KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w21 Hezîran r. 25
  • Te Zanibû?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Te Zanibû?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
w21 Hezîran r. 25
Di destê Îsa Mesîh de pereyek heye.

Te Zanibû?

Li rojên Îsa Mesîh, ji mirovan çi cure bac dihatin standin?

BI GELEK SEDSALAN, Îsraêliyan ji bo piştgiriya îbadeta rast pere didan. Lê belê, li rojên Îsa Mesîh, barê bacên ku ji mirovan dihatin topkirin êdî pir giran bûbû.

Ji bo piştgiriya îşên perestgehê, ji her zilamê Cihû nîv şekel (du zîv) dihat topkirin. Li sedsala yekê, ev pere ji bo qurbanan û ji bo xwedîkirina perestgeha ku Hêrodês Padîşah ava kiribû, dihatin bikaranîn. Hin Cihûyan ji Petrûsê şandî pirsî ka Îsa li ser vê meseleyê çi difikire. Îsa Mesîh negot ku gerek ev bac neyê dayîn, lê wî ji Petrûs re got ku bila ew jî vê bacê bide (Metta 17:24-27).

Wekî din, ji mirovan “dehyek” dihat standin, yanî ji sedî deh ji mehsûla xwe (3. Mûsa 27:30-32; 4. Mûsa 18:26-28). Alimên dînî digot ku gerek dehyeka hemû zebzeyan bê dayîn, heta “dehyeka pûng, rizyan û kîmyona xwe”. Îsa Mesîh adeta dehyekdayînê rexne nedikir, lê wî durûtiya şerîetzan û Fêrisiyan îfşa dikir (Metta 23:23).

Li rojên Îsa Mesîh, welat di bin hikumdariya Romayiyan de bû, û wan jî ji xelkê cure cure bac top dikirin. Mesela, ji kesên ku erdê wan hebû, bac dihat topkirin, û wan dikaribû ev bac wek pere yan wek mehsûl bidaya. Tê texmînkirin ku ev bac weke ji sedî 20 yan 25 bû. Ji xeynî vê, ji bo serê her Cihûyî bac dihat topkirin. Fêrisiyan di heqê vê bacê de ji Îsa Mesîh pirsî. Wî got: “Tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê” (Metta 22:15-22).

Wekî din, ji bo mal û eşya ku dihatin firotin, bac dihat standin. Ev bac li lîmanan, li piran, li kolanan yan li ber dergehên bajar û sûkan dihat topkirin.

Di bin hikumdariya Romayê de, bac pir giran bû. Li gor tarîxzanê Romayî Tasîtûs, li wexta hikumdariya Tîberyos, gava Îsa Mesîh li rûyê erdê bû, “Xelkê Sûriye û Cihûstanê dixwest ku barê xeracê bê siviktirkirin”.

Metoda ku ji bo topkirina bacan dihat bikaranîn, ev bar hê jî girantir dikir. Heqê berhevkirina bacan ji kesê ku herî zêde pere dida re dihat firotin. Van kesan jî îşê topkirinê emanetî kesên din dikir û ji wan kar distand. Bi îhtimaleke mezin, Zexayos jî bi destê kesên din bac top dikir (Lûqa 19:1, 2). Ev yek helbet li mirovan xweş nedihat, loma wan ji kesên ku bac top dikirin hez nedikir.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne