KILAM 36
Dilê Xwe Biparêze
(Methelokên Silêman 4:23)
1. Dilê xwe rind biparêze
û paqij bimîne.
Xwedê dizane çi heye
di hundirê dil de.
Bala xwe bide dilê xwe,
çimkî ew xayîn e.
Hem hişê xwe hem dilê xwe
her tim xwedî bike.
2. Guh bide Yehowa Xwedê,
daxwaza wî bike.
Bi dua û niyazên xwe
nêzîkî wî bibe.
Pesnê wî bide roj bi roj,
ji wî re spas bike.
Ji Yehowa re dilsoz be,
dilê wî şa bike.
3. Fikrên nebaş ji dilê xwe
bi temamî derxe.
Îznê bide ku heqîqet
dilê te bigire.
Bi dil û can ji Xwedê re
îbadetê bike.
Eger tu van tiştan bikî,
Xwedê wê razî be.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 34:1; Flp. 4:8; 1. Ptr. 3:4)