KILAM 129
Emê Dilsoz Bimînin
1. Gava Îsa hat
rastî tengasiyên giran,
wî bala xwe da
sozên Xwedayê dilovan.
Em jî xwe dispêrin
edaleta Xudan.
(DÎSGOTIN)
Emê dilsoz bimînin
bi bîr û bawerî.
Eger em sebir bikin,
emê bistînin emrê bêdawî.
2. Zor û zehmet e
di vê dinyayê de jiyan.
Lê belê, Xwedê
wê paqij bike hêstiran.
Bawer be, rojên xweş
nêzîk in bê guman!
(DÎSGOTIN)
Emê dilsoz bimînin
bi bîr û bawerî.
Eger em sebir bikin,
emê bistînin emrê bêdawî.
3. Sozên Yehowa
îmana me qewî dikin.
Em ber xwe didin,
em sebra xwe winda nakin.
Yehowa wê bide
xelateke mezin.
(DÎSGOTIN)
Emê dilsoz bimînin
bi bîr û bawerî.
Eger em sebir bikin,
emê bistînin emrê bêdawî.
(Li van ayetan jî binêre: Kar. 20:19, 20; Aqûb 1:12; 1. Ptr. 4:12-14)