KILAM 68
Çandina Toximên Padîşahiyê
1. Efendiyê me Îsa Mesîh
dixwaze ku em îşê wî
pêk bînin û mizgînê bidin
li her derê bi dilsozî.
Ew rêberî û destekê dide
ku em dilpakan bibînin.
Em pir şa dibin gava em dibînin
ku toxim çawa mezin dibin.
2. Ev îş bi rastî pir muhîm e,
loma em dev jê bernadin.
Gerek em bi xîret û sebir
alî kesên dilpak bikin.
Gava ew rastî tengasiyan tên,
em piştgiriya wan dikin.
Bila em hazir bin ku bi dewamî
toximên rastiyê biçînin!
(Li van ayetan jî binêre: Met. 13:19-23; 22:37)