KILAM 139
Dinyaya Nû Xeyal Bike
1. Dinyaya nû xeyal bike,
sozên Xwedê bîne ber çavê xwe.
Emê êdî azad bibin,
tiştên xerab wê winda bibin.
Serweriya Xwedayê me
wê tim û tim serkeftî bibe.
Hemû kul û derd wê bên safîkirin,
emê bi vê stranê
pesnê Xwedê bidin:
(DÎSGOTIN)
“Şikur, ya Xwedê, ji bo her tiştî,
tu çi qas qenc û destvekirî yî!
Tu hêjayî hemû rûmet û pesnan î,
dilê me dicoşe bi kêf û spasdarî.”
2. Wê dema xweş xeyal bike,
dinyaya nû bîne ber çavê xwe.
Em hesreta wê rojê ne,
Xwedê wê her tiştî nû bike.
Şîn û girîn wê tune bin,
tiştên berê wê derbas bibin.
Kesên mirî wê dîsa bên jiyanê,
ewê tevî me
rûmetê bidin Xwedê:
(DÎSGOTIN)
“Şikur, ya Xwedê, ji bo her tiştî,
tu çi qas qenc û destvekirî yî!
Tu hêjayî hemû rûmet û pesnan î,
dilê me dicoşe bi kêf û spasdarî.”
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 37:10, 11; Îşa. 65:17; Yûh. 5:28; 2. Ptr. 3:13)