KILAM 102
Alî Kesên Zeîf Bike
1. Gelek in qisûrên me,
kes ne kamil e.
Lê Yehowa dîsa jî
xema me dixwe.
Rehma wî mezin e,
ew ji me hez dike.
Gerek em jî destek bin
ji yên dilteng re.
2. Hin kes xurt xuya dikin
lê zeîf bûne.
Piştgiriya wan bike
bi gotinên xwe.
Tu car ji bîr neke,
ew berxên Îsa ne;
nazik be û barê wan
siviktir bike.
3. Yên zeîf mehkûm neke,
lê xîret bike
ku qewetê bidî wan,
alî wan bike.
Dilê wan xurt bike,
destê wan bigire.
Ev xwişk û birayên me
hewceyî me ne.
(Li van ayetan jî binêre: Îşa. 35:3, 4; 2. Kor. 11:29; Gal. 6:2)