KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • fg ders 4 pirs 1-5
  • Îsa Mesîh Kî ye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Îsa Mesîh Kî ye?
  • Mizgîna Xwedê
  • Malzemeya Eleqedar
  • Fîdye – Hediyeya Xwedê ya Herî Mezin
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Mirina Îsa Mesîh Dikare Me ji Çi Xelas Bike?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Mizgîna Xwedê
fg ders 4 pirs 1-5

DERS 4

Îsa Mesîh Kî ye?

1. Heyata Îsa Mesîh çawa dest pê kir?

1. Îsa li ezmanan 2. Îsa, Meryem û Ûsiv 3. Îsa zarokan hîn dike

Îsa Mesîh yekî çawa bû? (METTA 11:29; MARQOS 10:13-16)

Îsa pêxember ne wek însanên din bû. Berî ku Îsa hat dinyayê, ew li ezmanan melek bû (Yûhenna 8:23). Xwedê berî her tiştî Îsa çêkir. Paşê, Îsa di çêkirina hemû tiştên din de alî Xwedê kir. Ji ber ku tenê ew rasterast ji aliyê Yehowa ve hatiye çêkirin, Kitêba Pîroz wî wek “Kurê yekta” bi nav dike (Yûhenna 1:14). Wekî din, ji ber ku Îsa Mesîh Xebervanê Xwedê bû, Kitêba Pîroz wî wek “Peyv” bi nav dike.​—Methelokên Silêman 8:22, 23, 30; Kolosî 1:15, 16 bixwîne.

2. Îsa Mesîh çima hat dinyayê?

Xwedê, Îsa pêxember şand dinyayê û heyata wî xist zikê Meryemê, ya ku hê qîz bû. Yanî, Îsa bê bav hat dinyayê (Lûqa 1:30-35). Îsa hat dinyayê ku (1) rastiya di heqê Xwedê de hîn bike, (2) ji me re bibe emsal ku em çawa dikarin li hemberî tengasiyan guh bidin Xwedê û (3) canê xwe yê bêqisûr wek “fîdye” bide.​—Metta 20:28, KP bixwîne.

3. Fîdye ji me re çima lazim e?

Fîdye tê dayîn ku kesekî girtî azad bibe û neyê kuştin (2. Mûsa 21:29, 30). Xwedê nexwestibû ku mirov kal û pîr bibin û bimirin. Em vêya ji ku dizanin? Xwedê ji mirovê pêşîn Adem re gotibû ku eger ew guneh bike, ewê bimire. Eger Adem guneh nekira, ewê qet nemira (1. Mûsa 2:16, 17; 5:5). Kitêba Pîroz dibêje ku mirin seba gunehê Adem ketiye dinyayê. Adem guneh û mirin ji hemû zarokên xwe re bi mîrasî hiştin. Loma ji me re fîdyeyek lazim e ku em ji fermana mirinê, ya ku me ji Adem bi mîrasî stendiye, azad bibin.​—Romayî 5:12; 6:23 bixwîne.

Kî dikare fîdyeyê bide ku em ji mirinê azad bibin? Gava mirov dimire, ew tenê berdêla gunehên xwe dide. Mirovekî biqisûr nikare berdêla gunehên mirovekî din bide.​—Zebûr 49:7-9 bixwîne.

4. Îsa Mesîh ji bo çi mir?

Îsa li ser dîrekekê dimire, paşê ji miriyan radibe û li ezmanan padîşahiyê dike

Îsa pêxember mirovekî bêqisûr bû, û ew ne di bin fermana mirinê de bû. Ji ber vê yekê, gava Îsa pêxember mir, ew ji bo gunehên kesên din mir. Xwedê ji me ew qas hez dike ku wî Îsa Mesîh şand dinyayê ku ew di oxira me de bimire. Îsa Mesîh guh da Xwedê û bi vî awayî nîşan da ku ew ji me çi qas hez dike.​—Yûhenna 3:16; Romayî 5:18, 19 bixwîne.

Li vîdeoya Îsa Mesîh Çima Mir? temaşe bike.

5. Îsa Mesîh niha li ku ye û çi dike?

Wexta ku Îsa pêxember li dinyayê bû, wî kesên nexweş qenc dikirin, mirî radikirin û mirov ji kul û derdan azad dikirin. Bi vî awayî, wî nîşan da ku ewê li cenetê ji bo hemû mirovên rast çi bike (Metta 15:30, 31; Yûhenna 5:28). Piştî mirina Îsa pêxember, Xwedê ew bi bedeneke ruhî rakir (1. Petrûs 3:18). Paşê, Îsa Mesîh çû ezmanan û li kêleka Xwedê li bendê ma heta ku Xwedê ew kir Padîşahê Padîşahiya xwe (Îbranî 10:12, 13). Îsa Mesîh niha li ezmanan Padîşah e, û şagirtên wî vê mizgînê li seranserê dinyayê belav dikin.​—Danîêl 7:13, 14; Metta 24:14 bixwîne.

Di demeke nêzik de, Îsa Mesîh wê hem kul û derdan hem jî mirovên xerab tune bike. Hemû kesên ku bi Îsa Mesîh bawer dikin û guh didin wî wê li ceneta li rûyê erdê heyata bêdawî bistînin.​—Zebûr 37:9-11 bixwîne.

Ji bo zêdetir melûmatê, li beşên 4 û 5an a kitêba bi navê Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? binêre.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne