KILAM 12
Yehowa, Tu Bêemsal î
(2. Mûsa 34:6, 7)
1. Xwedê Yehowa, tu bêemsal î,
tu kes tune mîna te.
Çi xweş in sifetên te:
Hezkirin, hîkmet, qudret, edalet –
ev in taybetiyên te.
2. Tu dilşewat î, tu efûkar î.
Her çi qas em ax bin jî,
tu tim xema me dixwî.
Tu Bavê me yî, tu dilbirehm î,
tu ji me pir hez dikî.
3. Bavê ezmanî, tu dilovan î.
Em te didin naskirin,
navê te îlan dikin.
Xwedê Yehowa, tu bêemsal î,
em tim pesnê te didin.
(Li van ayetan jî binêre: 5. Mû. 32:4; Mtl. 16:12; Met. 6:10; Pey. 4:11)