KILAM 48
Em bi Yehowa re Dimeşin
(Mîka 6:8)
1. Dest bi dest bi Yehowa re
em dimeşin di rêya wî de.
Rehma wî çi qas mezin e
ji xulamên xwe yên dilsoz re.
Ew dixwaze ku em pê re
bi dilnizmî bimeşin.
Emê heta bi hetayê
rêya Yehowa terk nekin.
2. Jiyana me hêsan nîne,
çimkî hêrsa Îblîs mezin e.
Ew dixwaze îmana me
sist bike û me bitirsîne.
Lê Xwedê me diparêze,
gerek em qet netirsin.
Ewê qewetê bide me,
da ku em dilrast bimînin.
3. Alîkariya Yehowa
ji bona me pir biqîmet e.
Ew hazir e ku guh bide
duayên her xizmetkarê xwe.
Ruhê wî, Kitêba Pîroz
û civîn me xurt dikin.
Bila em tim bi dilnizmî
ji Xwedê re xizmet bikin!
(Li van ayetan jî binêre: 1. Mû. 5:24; 6:9; 1. Qra. 2:3, 4)