KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w23 Hezîran r. 14-19
  • Çima Gerek Tirsa Xwedê di Dilê Me de Hebe?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Çima Gerek Tirsa Xwedê di Dilê Me de Hebe?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • MANEYA TIRSA XWEDÊ ÇI YE?
  • TIRSA XWEDÊ DI DILÊ XWE DE AVA BIKE
  • MÎNA OBADYA DILXURT BE
  • MÎNA SEROKKAHÎN YEHOYADA SADIQ BE
  • NEBE WEK YOAŞ PADÎŞAH
  • Dilxurtiya Yehoyada
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Yehowa Dilxurtiyê bi Bereket Dike
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Ciwanno – Hûn Jiyaneke Çawa Dixwazin?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Tevî Kesên ku ji Yehowa Hez Dikin Wext Derbas Bike
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
w23 Hezîran r. 14-19

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 27

Çima Gerek Tirsa Xwedê di Dilê Me de Hebe?

“Yehowa dibe dostê kesên ku jê ditirsin” (ZEBÛR 25:14, NWT).

KILAM 8 Yehowa Stara Me ye

PÊŞGOTINa

1-2. Li gor Zebûr 25:14, em çawa dikarin bibin dostên Yehowa?

BI DÎTINA te, dostanî li ser çi esasî tê avakirin? Bi îhtimaleke mezin, teyê bigota ku esasê dostaniyê hezkirin e, û dost gerek alî hevdû bikin. Bi normalî, ne hewce ye ku dost ji hevdû bitirsin. Lê çi balkêş e ku ayeta sereke wisa dibêje: “Yehowa dibe dostê kesên ku jê ditirsin. Û ew peymana xwe bi wan dide zanîn” (Zebûr 25:14, NWT).

2 Lazim e ku tirsa Xwedê di dilê hemû xizmetkarên Yehowa de hebe. Lê maneya tirsa Xwedê çi ye? Em çawa dikarin bielimin ku ji Yehowa bitirsin? Di warê tirsa Xwedê de, em dikarin ji Obadyayê çavdêrê qesrê, ji Serokkahîn Yehoyada û ji Yoaş Padîşah çi bielimin?

MANEYA TIRSA XWEDÊ ÇI YE?

3. Çi dikare bibe sebeb ku em bitirsin, û ev tirs çawa tesîrê li me dike?

3 Fikra ku zerar dikare bigihîje me dikare me hem bitirsîne hem jî biparêze. Tirseke wisa dikare alî me bike ku em qerarên baş bidin. Mesela, tirsa ketina ji zinarekî bilind alî me dike ku em xwe biparêzin. Ji tirsa birîndarbûnê, em ji talûkeyan direvin. Wekî din, ji tirsa ku zerar dikare bigihîje dostaniya me ya bi kesekî re, em tiştekî xerab ne dibêjin ne jî dikin.

4. Îblîs dixwaze ku em bi çi awayî ji Yehowa bitirsin?

4 Îblîs dixwaze ku ziravê însanan ji Yehowa biqete. Îblîs îdîa dike ku Yehowa yekî zalim e, dixwaze me ceza bike, û tu kes nikare dilê wî xweş bike (Eyûb 4:18, 19). Lê bi eslê xwe ne hewce ye ku ziravê me ji Yehowa biqete. Maneya tirsa Xwedê ev e ku gerek em qedrê wî bigirin û xwe ji tiştên ku dikarin dilê wî biêşînin, dûr bigirin.

5. Tirsa Xwedê tê çi maneyê?

5 Kesê ku bi awayê rast ji Xwedê ditirse bi eslê xwe ji wî hez dike. Ew naxwaze tiştekî xerab bike, yê ku dikare zerarê bide dostaniya wî ya bi Xwedê re. Tirsa Xwedê di dilê Îsa Mesîh de jî hebû (Îbranî 5:7). Ziravê wî ji Yehowa nediqetiya, lê wî ji Xwedê hez dikir û ji dil bi ya wî dikir (Îşaya 11:2, 3; Yûhenna 14:21, 31). Sifetên Yehowa yên sereke hezkirin, hîkmet, edalet û qudret in. Loma, wek Îsa Mesîh, em qedrê wî digirin û hurmetê didin wî. Wekî din, em dizanin ku Yehowa ji me pir hez dike û rêberiya me dike. Bi gotin û kirinên xwe, em dikarin dilê wî yan biêşînin yan şa bikin (Zebûr 78:41; Methelokên Silêman 27:11).

TIRSA XWEDÊ DI DILÊ XWE DE AVA BIKE

6. Em çawa dikarin bielimin ku ji Xwedê bitirsin? (Zebûr 34:11)

6 Gava em hatin dinyayê, tirsa Xwedê xwe bi xwe neket dilê me. Ji ber vê yekê, lazim e ku em tirsa Xwedê di dilê xwe de ava bikin (Zebûr 34:11 bixwîne). Ji bo avakirina tirsa Xwedê, rêyek ew e ku em li tebîetê mêze bikin û li ser wê kûr bifikirin. Her ku em hîkmet, qudret û hezkirina Xwedê di tiştên xuliqandî de bibînin, emê hê jî zêdetir qedrê wî bigirin û jê hez bikin (Romayî 1:20). Xwişkeke me wisa got: “Tiştên xuliqandî hîkmeta Yehowa nîşan didin. Ez li wan ecêbmayî dimînin. Ew tînin bîra min ku Xwedê xêra min dixwaze.” Fikirîna kûr alî wê kir ku ew bigihîje vê qenaetê: “Ji ber ku Yehowa jiyan daye min, ez qet naxwazim tiştekî şaş bikim, ê ku dikare zerarê bide dostaniya min ya bi wî re.” Vê heftiyê, ji kerema xwe re bala xwe bide tiştekî ku Yehowa xuliqandiye û li ser wî kûr bifikire. Bi vî awayî, tuyê bêtir ji Yehowa hez bikî û qedrê wî bigirî (Zebûr 111:2, 3).

7. Duakirin çawa alî me dike ku em tirsa Yehowa ava bikin?

7 Rêyeke din ku em tirsa Xwedê ava bikin ew e ku em her roj dua bikin. Her ku em zêdetir dua dikin, em Yehowa baştir nas dikin. Her cara ku em ji ber derdên xwe ji wî rica dikin ku bila ew qewet û sebrê bide me, em qudreta wî ya mezin tînin bîra xwe. Gava em ji bo fîdyeya Îsa Mesîh şikir dikin, tê bîra me ku Yehowa çi qas ji me hez dike. Gava em ji bo çareserkirina derdekî xwe alîkariyê ji Yehowa rica dikin, tê bîra me ku ew pir bihîkmet e. Duayên wisa alî me dikin ku em bêtir qedrê Yehowa bigirin û ji her tiştê ku dikare dostaniya me ya bi wî re xera bikin, dûr bisekinin.

8. Em çawa dikarin tirsa Xwedê di dilê xwe de biparêzin?

8 Ji bo ku em tirsa Xwedê di dilê xwe de biparêzin, hewce ye ku em Kitêba Pîroz bixwînin û ji mîsalên baş û xerab, ên ku tê de hene, bielimin. Ka em bala xwe bidin du xizmetkarên Yehowa yên sadiq. Yek ji wan Obadyayê çavdêrê qesra Ahab Padîşah bû û yê din jî Serokkahîn Yehoyada bû. Dû re, emê bibînin ku em dikarin ji Yoaş Padîşah çi bielimin, ê ku di serî de dilsoz bû, lê paşê ji rêya Yehowa derket.

MÎNA OBADYA DILXURT BE

9. Tirsa Xwedê çawa tesîr li Obadya dikir? (1. Qiralan 18:3, 12)

9 Kitêba Pîroz di heqê Obadyab de wisa dibêje: “Obadya zehf ji XUDAN ditirsiya” (1. Qiralan 18:3, 12 bixwîne). Bi saya tirsa Xwedê, Obadya yekî rast, durist û biîtibar bû. Ji ber vê yekê, padîşah ew kir çavdêrê qesrê (Nehemya 7:2). Wekî din, tirsa Xwedê alî wî dikir ku ew yekî pir dilxurt be. Ew di dema hukimdariya Ahab Padîşah de dijiya, yê ku ji hemû padîşahên beriya xwe bêtir xerabî dikir (1. Qiralan 16:30). Jina Ahab Îzebelê ji Baal re îbadet dikir. Îzebelê ji Yehowa nefret dikir. Loma, wê hewl dida ku îbadeta Yehowa ji holê rake, û wê gelek pêxemberên Xwedê qetil kirin (1. Qiralan 18:4). Bê şik, Obadya di rojên zehmet de dijiya.

10. Obadya çawa îsbat kir ku ew yekî pir dilxurt e?

10 Obadya çawa îsbat kir ku ew yekî pir dilxurt e? Gava Îzebelê dil dikir ku pêxemberên Xwedê qetil bike, Obadya 100 ji wan 50 bi 50 di şikeftekê de veşartin û nan û av ji wan re dibirin (1. Qiralan 18:13, 14). Eger ev yek eşkere bibûya, bê şik Obadya wê bihata kuştin. Helbet, Obadya nedixwest bimire. Lê Obadya ji jiyana xwe zêdetir ji Yehowa û ji xizmetkarên wî hez dikir.

Birayekî ciwan derbasî mala xwişk û birayekî dibe. Dema ku ew weşanan teslîmî birayê me dike, çavê jina wî li derve ye, da ku kes wan nebîne.

Di dema qedexeyan de, birayekî dilxurt xwarina ruhî ji xwişk û birayan re dibe (Li paragrafa 11an binêre)c

11. Xizmetkarên Yehowa ji çi aliyan ve dişibin Obadya? (Li resim jî binêre.)

11 Îro, gelek xizmetkarên Yehowa li welatên ku fealiyetên me hatine qedexekirin dijîn. Ew helbet qedrê dewletê digirin, lê mîna Obadya, ew red dikin ku dev ji îbadeta Yehowa berdin (Metta 22:21). Gelo ew tirsa Xwedê çawa nîşan didin? Ew ji însanan zêdetir guhdariya Xwedê dikin (Karên Şandiyan 5:29). Ew bi dewamî mizgînê îlan dikin û bi dizîka civînên xwe bi hev re derbas dikin (Metta 10:16, 28). Ew xîret dikin ku hemû xwişk û bira xwarina ruhî bistînin. Ka bala xwe bide mîsala birayê me Henri, yê ku li welatekî Afrîkayê dijî. Li wê derê, fealiyetên me ji bo demekê hatibûn qedexekirin. Di dema qedexeyê de, Henri dixwest weşanên me ji xwişk û birayan re bibe. Wî nivîsand: “Bi eslê xwe, ez yekî fediyok im. Lê hurmeta min a ji Yehowa re dilê min xurt dikir ku ez vê wezîfeyê bînim cih.” Eger tirsa Xwedê di dilê te de hebe, tu jî dikarî bi qasî Henri dilxurt bî!

MÎNA SEROKKAHÎN YEHOYADA SADIQ BE

12. Serokkahîn Yehoyada û xanima wî çawa nîşan da ku ew li hemberî Yehowa sadiq in?

12 Tirsa Xwedê alîkariya Serokkahîn Yehoyada dikir ku ew sadiq bimîne û destekê bide îbadeta rast. Rojekê, keça Îzebelê Atalyayê textê padîşahiya Cihûdayê bi darê zorê girt destê xwe. Xelk ji Atalyayê pir ditirsiya, çimkî ew jinikeke zalim bû. Ji bo ku ew bibe melîke, Atalya hazir bû ku temamiya xanedana padîşah qetil bike – heta neviyên xwe jî! (2. Dîrokan 22:10, 11). Bes yek ji wan zarokan – Yoaş – ji destê wê filitî. Yehoyada û xanima wî Yehoşabeatê ew veşart û xwedî kir. Bi vî awayî, Yehoyada û Yehoşabeatê xanedana Dawid Padîşah parast. Yehoyada li hemberî Yehowa sadiq ma û ji Atalyayê neditirsiya (Methelokên Silêman 29:25).

13. Gava Yoaş 7 salî bû, Yehoyada çawa îsbat kir ku ew yekî sadiq e?

13 Gava Yoaş 7 salî bû, Yehoyada dîsa îsbat kir ku ew li hemberî Yehowa sadiq e. Wî planek çêkir. Eger plana wî bi ser biketa, Yoaş wê bibûya padîşahê qanûnî. Lê eger plana wî bi ser neketa, wiyê jiyana xwe ji dest bidaya. Bi bereketa Yehowa, plana wî serkeftî bû. Bi alîkariya mezinên xelkê û Lêwiyan, Yehoyada Yoaş kir padîşah û Atalya da îdamkirin (2. Dîrokan 23:1-5, 11, 12, 15; 24:1). Yehoyada dû re “di navbera Xudan, gel û padîşah de peymanek çêkir ku gel bibe gelê Xudan” (2. Qiralan 11:17, Mizgînî). Wekî din, Yehoyada nobedar danîn ber dergehên mala Yehowa, da ku kesên nepak nekevin wê derê (2. Dîrokan 23:19).

14. Yehoyada ji aliyê Yehowa ve çawa hat birûmetkirin?

14 Yehowa gotibû: “Kesê ku min rûmetdar bike, ezê jî rûmetdar bikim” (1. Samûyêl 2:30, Mizgînî). Mesela, wî serpêhatiya Yehoyada di Kitêba Pîroz de da nivîsandin, da ku em jê hîn bibin (Romayî 15:4). Ji ber qenciya ku Yehoyada ji bo xêra mala Xwedê kiribû, Yehowa îzin da ku ew li cem padîşahan bê defnkirin. Ev yek rûmeteke pir mezin bû (2. Dîrokan 24:15, 16).

Wek Serokkahîn Yehoyada, tirsa Xwedê dikare tesîrê li me bike ku em alîkariya xwişk û birayan bikin (Li paragrafa 15an binêre)d

15. Em dikarin ji serpêhatiya Yehoyada çi bielimin? (Li resim jî binêre.)

15 Serpêhatiya Yehoyada dikare alî me hemûyan bike ku em tirsa Xwedê di dilê xwe de ava bikin. Rîspî dikarin mîna Yehoyada hişyar û sadiq bimînin û keriyê Xwedê biparêzin (Karên Şandiyan 20:28). Kesên bi emrê mezin dikarin ji Yehoyada bielimin ku eger ew hurmetê bidin Yehowa û sadiq bimînin, Yehowa dikare van kesên biqîmet ji bo pêkanîna mexseda xwe bi kar bîne. Kesên ciwan dikarin wek ku Yehowa ji Yehoyada re qenc bû, ji kesên bi emrê mezin re qenc bin, qedrê wan bigirin û hurmetê bidin wan – bi xisûsî yên ku ji bo demeke dirêj bi dilsozî xizmetê dikin (Methelokên Silêman 16:31). Dawiya dawî, em gişt dikarin ji mezinên Îsraêliyan û ji Lêwiyan, yên ku pişta Yehoyada digirt, derseke muhîm bistînin. Bila em gişt destekê bidin kesên ku di nav me de rêberiyê dikin û bi ya wan bikin (Îbranî 13:17).

NEBE WEK YOAŞ PADÎŞAH

16. Yoaş Padîşah yekî çawa bû?

16 Yehoyada tesîreke baş li ser Yoaş Padîşah dihişt (2. Qiralan 12:2). Loma, di ciwaniya xwe de, Yoaş dixwest ku Yehowa jê razî be. Lê piştî mirina Yehoyada, Yoaş bi ya mîrên Cihûdayê dikir, yên ku ji rêya Xwedê derketibûn. Di netîceyê de, Yoaş û welatiyên wî dest bi îbadeta “ji Aşeran û ji pûtan re” kir (2. Dîrokan 24:4, 17, 18). Wan guh nedida pêxemberên ku Yehowa ji wan re şandibûn. Bi vê yekê, wan dilê Yehowa diêşand. Heta, Yoaş guh neda kurê Yehoyada Zekerya, yê ku hem pêxemberê Yehowa bû hem jî merivê Yoaş bû. Yoaş Padîşah li şûna ku minetdarê malbata Yehoyada bûya, wî Zekerya da qetilkirin (2. Dîrokan 22:11; 24:19-22).

17. Çi hat serê Yoaş?

17 Ji ber ku tirsa Xwedê di dilê Yoaş de nema, rewşa wî ber bi xerabiyê ve çû. Yehowa gotibû: “Kesê ku min nehesibîne, wê biçûk bê xistin” (1. Samûyêl 2:30, Mizgînî). Paşê, ordiyeke biçûk a Sûriyê ordiya “zehf mezin” a Yoaş bin dest kir û ew “birîndar şunda hişt”. Piştî ku ordiya Sûriyê vekişiya, xizmetkarên wî heyfa Zekerya stand û ew kuşt. Ji ber vê yekê, ew padîşahê xerab ne layîq bû ku “di gorên qiralan de” bê defnkirin (2. Dîrokan 24:23-25; Metta 23:35).

18. Li gor Yêremya 17:7, 8, çi dikare alî me bike ku em nebin wek Yoaş?

18 Em dikarin ji mîsala Yoaş çi bielimin? Çawa ku dareke bêkok hewceyî destekê ye, da ku neqelibe, Yoaş jî hewceyî destekê bû, da ku li ser lingan bisekine. Gava Yehoyada, yê ku destek dida wî, jiyana xwe ji dest da, Yoaş ket ber bayê kesên ku ji rêya Xwedê derketibûn. Mînaka wî nîşanî me dide ku gerek em ne ji bo xatirê malbata xwe ne jî ji bo xatirê xwişk û birayan, lê ji ber ku em ji Yehowa hez dikin jê bitirsin. Ji bo ku îmana me qewî bimîne, gerek em bi xwe hezkirin û tirsa Xwedê di dilê xwe de ava bikin. Ji bo vê yekê, lazim e ku em her tim lêkolîna şexsî bikin, li ser tiştên ku dixwînin kûr bifikirin û dua bikin (Yêremya 17:7, 8 bixwîne; Kolosî 2:6, 7).

19. Daxwaza Yehowa ya ji bo me çi ye?

19 Bi rastî Yehowa tiştên gelek zehmet ji me naxwaze. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ji Xwedê bitirse û emrên wî bigire, wezîfeya hemû mirovan ev e” (Waiz 12:13, Mizgînî). Bi saya tirsa Xwedê, em dikarin li hemberî îmtihanan li ser lingên xwe bisekinin û mîna Obadya û Yehoyada sadiq bimînin. Bi vî awayî, tu tişt nikare dostaniya me ya bi Yehowa re xera bike.

TÊ BÎRA TE?

  • Maneya tirsa Yehowa çi ye?

  • Em dikarin ji Obadyayê çavdêrê qesrê û ji Serokkahîn Yehoyada çi hîn bibin?

  • Çi dikare alî me bike ku em nebin mîna Yoaş Padîşah?

KILAM 3 Stara Me, Hêza Me Tu yî

a Kitêba Pîroz dibêje ku gerek tirsa Xwedê di dilê me de hebe. Ev meqale wê alî me bike ku em maneya tirsa Xwedê fehm bikin û vê tirsê di dilê xwe de ava bikin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin bi dilxurtî û bi dilsozî ji Bavê xweyî ezmanî re îbadetê bikin.

b Ev Obadya ne ew Obadya pêxember bû, yê ku bi sedsalan bi şûn de nivîskarê kitêba Obadya bû.

c RESIM: Birayek di dema qedexeyan de xwarina ruhî ji xwişk û birayan re dibe.

d RESIM: Xwişkeke ciwan ji xwişkeke saldîtî dielime ku çawa bi rêya telefonê xizmetê bike; birayekî bi emrê mezin bi cesaret xizmeta bi erebeya weşanan dike; birayekî bitecrûbe kesên din ji bo tamîrkirina Salona Îbadetê perwerde dike.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne