MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 29
Piştgiriya Çavdêrê Me Îsa Mesîh Bike
“Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn” (METTA 28:18).
KILAM 13 Îsa Mesîh ji Me re Mînak e
PÊŞGOTINa
1. Daxwaza Yehowa çi ye?
DAXWAZA Xwedayê me ev e ku mizgîna Padîşahiyê li seranserê dinyayê bê belavkirin (Marqos 13:10; 1. Tîmotêyos 2:3, 4). Ev îş, îşê Yehowa ye, û wî mesûliyeta vî îşî daye destê Kurê xweyî ezîz. Em dikarin emîn bin ku di bin çavdêriya baş a Îsa Mesîh de, îşê belavkirina mizgînê wê berî dawiya vê sîstemê bê qedandin (Metta 24:14).
2. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?
2 Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Îsa Mesîh “xulamê dilsoz û şehreza” çawa dixebitîne ku xwarina ruhî tedarek bike û rêberiya îşê belavkirina mizgînê bike. Ev yek bi rastî jî îşekî mezin e! (Metta 24:45). Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin piştgiriya Îsa Mesîh û xulamê dilsoz bikin.
ÎSA MESÎH ÇAVDÊRIYA ÎŞÊ BELAVKIRINA MIZGÎNÊ DIKE
3. Çi otorîte hatiye dayîn destê Îsa Mesîh?
3 Em ji ku dizanin ku Îsa Mesîh çavdêriya îşê belavkirina mizgînê dike? Wexteke kin berî ku Îsa Mesîh çû ezmanan, wî li ser çiyayekî li Celîleyê bi çend şagirtên xwe re li hev top bû. Wî ji wan re got: “Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn. Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min” (Metta 28:18, 19). Ji van ayetan, em bi zelalî fehm dikin ku “desthilatî” yan otorîteya li ser îşê belavkirina mizgînê hatiye dayîn destê Îsa Mesîh.
4. Em çima dikarin emîn bin ku Îsa Mesîh îro jî çavdêriya îşê belavkirina mizgînê dike?
4 Îsa Mesîh gotibû ku îşê belavkirina mizgînê û şagirtkirinê wê li “hemû miletan” bê kirin. Wekî din, wî ji şagirtên xwe re gotibû: “Ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me” (Metta 28:20). Ev gotin rind nîşan didin ku îşê belavkirina mizgînê wê di bin çavdêriya Îsa Mesîh de heta rojên me berdewam bikira.
5. Em çawa piştgiriya pêkhatina gotinên Zebûr 110:3 dikin?
5 Îsa Mesîh endîşe nedikir ku li dawiya vê sîstemê, karker wê hindik bin. Wî dizanibû ku ev gotin wê bên cih: “Di roja te ya şer de, wê gelê te bi dilxwazî herin” (Zebûr 110:3). Gava tu mizgînê belav dikî, tu destekê didî Îsa Mesîh û xulamê dilsoz û piştgiriya pêkhatina vê wehdê dikî. Belê, îş bi pêş ve diçe, lê helbet çetinahî jî hene.
6. Yek ji çetinahiyên ku mizgînvanên Padîşahiyê rastî wê tên, çi ye?
6 Yek ji çetinahiyan ev e ku gelek kes ji îşê me nefret dikin. Kesên ku li hemberî rastiyê serî hildidin, alimên dînî û siyasetvan di heqê îşê me de derewan belav dikin. Eger meriv, heval yan hevalkarên me ji van derewan bawer bikin, dibe ku ew zorê li me bidin ku em dev ji xizmeta Yehowa û ji belavkirina mizgînê berdin. Li hin welatan, xwişk û birayên me tên tirsandin, girtin û avêtin hebsê. Em seba vê yekê şaş namînin, çimkî Îsa Mesîh ji berê ve wisa gotibû: “Ji ber navê min hemû milet wê ji we nefret bikin” (Metta 24:9). Ev yek ku mirov ji me nefret dikin bi xwe îsbat dike ku Yehowa ji me razî ye (Metta 5:11, 12). Sebeba vê nefretê, Îblîs e. Lê belê, Îsa Mesîh ji wî xurttir e! Bi saya desteka Îsa Mesîh, xebera xêrê digihîje mirovên ji hemû miletan. Niha, emê bala xwe bidin hin îsbatan.
7. Bi dîtina te, gotinên Peyxam 14:6, 7 çawa tên cih?
7 Faktoreke ku belavkirina mizgîna Padîşahiyê çetin dike ev e ku gelek ziman hene û em bi xwe van zimanan nizanin. Lê belê, di kitêba Peyxamê de, Îsa Mesîh nîşan dabû ku di rojên me de, mizgîn wê li gel vê astengê bê belavkirin (Peyxam 14:6, 7 bixwîne). Gelo çawa? Li ser malpera me jw.org, bi zêdetirî 1.000 zimanî melûmata di heqê Kitêba Pîroz de heye, û em xîret dikin ku xebera Padîşahiyê bigihînin her kesî. Ji bo vê, Koma Rêberiyê qerar daye ku kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! bi zêdetirî 700 zimanî bê tercûmekirin. Ji bo ku em alî mirovan bikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh, ev kitêb niha hacetê meyî sereke ye. Wekî din, weşanên bi alfabeya Braille û vîdeo tên weşandin, da ku xwarina ruhî bigihîje kesên kor û kesên ker jî. Wehdên Kitêba Pîroz li ber çavê me tên cih. Mirovên “ji her ziman û ji her miletî” niha “zimanê paqij” ê rastiya Kitêba Pîroz hîn dibin (Zekerya 8:23, Mizgînî; Tsêfanya 3:9, NWT). Ev îş bi temamî di bin çavdêriya Îsa Mesîh de tê kirin.
8. Netîceyên belavkirina mizgînê çi ne?
8 Îro, di teşkîlata Yehowa de zêdetirî 8 milyon mirovên ji 240 welat û herêmî hene, û her sal bi deh hezaran mirov tên binavkirin. Tiştekî ku ji van hejmaran muhîmtir e jî ev e ku ev şagirtên nû “şexsiyeta nû” bi pêş dixin (Kolosî 3:8-10, NWT). Gelek ji wan dev ji bêexlaqî, zordarî, miletperestî û pêşhukiman berdaye. Wek Îşaya 2:4 ji berê ve gotibû, ew êdî ‘hînî cengê nabin’. Xîreta me ku em “şexsiyeta nû” li xwe bikin li ser kesên din jî tesîr dike û alî wan dike ku ew jî bibin şagirtên Îsa Mesîh. Wekî din, gava em çi ji destê me tê dikin ku “şexsiyeta nû” li xwe bikin, em îsbat dikin ku em li pey çavdêrê xwe Îsa Mesîh diçin (Yûhenna 13:35; 1. Petrûs 2:12). Ev yek xwe bi xwe çênabe. Yê ku alî me dike ku em serkeftî bibin, Îsa Mesîh e.
ÎSA XULAMÊ DILSOZ TAYÎN DIKE
9. Li Metta 24:45-47, di heqê rojên dawîn de çi ji berê ve hatibû gotin?
9 Metta 24:45-47 bixwîne. Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku di rojên dawîn de, ewê “xulamê dilsoz û şehreza” tayîn bike, da ku ew xwarina ruhî tedarek bike. Ev xulam îro heye û bi dil û can dixebite. Çavdêrê me Îsa Mesîh bi destê komeke zilamên tayînkirî di wextê de xwarina ruhî dide xizmetkarên Xwedê û kesên eleqedar. Ev zilam xwe wek serwerên li ser baweriya kesên din nabînin (2. Korîntî 1:24). Ew qebûl dikin ku yê ku li ser xizmetkarên Xwedê “serwer û fermandar” e, Îsa Mesîh e (Îşaya 55:4).
10. Te riya rastiyê bi destê kîjan weşanê nas kir?
10 Ji sala 1919an û pê ve, xulamê dilsoz bi destê weşanên cur bi cur alî xwendekarên nû kiriye ku ew xwarina ruhî tehm bikin. Di sala 1921ê de, xulam kitêba Çenga Xwedê (bi zimanê Îngilîzî) weşand, a ku alî kesên eleqedar dikir ku ew rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz hîn bibin. Bi zeman re, gelek însanan Bavê meyî ezmanî bi alîkariya van weşanan nas kiriye: “Bila Xwedê Heq Be”, Rastiya ku ber bi Jiyana Herheyî ve Dibe, Tu Dikarî Heta bi Hetayê li Ceneta li Rûyê Erdê Bijî, Zanîna ku ber bi Jiyana Herheyî ve Dibe, Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Hîn Dike?, Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? yan weşana bi navê Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ya ku nû derketiye. Li wexta ku ev kitêb dihatin weşandin, ew bi rastî jî pir kêrhatî bûn.
11. Em çima hewceyî xwarina ruhî ne?
11 Ji xeynî kesên ku rastiyê nû hîn dibin, em jî hewceyî xwarina ruhî ne, da ku em Kitêba Pîroz û Yehowa rind nas bikin. Pawlosê şandî wisa gotibû: “Xwarina giran ji bo yên gihîştî ye.” Wek Pawlos zelal kiribû, xwarinên wisa alî me dikin ku em “qencî û xerabiyê ji hev derxin” (Îbranî 5:14). Îro, exlaqa dinyayê bi rastî jî pir nizm bûye, loma carinan hêsan nîne ku em guh bidin qanûnên Yehowa. Lê bi destê xwarina tehmxweş, Îsa Mesîh qewetê dide me, da ku em bi ser bikevin. Çavkaniya vê xwarinê, Peyva Xwedê ye. Xulamê dilsoz vê xwarinê di bin rêberiya Îsa Mesîh de hazir dike û belav dike.
12. Mîna Îsa Mesîh, em li navê Xwedê çawa dinêrin?
12 Wek Îsa Mesîh, em navê Xwedê birûmet dikin (Yûhenna 17:6, 26). Mesela, ji sala 1931ê û pê ve, em xwe wek “Şahidên Yehowa” bi nav dikin. Bi saya vî navî, yê ku me ji Kitêba Pîroz standiye, em nîşan didin ku em çi qas nêzîkî Bavê xweyî ezmanî ne (Îşaya 43:10-12). Wekî din, ji meha Cotmehê ya sala 1931ê û pê ve, navê Xwedê li rûyê vê kovarê xuya dike. Li gelek tercûmeyên Kitêba Pîroz, ên ku ji aliyê dêran ve tên hazirkirin, navê Xwedê hatiye derxistin, lê Şahidên Yehowa navê Xwedê di Wergera Dinyaya Nû de li hemû cihên eslî bi kar tînin.
ÎSA RÊBERIYA ŞAGIRTÊN XWE DIKE
13. Tu çima bawer dikî ku Îsa Mesîh îro “xulamê dilsoz û şehreza” bi kar tîne? (Yûhenna 6:68)
13 Bi destê “xulamê dilsoz û şehreza”, Îsa Mesîh teşkîlateke bêemsal ava kiriye ku îbadeta rast bi pêş bixe. Tu li vê teşkîlatê çawa dinêrî? Belkî tu jî wek Petrûsê şandî hîs dikî, yê ku ji Îsa Mesîh re wisa gotibû: “Emê herin ba kê? Gotinên jiyana herheyî bi te re ne” (Yûhenna 6:68). Eger me teşkîlata Yehowa nas nekira, halê me wê niha çawa bûya? Bi saya teşkîlatê, em ji aliyê ruhî ve tu caran birçî namînin. Wekî din, Îsa Mesîh me bi destê teşkîlatê perwerde dike ku em xizmeta xwe bi awayekî baş bikin, û ew alî me dike ku em “şexsiyeta nû” li xwe bikin, da ku Yehowa ji me razî be (Efesî 4:24, NWT).
14. Li dema pandemiya COVID-19, te ji rêberiya teşkîlata Yehowa çawa feyde didît?
14 Di rojên çetin de, Îsa Mesîh rêberiya me dike. Gava pandemiya COVID-19 dest pê kir, feydeyên vê rêberiya bihîkmet eşkere bûn. Gelek kesên li dinyayê nizanibû ku çi bikin, lê Îsa Mesîh bi zelalî rêberiya me dikir ku em di selametiyê de bin. Ji me re dihat gotin ku bila em maskeyan bi kar bînin û xwe ji kesên din dûr bigirin. Ji rîspiyan re dihat gotin ku bila ew bi hemû xwişk û birayan eleqedar bin û hay ji hewcedariyên wan ên madî û manewî hebin (Îşaya 32:1, 2). Wekî din, me bi navgîniya raporên Koma Rêberiyê teşwîq û rêberî distand.
15. Li dema pandemiyê, ji bo derbaskirina civînan û ji bo belavkirina mizgînê çi rêberî hatibû dayîn, û netîce bû çi?
15 Li dema pandemiyê, ji me re rêberî dihat dayîn ku gerek em civînan çawa derbas bikin û mizgînê çawa belav bikin. Ji bo derbaskirina civîn û komcivînan, em zû bi zû hînî programên vîdeokonferansê bûn. Wekî din, em hîn bûn ku mizgînê bi destê telefon û nameyan belav bikin. Yehowa xîreta me bibereket kiriye. Li gelek welatan, hejmara mizgînvanan bilindtir bûye. Li dema pandemiyê, gelek kesên dilpak hatin ser riya rastiyê (li çarçoveya “Yehowa Xizmeta Me Bibereket Dike” binêre).
16. Em dikarin ji çi emîn bin?
16 Hin kes belkî difikirîn ku rêberiya teşkîlatê ya di heqê pandemiyê de bi zêdeyî sert e. Lê belê, me dît ku di netîceyê de, rêberiya ku me distand çi qas bihîkmet bû (Metta 11:19). Gava em bala xwe didinê ku Îsa Mesîh çawa bi dilovanî rêberiya şagirtên xwe dike, baweriya me xurttir dibe ku çi dibe bila bibe, Yehowa û Kurê wiyê ezîz wê bi me re bin (Îbranî 13:5, 6 bixwîne).
17. Tu di heqê çavdêriya Îsa Mesîh de çi difikirî?
17 Em çi qas şa ne ku em di bin çavdêriya Îsa de dixebitin. Ferqiyên wek kultur, milet yan zimanên cuda yekîtiya teşkîlata me xera nakin. Bi destê vê teşkîlatê, Xwedê xwarina ruhî dide me û me perwerde dike ku em xebera xêrê belav bikin. Wekî din, em alîkariyê distînin ku “şexsiyeta nû” li xwe bikin, û em hîn dibin ku ji hevdû hez bikin. Ma em serbilind nînin ku Îsa Mesîh çavdêrê me ye?
KILAM 16 Yehowa Tac Daniye ser Serê Îsa
a Di bin çavdêriya Îsa Mesîh de, bi milyonan jin, mêr û zarok mizgîna Padîşahiyê bi xîret belav dikin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin hin îsbatên ku Îsa Mesîh rêberiya îşê belavkirina mizgînê dike. Ev melûmat wê alî me bike ku em bi dewamî li gor vê rêberiyê ji Yehowa re xizmet bikin.