Şahidên Yehowa Şîva Efendî Çawa Derbas Dikin?
Em Bîranîna Mirina Îsa Mesîh yan “Şîva Efendiyê me” li gor rêberiya Kitêba Pîroz derbas dikin (1. Korîntî 11:20). Lê belê, gelek dîn û bawerî vê cejnê ne li gor Kitêba Pîroz, lê li gor urf û adetên xwe pîroz dikin.
Armanc
Armanca Şîva Efendiyê me ev e ku em Îsa Mesîh bi bîr bînin û şikirdariya xwe ji bo fîdyeya wî nîşan bidin (Meta 20:28; 1. Korîntî 11:24). Pîrozkirina Şîva Efendiyê me nayê maneya efûkirina gunehan. Li gor Kitêba Pîroz, gunehên me ne bi navgîniya adeteke dînî, lê bi saya îmana bi Îsa Mesîh tên efûkirin (Romayî 3:25; 1. Yûhena 2:1, 2).
Çend caran?
Îsa Mesîh emir da şagirtên xwe ku ew Şîva Efendî pîroz bikin. Lê wî rasterast negot ku gerek ew vêya di salê de çend caran bikin (Lûqa 22:19). Hin kes Şîva Efendî her meh, her hefte, her roj yan di hundirê rojekê de çend caran pîroz dikin. Gelo em çawa dikarin tê derxin ku gerek em Şîva Efendiyê me çend caran derbas bikin?
Îsa Mesîh Şîva Efendî cara pêşîn li roja Cejna Derbasbûnê pîroz kir, û ew wê rojê mir (Meta 26:1, 2). Ev yek ne tesadûf e. Kitêba Pîroz qurbanbûna Îsa Mesîh dişibîne qurbana berxê Cejna Derbasbûnê (1. Korîntî 5:7, 8). Cejna Derbasbûnê her sal carek dihat pîrozkirin (2. Mûsa 12:1-6; 3. Mûsa 23:5). Mîna vê, Mesîhiyên pêşîn Bîranîna Mirina Îsa Mesîh her sal carek pîroz dikir, û Şahidên Yehowa jî eynî wisa dikin.
Roj û saet
Emsala Îsa Mesîh nîşanî me dide ku gerek Bîranîn çend caran û kengê bê derbaskirin. Wî ev cejn li 14ê Nîsanê ya sala 33yan a P.M. (li gor salnameya Îbranî), piştî ku roj çû ava, cara pêşîn derbas kir (Meta 26:18-20, 26). Mîna Mesîhiyên pêşîn, Şahidên Yehowa jî Bîranîna Mirina Mesîh her sal li eynî tarîxê derbas dikin.
Roja 14ê Nîsanê ya sala 33yan a P.M. her çi qas ketibû roja Înê, salvegera vê tarîxê her sal dikeve rojeke din. Her sal, Şahidên Yehowa ne li gor metoda ku Cihû niha bi kar tînin, lê li gor metoda ku li rojên Îsa Mesîh dihat bikaranîn, roja 14ê Nîsanê hesab dikin.a
Nan û şerab
Ji bo vê cejna nû, Îsa Mesîh nanê bêhevîrtirş û şeraba sor, yên ku ji xwarina Cejna Derbasbûnê mabûn, bi kar anîn (Meta 26:26-28). Wek Îsa Mesîh, Şahidên Yehowa jî nanê bêhevîrtirş û bê madeyên din û şeraba sor bi kar tînin. Ew ava tiriyan yan jî şeraba şîrînkirî, qewîkirî yan bi biharatan bi kar naynin.
Hin dîn û bawerî nanê bihevîrtirş bi kar tînin, lê Kitêba Pîroz hevîrtirş gelek caran wek sembola guneh û xerabûnê bi kar tîne (Lûqa 12:1; 1. Korîntî 5:6-8; Galatî 5:7-9). Loma, tenê nanê bêhevîrtirş û madeyên din dikarin bedena kamil a Îsa Mesîh temsîl bikin (1. Petrûs 2:22). Wekî din, hin dîn û bawerî li şûna şerabê ava tiriyan bi kar tînin. Ew difikirin ku Kitêba Pîroz vexwarina alkolê qedexe dike, lê ev fikir ne li gor Kitêba Pîroz e (1. Tîmotêyos 5:23).
Nan û şerab nabin goşt û xwîna Îsa Mesîh
Li Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, nanê bêhevîrtirş û şeraba sor beden û xwîna Îsa Mesîh temsîl dikin. Hin kes difikirin ku bi destê mucîzeyekê, nan û şerab bi rastî dibin goşt û xwîna Îsa Mesîh. Lê li gor Kitêba Pîroz, ev fikir ne rast e. Em çima dikarin wisa bibêjin?
Eger Îsa Mesîh emir bidaya şagirtên xwe ku bila ew xwîna wî vexwin, ev yek wê bihata maneya ku wî ji wan re gotiye ku bila ew qanûna Xwedê, ya ku vexwarina xwînê qedexe dike, binpê bikin (1. Mûsa 9:4; Karên Şandiyan 15:28, 29). Lê Îsa Mesîh tu car negot ku bila kesek qanûna Xwedê ya di heqê pîroziya xwînê de binpê bike (Yûhena 8:28, 29).
Eger şandiyan bi rastî xwîna Îsa Mesîh vexwara, wiyê negota ku xwîna wî wê “ji bo gelekan bê rijandin.” Gotinên wî nîşan didin ku qurbana wî hê nehatibû pêşkêşkirin (Meta 26:28).
Kitêba Pîroz dibêje ku qurbana Îsa Mesîh “carekê û ji bo her û her” hat dayîn (Îbranî 9:25, 26). Eger nan û şerab li dema Şîva Efendî bibûna goşt û xwîna wî, kesên ku ji wan dixwin wê Îsa Mesîh careke din qurban bikira.
Îsa Mesîh wisa gotibû: “Vê yekê ji bo bîranîna min bikin.” Wî negot: “Vê yekê ji bo qurbankirina min bikin” (1. Korîntî 11:24).
Kesên ku bawer dikin ku nan û şerab dibin goşt û xwîna Îsa Mesîh difikirin ku hin ayet vêya îsbat dikin. Mesela, di hin wergerên Kitêba Pîroz de ev ayet wisa hat wergerandin: “Çimkî ev [şerab] xwîna min a Peymanê ye” (Meta 26:28, Mizgînî). Lê belê, ev gotin dikarin wisa jî bên tercûmekirin: “Ev … ‘xwîna min a peymanê’ temsîl dike.”b Îsa Mesîh gelek caran bi destê mîsalan hîn dikir (Meta 13:34, 35).
Kî gerek nên bixwe û şerabê vexwe?
Gava Şahidên Yehowa Şîva Efendî pîroz dikin, tenê hin kes nên dixwin û şerabê vedixwin. Gelo çima?
Bi saya xwîna Îsa Mesîh “Peymana Nû” hat danîn, ya ku cihê peymana di nav Yehowa Xwedê û miletê Îsraîl de girt (Îbranî 8:10-13). Li Bîranînê, ne hemû Mesîhî, lê tenê kesên ku para vê peymana nû, yanî yên ku bi awayekî xisûsî “ji aliyê Xwedê ve hatine gazîkirin”, gerek nên bixwin û şerabê vexwin (Îbranî 9:15; Lûqa 22:20). Li gor Kitêba Pîroz, ewê li ezmanan tevî Îsa Mesîh bibin padîşah, û tenê 144.000 kes ji bo vê îmtiyazê hatine hilbijartin (Lûqa 22:28-30; Peyxam 5:9, 10; 14:1, 3).
Yên ku wê tevî Îsa Mesîh li ezmanan hukim bikin wek “keriyê biçûk” tên binavkirin. Lê belê, hêviya piraniya mirovan ev e ku heta hetayê li dinyayê bijîn, û ew wek “komeke mezin” tên binavkirin (Lûqa 12:32; Peyxam 7:9, 10). Yên ku li benda jiyana li rûyê erdê ne li Bîranînê nên naxwin û şerabê venaxwin, lê ew tên Bîranînê ji ber ku ew ji bo fedakariya Îsa Mesîh şikirdar in (1. Yûhena 2:2).
a Îro, Cihû destpêka meha Nîsanê li gor heyva nû ya astronomîk hesab dikin, lê ev metod di sedsala yekê de nedihat bikaranîn. Wê demê, meha nû dest pê dikir gava heyva nû cara pêşîn li Orşelîmê xuya dibû. Ev yek carinan rojek yan çend roj piştî heyva nû ya astronomîk çêdibû. Ji ber vê yekê, tarîxa ku Şahidên Yehowa Bîranînê pîroz dikin carinan nakeve roja ku Cihû Cejna Derbasbûnê pîroz dikin.
b Li Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz binêre.