KILAM 149
Kilama Zaferê
(2. Mûsa 15:1)
1. Ji Yehowa re bibêjin kilama zaferê.
Wî ordiya Fîrawûn avêtiye behrê.
Pesnê wî bidin,
qudreta Xwedê bêsînor e.
Vêya îlan bikin,
mîna wî tu kes tune!
(DÎSGOTIN)
Yehowa, tu Xwedayê me yî,
yê herî mezin û bilind tu yî,
tuyê dijminên xwe helak bikî
û navê xwe pîroz bikî.
2. Dijminên Xwedê serweriya wî qebûl nakin.
Wek Fîrawûnê qure,
ewê jî bikevin.
Tu kes nikare
ji Harmegedonê bireve.
Her kes wê bizane
ku navê Xwedê çi ye!
(DÎSGOTIN)
Yehowa, tu Xwedayê me yî,
yê herî mezin û bilind tu yî,
tuyê dijminên xwe helak bikî
û navê xwe pîroz bikî.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 2:2, 9; 92:8; Malx. 3:6; Pey. 16:16)