MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 45
Hezkirina Dilsoz Nîşanî Hevdû Bidin
“Ji hevdû re hezkirina dilsoz û dilrehmiyê nîşan bidin” (ZEKERYA 7:9, NWT).
KILAM 107 Hezkirina Xwedê ji Me re Emsal e
PÊŞGOTINa
1-2. Çi sebebên muhîm hene ku em ji hevdû re hezkirina dilsoz nîşan bidin?
PIR muhîm e ku em ji hevdû re hezkirina dilsoz nîşan bidin. Gelo çima? Ka binêre ku hin ayetên ji kitêba Methelokên Silêman çi dibêjin: “Bila hezkirina dilsoz û dilsozî ji te dûr nekevin. ... Bi vî awayî, Xwedê û mirov wê ji te razî bin û te wek kesekî biaqil bibînin.” “Mirovekî ku hezkirina dilsoz nîşan dide li xwe qenciyê dike.” “Yê ku li pey edalet û hezkirina dilsoz diçe wê jiyan, edalet û rûmetê bibîne” (Methelokên Silêman 3:3, 4; 11:17; 21:21, NWT).
2 Ev ayet behsa sê sebeban dike ku çima lazim e ku em hezkirina dilsoz nîşan bidin. A yekê, Xwedê qîmetê dide kesên ku vî sifetî eyan dikin. A diduyan, kesên ku hezkirina dilsoz nîşan didin bi eslê xwe li xwe qenciyê dikin. Mesela, eger em hezkirina dilsoz nîşan bidin, emê ji xwe re dostên baş bibînin. A sisêyan jî, kesên ku hezkirina dilsoz eyan dikin wê jiyana herheyî û bereketên din bistînin. Loma, wê baş be ku em guh bidin vê şîreta Yehowa: “Ji hevdû re hezkirina dilsoz û dilrehmiyê nîşan bidin” (Zekerya 7:9, NWT).
3. Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?
3 Li vê meqaleyê, emê cewabên van çar pirsan bistînin: (1) Gerek em hezkirina dilsoz nîşanî kê bidin? (2) Kitêba Rûtê di heqê hezkirina dilsoz de çi rêyî me dide? (3) Em çawa dikarin hezkirina dilsoz eyan bikin? (4) Kesên ku hezkirina dilsoz nîşan didin çi feydeyan dibînin?
GEREK EM HEZKIRINA DILSOZ NÎŞANÎ KÊ BIDIN?
4. Em çawa dikarin Yehowa ji xwe re emsal bigirin? (Marqos 10:29, 30)
4 Wek me li meqaleya berê dîtibû, Yehowa “hezkirina xwe ya dilsoz nîşanî yên ku ji wî hez dikin û guh didin emrên wî dide” (Danîêl 9:4, NWT). Gerek em jî “wek zarokên delal mîna Xwedê bikin” (Efesî 5:1). Loma, em dixwazin ji xwişk û birayên xwe yên ruhî re hezkirina dilsoz nîşan bidin (Marqos 10:29, 30 bixwîne).
5-6. Peyva “dilsozî” carinan çawa tê bikaranîn?
5 Madem ku em dixwazin ji xwişk û birayan re hezkirina dilsoz nîşan bidin, wê baş be ku em maneya vê gotinê rind fehm bikin. Ji bo vê, bila em bibînin ku ferqa di nav dilsozî û hezkirina dilsoz de çi ye.
6 Mesela, kesekî ku bi gelek salan di eynî fîrmayê de dixebite wek karkerekî dilsoz tê hesibandin. Lê belê, dibe ku wî xwediyê fîrmayê rû bi rû nedîtiye. Wekî din, dibe ku ew bi hin qerarên fîrmayê qayil nîne. Ev yek ku ew bi dilsozî dixebite nayê maneya ku ew ji fîrmayê hez dike. Sebeba dilsoziya wî tenê ev e ku gerek ew bixebite ku debara xwe bike. Dîsa jî, eger ew rojekê ji xwe re îşekî baştir bibîne, ew hazir e ku dev ji îşê xwe berde û derbasî îşekî din bibe.
7-8. (a) Ferqa di nav dilsozî û hezkirina dilsoz de çi ye? (b) Emê çima bala xwe bidin hin ayetên ji kitêba Rûtê?
7 Xuya ye ku ferqa di nav dilsozî û hezkirina dilsoz de bi niyeta dil ve girêdayî ye. Nivîsarên Pîroz behsa çend kesên ku hezkirina dilsoz nîşan dida, dike. Gelo niyeta sereke ya wan çi bû? Wan hezkirina xwe ya dilsoz ne ji mecbûriyetê, lê bi dilxwazî nîşan dida. Mesela, serpêhatiya Dawid Padîşah bîne ber çavê xwe. Dawid ji dostê xwe Yonatan pir hez dikir. Gava bavê Yonatan dixwest Dawid bikuşta, Dawid dîsa jî ji Yonatan re hezkirina dilsoz nîşan da. Heta, piştî mirina Yonatan jî, Dawid Padîşah ji kurê wî Mefîboşet re hezkirina dilsoz nîşan da (1. Samûyêl 20:9, 14, 15; 2. Samûyêl 4:4; 8:15; 9:1, 6, 7).
8 Kitêba Rûtê di heqê hezkirina dilsoz de gelek tiştan hînî me dike. Gelo em dikarin ji kesên ku ev kitêb behsa wan dike kîjan dersan bistînin? Û em çawa dikarin di civata xwe de li gor van dersan hereket bikin?b
KITÊBA RÛTÊ DI HEQÊ HEZKIRINA DILSOZ DE ÇI RÊYÎ ME DIDE?
9. Naomî çima difikirî ku Yehowa li dijî wê ye?
9 Kitêba Pîroz behsa serpêhatiya jinikeke bi navê Naomî, bûka wê Rût û zilamekî bawermend ê bi navê Boaz, ê ku merivekî zilamê Naomiyê bû, dike. Ji ber ku li welatê Îsraêlê xela rabûbû, Naomî tevî zilam û du kurên xwe mala xwe bar kiribû û çûbû welatê Moabê. Li wê derê, zilamê Naomiyê mir. Du kurên wê zewicîn, lê paşê ew jî mirin (Rût 1:3-5; 2:1). Seba van derdên giran, Naomiyê xwe bêçare hîs dikir, û ew difikirî ku Yehowa li dijî wê ye. Ka binêre ku wê çi got: “Destê XUDAN, li dijî min rabû ... Xwedayê ku hêza wî besî her tiştî ye, gellek êş da min. ... XUDAN min xist tengasiyê” (Rût 1:13, 20, 21).
10. Gava Naomiyê gilî û gazinên xwe dikirin, Yehowa çi kir?
10 Gava Naomiyê gilî û gazinên xwe dikirin, gelo Yehowa li wê çawa dinêrî? Ew lê hêrs neket, lê wî halê wê fehm kir. Yehowa dizane ku zilm dikare kesekî bihîkmet dîn bike (Waiz 7:7). Loma, Naomî hewceyî alîkariyê bû, da ku ew fehm bike ku Yehowa ew terk nekiribû. Gelo Xwedê çawa alî wê kir? (1. Samûyêl 2:8). Wî Rût dehf da ku ew ji Naomiyê re hezkirina dilsoz nîşan bide. Bi dilxwazî û nezaket, Rûtê ber dilê xwesûya xwe çû û alî wê kir ku ew fehm bike ku Yehowa ji wê hez dike. Gelo em ji emsala Rûtê çi hîn dibin?
11. Xwişk û birayên dilşewat çima hazir in ku alî kesên dilteng bikin?
11 Hezkirina dilsoz me dehf dide ku em alî kesên dilteng bikin. Çawa ku Rûtê piştgiriya Naomiyê kir, kesên dilşewat bi dilxwazî piştgiriya xwişk û birayên dilteng dikin. Ew ji xwişk û birayan hez dikin, û ew hazir in ku çi ji destê wan tê bikin ku alî wan bikin (Methelokên Silêman 12:25; 24:10). Pawlos jî wisa gotibû: “Hanê bidin bêziravan, ji yên lewaz re bibin piştevan, li hember hemû mirovan bîhnfireh bin” (1. Selanîkî 5:14).
Wê baş be ku em rind guh bidin xwişk û birayên dilteng (Li paragrafa 12an binêre)
12. Em çawa dikarin alî xwişk û birayên dilteng bikin?
12 Gava xwişk yan birayek dilteng e, wê baş be ku em rind guh bidinê û jê re bibêjin ku em jê hez dikin. Gava em bi miyên Yehowa yên biqîmet eleqedar dibin, Xwedê ji me razî dibe (Îbranî 6:10). Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xwezî bi wî yê ku xatirê belengazan digire. Li roja felaketê, Yehowa wê wî xelas bike” (Zebûr 41:1, NWT).
Rût xwesûya xwe Naomiyê tenê nahêle, lê Orpa vedigere Moabê. Rût ji Naomiyê re dibêje: “Tu biçî ku, ez ê jî herim wir.” (Li paragrafa 13an binêre)
13. Ferqa di nav Rût û Orpayê de çi bû, û qerara Rûtê çawa hezkirina wê ya dilsoz nîşan da? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)
13 Ji bo ku em baştir fehm bikin ku hezkirina dilsoz çi ye, bala xwe bidê ku piştî mirina zilam û du kurên Naomiyê çi qewimî. Gava Naomiyê bihîst ku “XUDAN gîhaştiye alîkariya gelê xwe û nan daye wan”, wê qerar da ku vegere welatê xwe (Rût 1:6). Her du bûkên wê bi wê re ketin rê. Lê belê, gava ew li rê bûn, Naomiyê ji bûkên xwe re sê caran got ku bila ew vegerin welatê Moabê. Gelo wan çi kir? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Orpayê xesûya xwe ramûsa û xatir jê xwest, lê Rût ... pê re ma” (Rût 1:7-14, Mizgînî). Orpayê guh da Naomiyê û vegeriya Moabê. Rûtê jî dikaribû vegeriya malê, lê hezkirina dilsoz ew dehf da ku Naomiyê tenê nehêle, lê alî wê bike (Rût 1:16, 17). Rûtê qerar da ku bi Naomiyê re bimîne, ne ji ber ku ew mecbûr bû, lê ji ber ku wê ev yek ji dil dixwest. Qerara Rûtê, hezkirina wê ya dilsoz eyan kir. Gelo em dikarin ji vê serpêhatiyê çi hîn bibin?
14. (a) Gelek xwişk û bira çi dikin? (b) Li gor Îbranî 13:16, Xwedê ji çi cure qurbanan razî ye?
14 Kesên ku hezkirina dilsoz nîşan didin hazir in ku zehmetê bikişînin. Gelek Şahidên Yehowa ji xwişk û birayên xwe re hezkirina dilsoz nîşan didin, heta ji yên ku ew nas nakin re jî. Mesela, gava ew dibihîzin ku li cihekî felaket çêbûye, ew hazir in ku alîkariyê bikin. Gava xwişk yan birayek dikeve tengasiyê, ew zû dikevin hereketê ku alî vî kesî bikin. Li sedsala yekê, civatên li Mekedonyayê hazir bûn ku di oxira xwişk û birayan de zehmetê bikişînin. Îro jî, gelek xizmetkarên Xwedê wisa ne. Hin ji wan “ji karîna xwe zêdetir” fedakariyê dikin ku alî xwişk û birayan bikin (2. Korîntî 8:3). Yehowa bê guman ji wan razî ye! (Îbranî 13:16 bixwîne).
EM ÇAWA DIKARIN HEZKIRINA DILSOZ NÎŞAN BIDIN?
15-16. Rûtê çawa israr kir?
15 Ev yek ku Rûtê çawa alî Naomiyê kir çend dersên muhîm rêyî me dide. Ka em li hin ji wan binêrin.
16 Dev ji xîreta xwe bernede. Gava Rûtê ji xwesûya xwe re got ku ew dixwaze bi wê re here welatê Cihûdayê, Naomiyê teklîfa wê di serî de qebûl nekir. Lê Rûtê li ser ya xwe sekinî. Gelo netîce bû çi? “Çaxê Naomî dît ku Rûtê biryar daye ewê bi wê re here, êdî wê tiştekî din ji wê re negot” (Rût 1:15-18, Mizgînî).
17. Çi wê alî me bike ku em dev ji xîreta xwe bernedin?
17 Ders: Carinan hêsan nîne ku em alî kesên dilteng bikin, loma gerek em zû newestin. Mesela, dibe ku xwişkekec ku hewceyî destekê ye di serî de alîkariya me qebûl neke. Dîsa jî, hezkirina dilsoz wê me dehf bide ku em çi ji destê me bê bikin ku li kêleka wê bisekinin (Galatî 6:2). Emê hêvî bikin ku li dawiyê, ewê alîkariya me qebûl bike û îznê bide ku em destekê bidin wê.
18. Bi îhtimaleke mezin, gotinên Naomiyê çawa li ser Rûtê bandor kir?
18 Zû nexeyide. Gava Naomî û Rût gihîştin Beytlehemê, Naomî rastî cîranên xwe yên berê hat. Wê ji wan re got: “Gava ez çûm, her tiştên min hebûn, lê belê XUDAN min dest vala vegerand” (Rût 1:21). Bi texmîna te, gelo van gotinan çawa li ser Rûtê bandor kir? Rût bê guman xemgîn bû, çimkî wê pir zehmet kişandibû ku alî Naomiyê bike. Wê ew teselî kiribû, pê re giriyabû û çend roj pê re rêve çûbû. Lê gava Naomiyê wisa xeber da qey Rûtê tu tişt nekiribû, wê dîsa jî Naomî terk nekir.
19. Çi wê alî me bike ku em li kêleka kesekî dilteng bisekinin?
19 Ders: Em her çi qas xîret bikin ku alî xwişkeke dilteng bikin jî, dibe ku ew wisa xeber bide qey qîmeta alîkariya me tune. Lê belê, gerek em zû nexeyidin. Gerek em dîsa jî li kêleka wê bisekinin û ji Yehowa rêberiyê bixwazin ka em çawa dikarin dilê wê rihet bikin (Methelokên Silêman 17:17).
Rîspiyên civatê çawa dikarin Boaz ji xwe re emsal bigirin? (Li paragrafên 20 û 21ê binêre)
20. Rûtê çawa qewet û cesaret stand?
20 Cesaretê bide. Rûtê hezkirina xwe ya dilsoz li Naomiyê nîşan dabû, lê îcar, ew bi xwe hewceyî teşwîqê bû. Loma, Yehowa Boaz dehf da ku ew cesaretê bide wê. Boaz ji Rûtê re wisa got: “Bila XUDAN bersiva kirinên te bide û Xwedayê Îsraêl XUDANê ku, tu bona xwe di bin bazikên wî de bisitire hatiye cem wî, bila te bi comerdî bi xelat bike!” Van gotinên germ dilê Rûtê girt. Rûtê wisa cewab da Boaz: “Te bi gotinên xwe, min cariya xwe teselî kir, te dilê min firikand” (Rût 2:12, 13). Belê, gotinên Boaz qewet û cesaret da Rûtê.
21. Wek Îşaya 32:1, 2 nîşan dide, rîspî gerek çi bikin?
21 Ders: Xwişk û birayên ku hezkirina dilsoz nîşanî kesên din didin jî carinan hewceyî teşwîqê dibin. Çawa ku Boaz ji Rûtê re got ku qenciya wê badîhewa nîne, rîspiyên civatê jî pesnê xwişk û birayên dilovan didin. Bi saya van pesnan, xwişk û bira qewet û cesaretê distînin (Îşaya 32:1, 2 bixwîne).
KESÊN KU HEZKIRINA DILSOZ NÎŞAN DIDIN ÇI FEYDEYAN DIBÎNIN?
22-23. Nêrîna Naomiyê çawa guherî, û çima? (Zebûr 136:23, 26)
22 Piştî demekê, Boaz bi comerdî alî Rût û Naomiyê kir ku ew karibin debara xwe bikin (Rût 2:14-18). Hingê Naomiyê di heqê Boaz de wisa got: “Bila Yehowa, yê ku hezkirina xwe ya dilsoz ji saxan û ji miriyan venaşêre, wî pîroz bike” (Rût 2:20a, NWT). Fikra Naomiyê çi qas guherî! Berê, ew difikirî ku Yehowa li dijî wê ye, lê niha, wê êdî bi dilxweşî got ku ‘Yehowa hezkirina xwe ya dilsoz venaşêre’. Dibe ku Naomiyê nêrîna xwe ji bo çi guherand?
23 Naomiyê êdî destê Yehowa di jiyana xwe de didît. Belê, gava Naomî ber bi welatê Cihûdayê ve rêve diçû, Yehowa bi destê Rûtê alî wê kiribû (Rût 1:16). Wekî din, Yehowa bi destê Boaz jî alî wê û Rûtê kiribû (Rût 2:19, 20b). Bi îhtimaleke mezin, wê êdî fehm dikir ku Yehowa ew terk nekiribû, lê her tim li kêleka wê sekinîbû (Zebûr 136:23, 26 bixwîne). Naomî bê guman pir şikurdar bû ji ber ku Rût û Boaz ew tenê nehiştibû. Bîne ber çavê xwe ku Naomî, Rût û Boaz çi qas dilşad bûn!
24. Em çima biqerar in ku bi dewamî ji xwişk û birayan re hezkirina dilsoz nîşan bidin?
24 Kitêba Rûtê di heqê hezkirina dilsoz de çi rêyî me dide? Bi saya hezkirina dilsoz, emê zû dev ji xîreta xwe bernedin ku alî xwişk û birayên dilteng bikin. Wekî din, emê hazir bin ku di oxira wan de fedakariyê bikin. Wê baş be ku rîspî pesnê xwişk û birayên ku hezkirina dilsoz nîşan didin, bidin. Gava em dibînin ku kesên hewcedar ji aliyê ruhî ve dîsa xurt dibin, em pir şa dibin (Karên Şandiyan 20:35). Gelo herî zêde çima muhîm e ku em hezkirina dilsoz nîşan bidin? Sebeba sereke ev e ku em dixwazin Yehowa – yê ku “hezkirina wî ya dilsoz zêde ye” – ji xwe re emsal bigirin û dilê wî şa bikin (2. Mûsa 34:6, NWT; Zebûr 33:22).
KILAM 130 Hevdû Efû Bikin
a Yehowa dixwaze ku em ji xwişk û birayan re hezkirina dilsoz nîşan bidin. Ji bo ku em rind fehm bikin ku hezkirina dilsoz çi ye, wê baş be ku em bala xwe bidinê ku li demên berê, hin xizmetkarên Xwedê ev sifet çawa nîşan dida. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em dikarin ji serpêhatiyên Rût, Naomî û Boaz çi hîn bibin.
b Ji bo ku tu ji vê meqaleyê zêdetir feydeyê bistînî, ji kerema xwe re beşên 1 û 2yan ên kitêba Rûtê bixwîne.
c Ji ber ku em serpêhatiya Naomiyê lêkolîn dikin, em behsa xwişkên hewcedar dikin, lê dersên li vê meqaleyê helbet ji bo birayan in jî.