima reviyaye. Êlyas got: ‘Ji xeynî min kesek nemaye.’ Lê Yehowa ji wî re got: ‘Tu ne bi tenê yî. Li Îsraîlê 7.000 kesên din jî hene û ji min re îbadetê dikin. Rabe here û Êlîşa li şûna xwe wek pêxember tayîn bike.’ Êlyas zû bi rê ket û tiştê ku Yehowa ji wî re gotibû kir. Tu çi dibêjî, eger tu tiştê ku Yehowa ji te dixwaze bikî, gelo ewê alî te bike? Belê, Yehowa wê alî te bike. Ka em li tiştekî ku di dema ziwatiyê de çêbû binêrin.
“Ji bo tu tiştî xeman nexwin. Lê belê di her tiştî de bila daxwazên we bi dua û lavan û bi şikirkirinê ji Xwedê re bên gotin” (Filîpî 4:6, Mizgînî).
-