KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w21 Çile r. 31
  • Te Zanibû?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Te Zanibû?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
w21 Çile r. 31
Navê Xwedê li ser kevirekî.

Nivîsa li ser kevir: “Bila Yahwe Sebaot belaya kurê Hagav Hagaf bidê”

Te Zanibû?

Nivîseke kevnar çawa piştgiriya Kitêba Pîroz dike?

LI BAJARÊ Orşelîmê, li Muzeya Welatên Kitêba Pîroz, kevirekî bi nivîseke balkêş heye. Ev nivîs weke sala 700-600î ya B.M. hatiye nivîsîn. Kevir li şikefteke nêzikî bajarê Hebronê (Îsraêl), ya ku wek mezel dihat bikaranîn, hat dîtin. Nivîs wisa dibêje: “Bila Yahwe Sebaot belaya kurê Hagav Hagaf bidê.” Gelo ev nivîsa kevnar çawa piştgiriya Kitêba Pîroz dike? Ev nivîs nîşan dide ku li demên berê, mirovan navê Yehowa, yê ku bi tîpên Îbranî yên kevn wek “YHWH” dihat nivîsîn, hem dizanibû hem jî li jiyana rojane bi kar dianî. Nivîsên din, ên ku li wan şikeftan hatin dîtin, nîşan didin ku kesên ku li şikeftan li hev top dibûn yan xwe vedişartin hem navê Xwedê hem jî navên mirovan ku tê de navê Xwedê heye, gelek caran li ser dîwaran dinivîsîn.

Dr. Rachel Nabulsi ji Zanîngeha Georgiayê wisa dibêje: “Ev yek ku navê YHWH gelek caran tê bikaranîn, tiştekî muhîm nîşan dide. ... Nivîsarên Pîroz û ev nivîs nîşan didin ku YHWH di jiyana Îsraêl û Cihûda de cihekî muhîm digirt.” Ev yek piştgiriya Kitêba Pîroz dike, ya ku tê de navê Xwedê bi hezaran caran derbas dibe. Wekî din, navê Xwedê di hundirê gelek navên mirovan de hebû.

Gotinên “Yahwe Sebaot”, ên ku li kevir nivîsî ne, tên maneya “Yehowayê ordiyan”. Ev yek nîşan dide ku li demên berê, ne tenê navê Xwedê, lê gotina “Yehowayê ordiyan” jî dihat bikaranîn. Ev gotin di Kitêba Pîroz de 283 caran derbas dibe, bi xisûsî li nivîsarên Îşaya, Yêremya û Zekerya.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne